06 december 2016

Li ser kitêba Dildarê Doza Kurdistanê, Hîkmet Buluttekîn-Çeko



Hefta borî tam heft rojan interneta min tunebû, lema jî min fersend dît hinekî zêde bixwînim.
Min kitêba Faris Medenî Marsîl ya li ser Çeko, ”Dildarê Doza Kurdistanê, Hîkmet Buluttekîn- Çeko” xwend.
Nuha naxwazim li ser mijara kitêbê yanî li ser kuştina Çeko, Dr. Şivan, Elçî û hevalên wan tiştekî binivîsim. Kitêb li ser vê trajediya kurda ye. Piştî xwendinê di heqê kuştina wan da meriv bi rehetî digihîje qenaetekê. Meriv fêm dike kê ji bo çi ew kuştine. Dr. Şivan û Çeko ne merivên meriv ew bikuştana. Bi kuştina Dr.Şivan û hevalên wî miletê kurd zirareke pir û pir mezin dît.
Bira nivîsa li ser mijara kitêbê û kuştina van kurdperên hêja bimîne rojeke din.
Ev aliyekî meselê.
Lê li aliyê din dixwazim ji xortên nuha ra, yên ku haya wan ji şert û mercên salên 60-70 tuneye û dixwazin wan şartan, wan zahmetiyan fêr bibin, bibêjim vê kitêbê bixwînin.
Di nojane û nivîsên Çeko da, di hevpeyvînên bi Omer Çetîn, Reşo Zîlan, Şakir Epozdemir û gelek kesên din ra, di bîranînên Şerafetîn Elçî û Ziya Avci da meriv dibîne ku di salên 60 û heftêyî da qehremanên wan rojan çi zahmetî kişandine, çi fedekarîyên mezin kirine. Kurdayetî wek nuha ne rehet bûye. Ji bo belavokekê însan di zindanan da diriziyan.
Dr. Şivan û hevalên wî dev ji karên xwe, ji zanîngeh û zarokên xwe berdane û xwe fedayî kar û xebata Kurdistanê kirine.
Ji bo ku hûn do û dîroka xwe ya nêz, zor û zahmetên wê demê û fedekariyên kurdperwerên wan salan fêr bibin temiya min li we vê kitêbê bixwînin.
2016-12-05

XXX
Ev hefteyeke serlêdanên(ziyaretkarên, ziyaretçiyên) bloga min ”hindik-rindik” zêde bûne.
Berê rojê li dora sedî, carnan di bin sedî ra û carnan jî di ser sedî ra bû.
Lê ev hefteyeke hejmara serdanan ji nişkave derketiye li dora çarsedî.
Do 342, îro(heta nuha)396, pêr dîsa nêzî çarsedî bû.
Min sebevê vê zêdebûna ji nişka ve fêm nekir.
Gelo min di van rojan da tiştên cidî nivîsîn, ya jî sebebekî din heye?
Helbet ji bo blogvanekî 9 salan rojê 300-400 serlêdan ne tiştek e, dibê 3-4 hezar bûya.
Lê li gel vê jî ji bo blogvanekî kurmanc ev jimar ne xerab e. Hêvî dikim dom bike.

XXX
Xorto, heger rojekê te hez kir
û agirê evînê bedena te sar û germ kir,
pir mezin hez bike,
bira hezkirina te bi qasî çiyayê Agirî mezin be,
bira her kes matmayî û şaş bimîne
bira her kes bibêje ev lawik delodîn e…

XXX
Merivên bêexlaq Tirkiyê îdare dikin. Lema jî ji bo me kurdan tahlûke pir mezin e.
Li hemberî bêexlaqan, zaliman, faşîstan dibê em bibin yek, ji bo demekê dijayetiyên nabêna xwe bidin aliyekî.
Çimkî ji zû da ye bêexlaqan, faşîstan, îslamîstan li hemberî me yekîtiya xwe çêkiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE