26 december 2016

Dibê şerê birakujiyê em ji serê xwe derxin


Ji partiyên kurd kî êrîşî kê bike, kî şer derxe, kî bixwaze gelşên nabêna xwe û hêzeke din bi zorê û bi şer hel bike, ji erd heta bi ezmên neheq e û hatiye lîstika dijmin.
Bêyî xêrnexwaz û dijminên kurdan îro kes naxwaze li başûr û rojava hêzên kurd gelşên nabêna xwe bi şer hel bikin.
Kî şerê nabêna kurdan, problem çi dibe bira bibe, rast û bi heq bibîne ew ne dost e, ne xêrxwazê kurda ye, di bin ra bi dijmin ra hin planan digerîne.
Hevalekî li ser van gotinên min yên jorgotiye, ”Birastî tu tişt bi qasî şerê navxweyî xerab tuneye lê ku rěxistinek xwe li ser herkesî ferz bike û mafê jīyanê ji kesî re nehêle wê çawa be?”
Ev jî bersîva min ya vî hevalî:
Birayê ezîz, ez zanim gelş ne hêsa ye. Lê dîsa jî em mecbûr in bêyî şer riyeke din, çareyeke din bibînin.
Çimkî kurdan gelek caran şer, wek riyeke çareseriyê ceribandin, lê tim û tim hemû alî li zirarê derketin, netîce ji bo wan jî û ji bo miletê kurd jî bû felaket.
Şerê PDKê û YNKê, şerê PKKê û PDKê, şerê PDKê û PDKa Îranê hîn do bû, em giş bûn şahidên wan şeran. Em hîn dijîn.
Ma bêyî zirarê, malwêraniyê û kuştina bi hezaran kurdî kesî feyde jê girt?
Belovacî wê her kes poşman bû, her kesî got şerê birakujiyê şaş bû û dibê careke din kurd şerê hev nekin. Meclîsa Kurdistanê biryar girt, serokên kurdan sos dan miletê kurd.
Yanî dibê meriv ji bo çareseriya gelşên nabêna partiyan tu carî şer rast û bi heq nebîne.
Ez bi xwe nabînim û viya eşkere dibêjim. Û piştgiriya tu alî jî nakim. Tenê dibêjim gerek hûn li hev werin.
Bi baweriya min sebeb û koka berberî û teşxeleyên nabêna PKKê, PDKê, YNKê û Goranê yên îro şerê nabêna salên 1970-2000î ye.
Ji ber şerê salên borî dilê hêzan hîn jî rindikî li hev rûnene, baweriya wan hîn jî bi hev nayê, hîn jî neyartiya hev dikin.
Yanî di ser wan şeran ra 40 sal serbas bûne lê dîsa jî dilê kurdan li hev spî nebûye.
Çimkî yên di qada siyasî da îro siyasetê dikin, serok û kadirên partiyan in hîn eynî meriv in. Tarîx têra xwe hîn kevn nebû, lema jî birîn hîn nekewiyan e, hafiza hîn teze ye.
Lema jî bi baweriya min ji dêlî ku em li yê bi heq û neheq bigerin û şêleke li gorî wê bigrin, em ji hemû partî û aliyan sakîniyê, diyalogê û yekîtiyê bixwzin rasttir û baştir e.
Çimkî piştgiriya me ya bi aliyekî ra meselê çareser nake, dibê em zorê bidin herdu aliyan.
Şer do gelekê caran çawa ku mesele hel nekir, belovacî wê girantir û xerabtir kir, îro jî ewê eynî netîceyê bi xwe ra bîne…
Wek min got, me şer wek metodekî çareseriyê gelek cara ceriband, lê me tu carî jê feyde û netîceyeke cihê negirt û ez bawer nakim îro jî em jê bigrin.


Inga kommentarer: