30 december 2016

Kurd dev ji zimanê xwe berdidin û tirkî dikin zimanê xwe yê netewî

Ji radyoya Swêd beşê kurdî Beşîr Kavak, li ser taliya kurdî bi Profesor Salih Akin ra hevpeyvîneke xweş kiriye. Heger wexta we hebe miheqeq lê guhdarî bikin.
Salih Akin, li Fransa li zanîngeha Rouenê berpirsiyarê beşê zimanê kurdî ye.
Prof. Salih Akin, di hevpeyvîna xwe da gotiye:
”Kurmancî îro bûye xwedî standartek nivîskî, lê di jiyana rojane da weke zimanê devkî êdî ew kêm tê bi kar anîn û ev xetereke mezin bi xwe re tîne”.
Rast e, heger di demeke kin da li Kurdistana bakur(Tirkiyê)kurd mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bi dest nexin, bi baweriya min jî pêşeroja kurdî tuneye, yanî taliya kurdî pir xerab e, kurdî ewê bibe zimanekî mirî yê miletek pê napeyive.
Yanî tiştê hat serê zimanê latînî ewê were serê kurdî jî.
Çawa ku bi perçebûn û dû ra jî bi belavbûna Împaratoriya Romayê ra zimanê latînî jî di praktîkê da mir, ma wek zimanekî antîk. Tenê hin zimanzan fêr dibin.
Heger kurd li Tirkiyê di demek pir nêzîk da li Kurdistanê nebin xwedî maf û desthilat û zarokên kurd bi kurdî nexwînin, wek latînî kurdî jî mahkûmê mirinê ye. Wek zimanekî mirî ji bo fîlolog û lînguîstan ewê bibe qada lêkolînê.
Ji salên 1980î da ye ez dibêjim heger kurd bi rengekî cidî li zimanê xwe xwedî dernekevin(ew jî axaftin e, bikaranîn e)kurdî mahkûmê mirinê ye.
Berê, heta salên 1980 û 1990î kurdî hêdî hêdî dimir, lê pêştî belavbûna telewîzyonê, înternetê û medyaya sosyal, êdî bi çargaviyê berbî mirinê dihere…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE