12 december 2016

Di jiyanê da her kes xeletiyê dike

Di jiyanê da her kes xeletiyê dike, kesê xeletiyê neke tuneye.
Bi gotina meşhûr tenê mirî xeletiyê nakin.
Lê çi heyf ku her kes xeletiyên xwe qebûl nake.
Heta ne tenê qebûl nake, di ser da jî viya wek marîfetekê, wek mezinayiyekê, wek nîşan û îspata mêraniyekê dibînin.
Kesên wiha xwe tim rast û bi heq û kesên bûne xwediyê fikir û dîtinên nuh ya jî xeletiyên xwe qebûl dikin jî biçûk dibînin.
Em zanin di nava kurdan da hin siyasetmedar û hin serok hene wan tu carî xeletî nekiriye û nakin jî.
Çimkî di mertebeya pêxemberan da ne.
Lema jî ew tim bi heq in, wan tim siyaseteke rast meşandiye, lê yên dora wan wan fêm nakin û xeletiyan dikin.
Sûcê wan qet tuneye, sûc yê dora wan in…
Hin kes hene 40-50 sal in tu fikir û dîtinên xwe neguertine, tu carî şaşî û xeletî nekirine
Belê mirî xeletiyan nakin û tenê dîn û bûdele di xeletiyên xwe da israr dikin.

XXX
Sirva Abdulvahît di hevpeyvîneke xwe ya bi telewîzyoneke erebî ra gotibû, ”Hin jinên mêrên wan şehîd ketine, ji ber feqîriyê bedenên xwe difroşin.”
Gelek neyarên tevgera Goran, di medyaya sosyal da ji ber vê peyvê gelek heqaretên nemayî û pir bêedb li Sirva Abdulvahid kirin, Sirva lînc kirin.
Xwezî tiştê Sirva Abdulvahid gotibû derew bûya, xwezî li başûrê Kurdistanê yek jin jî mecbûrî firotina bedena xwe nebûya.
Lê tahl be jî, bi me giran were jî li Kurdistana başûr him jinên mêrên wan şehîd ketine û him jî yên din, yên ji welatên din hatine xwe difroşin.
Û muşteriyê vê bazarê jî mêrên kurd in. Ev problemeke Kurdistana başûr e, dibê ji ortê were rakirin.
Bi înkarê, bi xeberan, bi heqareta li kesên vê rastiyê tîne zimên ev birîna me, ev gelşa me ya civakî ji ortê ranebe.
Sirve Abdulvahid ne ku heqaret li jinên pêşmergeyên şehîd ketine kiriye, belavovacî wê, ev gelş rexne kiriye, gotiye jin ji ber xizaniyê bedena xwe difronşin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE