14 december 2016

Ji Qerejdaxê çend dîlokên dawet û bûkan


Çendakî berê bi tesadufî ez rastî hin not û nivîsên xwe yên pir kevn hatim. 
Di nava wan da ev çend dîlokên bûk û dawetan jî hebûn.
Di orta salên 1980î da diya min di kasetekê da ev dîlok û hin tiştên din ji min ra şandibû.
Ji ber ku min ew dîtin û ji wendabûnê xelas bûn ez pir kêfxweş bûm...
Yên ev dîlok gotine rahmetiya xaltiya Şêa Silo(Şêê Kizilboga) û keça wê Fata Silo(Fatê Kizilboga)ye.
Xaltiya Şêê ji herêma Qerejdaxê, ji gundê Daraxulya(Darê), ji eşîra Çûva, ji bera Mexsoya ye.
Lê bûka Xamo ya ye. Xanima Silêmanê Biro(Suleyman Kizilboga) bû.
Xaltiya Şêê û keça wê Fatê, ev kasêt ji diya min ra li gundê Malwêrîn dagirtibûn.
Ez xaltiya Şêê bi hurmet bibîr tînim û vê diyariya wê û keça wê Fatê ji min ra şandibûn, piştî salan diyarî wê dikim.
Bira gorra wê buhuşt be.

1-Dayikê hina bûkê di teştê ko
avê bi kevçî, kevçî lêko
de bîne berê li destêxwa paşê ko.

2-Hina me hina vê Diyarbekir
me kirîbû li hev zêde kir
le hekê çepilê bûkê û diya bûkê gir bûn hinê qîm nekir.

3-Ha li hîta ha li hîta
suwar û segmanan da cirîta
le dayikê bûka me ji mala mêra, xwarziya egîta.

4-Daykê de tu were kûzê vê qitranê
min avîtî binya Tilgoranê(1)
de hekê, hevalxêrê, xelata xalê lokê(2) hanê.

5-Ava çemê me zelalo
tê da dilîzin kwêrgî û xezalo
de wele axatî ji berê da li bavê Faîk(3) wer helalo.

6-Dayikê xeftanê bûka me qutnîyê Şamo
min fesiland ne temamo
lê hekê wele Şam i dûro û we ez peyamo.

7-Daykê hina vê Helebê
hine li destê vê zeynebê
lê hekê, hevalxêrê de way tu çû, aqûbet li serê heval û hogirê li dora te bê.

8-Bûkê rake ji pêyo
xêrê lêko çeka çêyo
le hekê, hevalxêrê mi go gune li stuyê dê û bavê yo.

9-Ev çi dara serê rê yo
aliyeke sêvo, yek hirmê yo
de devê berbuya bişkê, zimanê wanê jêbe yek nikane kilamekê li ser hevala min bibêyo
10-Go çi dara li pêşiya êşo
min bera girto piyê qumêşo
de mi go pismamo, xaîno were pêşo.

11-Go bûka me li qêntiro
qêntir di bin da zire ziro
de hekê de barê zenguya bûkê zêr dibiro.

12-De li wiyalî çîtê, li wiyalî çîtê
dengê kevoka spî tê
de wele ji berê da dengê bavê Faîk bi mêranî û bi egîdî tê.

13-Daykê deva bûkê bi rastê xo
xêliya bûkê bi ber bê xo
lê hekê gi hevalxêrê agirkî di dilê dê û bavê xo.

14-Daykê xêliya bûkê helîlê xavo
tê ra xuyayo bisk û çavo.

15-Daykê Qerejdaxa li taco
Diyarbekir hêlek deno û hêlek zaco.
le hekê, hevlxêrê taliya qîza ya mirino ya zewaco

16-Daykê Qerejdax berbi royo
lê hişinhatî indilkoyo
lê wele kalikê Azad bûk ji Hecî Emer stend bi zora çoyo.

17-Ha li tela, ha li tela
koç û kerî hat mexela
le dayikxêrê wele bûka me qîza şêra ye, xwarziya beglera.

18-Daykê bûk û du berbûno
ji mala wê da berjêr bûno
le bav û birên bûkê ji nîro şûn da poşman bûno.

19-Daykê berê ruyê li mezil bû
kutlê suwara li me der bû
le wele bavê Faîk ji berê da seresker bû.

20-Daykê mi ji dîba heya dîba
dayikxêrê wele nexşêhûrî rûheqîba
le em di pê Yaşa Silo(4) ra tu car jinên xwe nadin xerîba.

21-Ava Qerejdaxê li tiştîra
destê berbuyê me na li gustîla
lê hekê, hevalê, bûka me qîza mêran û diya wezîran.
22-Daykê xaniyê bavê bûkê nûlêkirî
torbê toraqê pê da kirî
le berbuyê me na hatin û dev lê kirî.

23-Xaniyê bavê te li korto
dilopa pê da şorte şorto
de hekê, hevalê xema mexo paşa xorto.

24-De ji dana heya dana
pez sekinî ser guhana
le hekê, havlxêrê devê diya bûka me nala uncûrî nava bîstana.

25-Gundê me ji gunda dero
kevirê dora kaniya gundê me mermero
le hekê wele dia bûka me nola arwana qemero.

26-Ew çi dara li kepirê
suwar û segmana xar dibirê
de dayikê xweziya mi bi dilê wê zweyingê, xweying bûbe berdêlya birê.

27-Ev çi dara li pê êşo
mi pê da kirî topê qumêşo
le pismamno, kwîrno werin pêşo.

28-Ev çi dara li pê gêdûkê
mi pê da kirî laşê biçûkê
le pismamno, kwîrno îro ji xwe ra werin bûkê.



1)Tilgoran, navê gundekî Wêranşarê ye.
2)Lok, navê deveyê nêr.
3)Bavê Faîk, qesd rahmetiyê bavê min Bûboyê Xamo ye(Bubo Kumruaslan e). Faîk, navê birayê min ê biçûk e.
4)Yaşa Silo, qesd keça xaltiya Şêê ye. Yaşê, li Diyarbekrê, li gundê Zinarcankê bû bûka Berxoya.





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE