13 december 2016

Li Tirkiyê tu ferqa kurdan ji koleyan tuneye


Heger em naxwazin her roj wek kurm û kêzikan di bin potînên polîs û leşkerên tirk da bipelixin dibê em bibin xwedî dewlet, ji bo wê bixebitin
Dewleta tirk heqareteke mezin li kurdan dike, gav û saetê, di her qada jiyanê da, di telewîzyonan da, di medyayê da, di mekteb û leşkeriyê da, di meclîsê da, welhasilî kelam li her derê kurdan rencîde dike, şeref û heysiyeta mirovên kurd binpê dike.
Qebûl nakin kurdek bibe xwedî şexsiyet.
Li ku derê kurdekî xwedî şexsiyet bibînin tavilê êrîş dikinê, lînc dikin.
Dewlet, hukûmet û miletê tirk du riya didin ber her kurdî:
-Ya tu hevalê dewletê yî ya jî tu hevalê ”terorîstan” î !
-Ya tu yê teslîm bibî û xulamtiya dewletê qebûl bikî, ya jî ciyê te hefs û zindan û perîşanî ye…
Lê ev zulm û heqaret tu bixwazî, nexwazî kurdê herî bêxîret jî şiyar dike, bêtir dike kurd.
Di netîceya vê zulma zêde û pir bêmerhemt da her kurd êdî fêm dike ku heta ew ji bindestiyê xelas nebin û nebin xwedî dewlet ewê tu carî rehet nekin, bindestî koletî ye.
Kole bêmaf e, li her derö wiha ye.
Îro li Tirkiyê tu kurd, ne ew, ne malê wî û ne jî meqamê wî ne di ewlehiyê da ye. Dewlet her tim kane wî bigre û dest deyne ser her tiştê wî, kane wî şût tazî bike û bera çolan bide.
Û dike jî, him jî her roj.
Dewlet kane bajarê wî, gundîê wî wêran bike.
Kane riya wî bibire.
Kane zozanên wî lê yasax bike.
Kane di her rêwîtiyekê da deh caran ji wesaîta wî deyne û sax bîke.
Kane bela sebeb û bela sûc bigre, bi rojan bavêje nizaretê..
Dewlet kane copan di qûna yê kurd ke.
Kanin bi termên keç û lawên kuştine bilizîn û wan teşhîr bikin, bi dû erebeya xwe girê bidin.
Kanin rojê bi sedan, bi hezaran kurdî bigrin.. Û ji xwe digrin jî.
Yanî dilê polîs û leşkerên tirk çi bixwaze, kane wiya bîne serê yekî kurd.
Çimkî kurd ferdê miletekî  bêdewlet e.
Yanî bindest e.
Heger kurd dixwazin ji vê jiyana rezîl rizgar bibin, wek koleyan nejîn û her roj wek kurm û kêzikan di bin potînên leşker û polîsên tirk da nepelixin, dibê bibin xwedî dewlet, bi kêmanî bibin xwedî statuyeke netewî.
Û ji bo gihîştina vê armancê jî dibê Kurdistanê, dewletê bixwazin û yekîtiya xwe çêkin, dev ji Tirkiya demokratîk û ”biratiya” tirkan berdin.
Wekî din ez tu riyê û xelasiyê nabînim.
20 milyon însan nikanin bibin cahş û xulamê tirkan.
Çare azadî û serxwebûn e. Xebata ji bo wê ye...

XXX

Zarokên tirk ên dibistana destpêkê, ben di destan da îdama kurdan dixwazin !!!
Di sîstema perwerdeya Tirkiyê da benê îdamê didin destên zarokên dibistanên destpêkê û îdama kurdan dixwazin.
Zarokên bi vê perwerdê û bi vê kulturê mezin bibin helbet ewê bibin irqçî, faşîst, Daîş, celad û neyarên kurdan.
Zarokên di nava çerxên vê sîstemê da û bi vê perwerdeyê mezin bibin helbet ewê ji toleransê û ji kultura demokrasiyê bpêar bin



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE