11 december 2016

Di nabêna cahşê dibêje ez tirk im û yê dibêje ez kurd im da tu ferq tuneye

Di nabêna cahşê dibêje ez tirk im û yê dibêje ez kurd im da tu ferq û cudahî tuneye. Cahşê dibêje ez tirk im ne xerab e û yê dibêje ez kurd im ne baş e.
Heta cahşê dibêje ez kurd im hîn xayintir e û în tahlûketir e. Li gorî cahşê dibêje ez tirk im, kane bêtir zirarê bide tevgera kurd ya netewî.
Cahşê dibêje ez kurd im, wek hespê truva ye, dixwaze kelê ji hundur da feth bike.
Berê zilamên tirkan, cahş û xayinan digotin em tirk in.
Nuha modeyeke nuh derketiye, hinek dibêjin ”em kurd in”, lê belê dîsa jî wek gurên har êrîşî kurdan dikin û ji bo kurdan tiştekî naxwazin. Ji faşîstên tirkan bêtir neyartiya kurdan û PYDê dikin.
Yanî di nabêna cahşên dibêjin em tirk in û yên dibêjin em kurd in da tu ferq tuneye, herdu serî jî xulamên dewleta tirk in, her du serî jî ji bo kurdan tiştekî naxwazin.
Ferqa nabêna wan demagojî ye, yek rasterast dibêje ez cahş û xulamê dewleta tirk im, yê din demagojiyê dike, dibêje ez kurd im, lê di praktîkê da her du serî jî cahşên dewleta tirk in.
Dema tu ji bo kurdan tiştekî nexwazî, te gotiye ez kurd im çi ye, negotiye çi ye!
Ya muhîm tu ji bo gelê xwe çi dixwazî…
Lema jî dibê meriv ferqê nexe nabêna cahşên dibêje ez tirk im û yê dibêje ez kurd im. 

Heta yên dibêjin em kurd in hîn xayintir in…


XXX
Bi spîbûna rihê û por û bi pêşketina umir (temen) ra bûdeletî kêm nabe.
Yanî kurmê şîrî heta pîrî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE