03 december 2016

Fûzûlî jî kurd derket


Şiîrên Fûzûlî (1483-1556)yên bi kurdî hatin dîtin. Û him jî bi kurmanciyeke fesîh û şîrîn.
Şiîrên Fûzûlî yên hatine dîtin ji alî şair û nivîskar Selîm Temo va ji herfên erebî transkribeyî herfên latînî hatiye kirin.
Berê jî hin kurdan gotibûn Fuzûlî kurd e û şiîrên wî yên bi kurdî hene.
Lê tirkan tim ev îdîa bi şîdet red dikir û digotin Fuzûlî xalis muxlis, tirk e,azerî ye.
Li gorî Selîm Temo dinivîse, hin şiîrên Nefaî jî bi kurdî hatin dîtin û li Kurdistana başûr ji alî Tehsîn Îbrahîm Doskî ve hatin weşandin. Yanî Nefaî jî kurd e.
Heger şairekî bi kurdî, bi kîjan lehçeya kurdî dibe bira bibe, nivîsî be sedî 99 ew kurd e.
Kurdan bi erebî, farisî û tirkî, azerî nivîsîne.
Lêheta nuha nehatiye dîtin tirkekî, erebekî ya jî farisekî bi kurdî nivîsîbe.
Lema jî Fûzûlî jî û Nefî jî sedî sed kurd in.
Lê bi avabûna Komara Tirkiyê û îktîdara kemalîstên faşîst ra hemû tiştên bi kurdî hatibûn nivîsîn ya îmha kirin ya jî di bin navên sexte da veşartin.
Ji bo ku kurd nebînin.
Tirkan zanîbûn Fuzûlî kurd e û bi kurdî nivîsîne. Lê nedigotin û bi hezar yek derewan ew dikirin tirk û azerî û nizanim çi û çi…
Dewleta tirk û hemû dîroknas û edîbên tirk neyarên koka kurdan e, her tiştê, her nivîsa, her belgeya li ser kurd û Kurdistanê di pişt heft kilîtan da veşartine.
Ya jî hinekên wan îmha kirine.
Meriv nizane kîjan şairê klasîk û edebiyata dîwanê tirk e û kîjan jî kurd e.
Çimkî ew bi xwe rastiyê nabêjin û nahêlin kurd jî têkevin arşêvên wan.
Wek min got, gelek berhemên kurdî di bin mijar û navên sexte da arşîv kirine.
Lê derketina şiîrên Fuzûlî yên bi kurdî bûyereke mezin e. Ez pir û pir kêfxweş bûm.
Fuzûlî hinekî berî Melayê Cizîrî ye.
Melayê Cizîrî çima qala Nefaî nekiriye ya jî kiriye ew tişt negihîştiye me ez nizanim.
Ehmedê Xanî jî li ser Fuzûlî û Nefaî tiştek negotiye. Heger gotibe jî min nebihîstiye.
Bi îhtîmaleke mezin hîn gelek kesên din jî bi kurdî nivîsîne lê tirkan veşartine, ewê rojekê derkevin.
Gelek sipas ji bo Selîm Temo, hezar carî mala wî ava be.

Not: Tosinê Reşîd di şiroveya xwe da gotiye, "Di ansîklopêdîya rûsyayê  ya di sala 1913 da çap bûyî da  nivîsîne Fuzûlî kurd e."

Ellah tu bike le min şefeqet
Ez bikem goftarê wî rewayet
Leylî ku le me kiteb guzer kir
Eşqî hewes le wê … şerer (okunamıyor)
Ew herdu le hev kirin nizare
Yekî çû Qemer, yekî çû Zohre
Eşqî dilê wan le wan eser kir
Dûrî felekê le wan xeber kir
Elbetde bir od düşende câna
Yanup dutuşur çeker zebâna (869)
Dilden dile düşdi bu fesâne
Fâş oldı bu mâcerâ cehâne (643)
Bir saf kız oturdı biri oğlan
Cem’ oldı behiştde hûr u gılman (560)
Kız nergiz-i mest ile füsûnsâz
Oğlane satende işve vü nâz (562)
Ol kızlar içinde bir perîzâd
Kız ile muhabbet itdi bünyâd (564)
Kays oni görüb helak buldı
… (okunamadı) O gussa vü derdnâk oldı (581)
FARSÇA BAŞLIK
Ew çere gepe dikir wekî tîr
Cem Leylîyî hat jinika pîr
Got: ew çi (munasibe?) li dîn e
Şîrê derende çi nîr çi mî ne
Rûnişt-i li cem degotî qîzê
Golçere nigar-i pir temîzê
Me do hod bîst ji felanî
Eşq li te bûye nûcewanî
Baqî te debînî, te dekojî
Xûynî te mîna piling dimijî
Wekî me negot li me weha kî
Dostan li me, duşmenan tu şa kî
Rehmet li te bî, te kar rind kir
Ferhad û Şîrîn karê te nekir
Baqî te debînî çunke naga
Serê te debirrî (ew) bê şekwa
Tu ar (û ?) namûsê xe nizanî
Tu be qiçik î û ne xizan î
Bişîn qedemî xe tu, mere der
Wellah ku debî, cuda je te ser
(Se çi rehm nakî li) dê xe ye pîr
Min xeyrî te kes tunîne desgîr
Lînka helbestê

Inga kommentarer: