10 december 2016

Hukûmeta AKPê weşana bi zimanî kurdî li rojnameyên mehelî yasax kir

Hukûmeta AKPê weşana bi zimanî kurdî li rojnameyên mehelî yasax kir
Rojnameya ku rûpelekê jî, meqaleyekê jî bi kurdî biweşîne ewê nikanibe ji dewletê îlanê bigre
Li ser fermana Rewşa Awarte rojnameyên mehelî rûpelên xwe yên kurdî radikin.
Saziya(dezgeha)Çapemeniyê ya Îlanê bi fermanekê mecbûriya zimanê tirkî li ser rojnameyên mehelî ferz kiriye.
Li gorî qanûna îlanan û alîkariya bi rojnameyên mehelî ra salê tê rojnameya bi kurdî binivîse ewê nikanibe ji dewletê îlanan bigre.
Ji bo ku rojnameyeke mehelî bikanibe ji dahîreyên dewletê îlanan bigre dibê nivîsên bi kurdî neweşîne, tenê bi tirkî binivîse. Ev qanûn ji 1ê meha çileya paşîn(meha yeêkê) ya sala 2017 dest pê dike.
Xwediyên gelek rojnameyên mehelî gotine ji nuha û pê da ewê dev ji weşanên kurdî berdin. Çimkî gava bi kurdî weşanê bikin ewê nikanibin îlanan bigrin.
Ev destpêk e, koalîsyona AKPê û MHPê di rojên pêş da ewê zimanê kurdî ji bin da yasax bikin.
Çimkî dawiya derewan û xapandinê hat, hin îmkanên ji bo weşana bi kurdî peyda bûbû peyderpey ewê rakin.
Ji nuha û pê da Dewlet Bahçelî çi bixwaze hukûmeta AKPê ewê bi cî bîne. Ji ber ku di mesela kurd û Kurdistanê da êdî di nabêna Bahçelî û Erdogan da, di nabêna MHP û AKPê da tu ferq û cudahî tuneye.
Hukûmeta weşana bi kurdî li rojnameyên mehelî yasax bike ji MHPê ne pêşdatir e.
Netîce, terora li hemberî kurda û yasaxên li ser zimanê kurdî roj bi roj ewê berfirehtir bibin.


XXX
Bi spîbûna rihê û por û bi pêşketina umir (temen) ra bûdeletî kêm nabe.
Yanî kurmê şîrî heta pîrî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE