01 december 2016

Di bê ez îrov heyfa van 7 rojan hilînim...

Wey mala Xwedê hezar carî ava be, hostê şîrketa înternetê nuha hat û înterneta min piştî 7 rojan girê da.
Di bê ez heyfa van 7 rojan îro hilînim...
Ev hefteyeke bêyî internet û bêyî telewîzyon ez teqiyam. Berê ne wiha bû, lê nuha rojekê bêyî internet wek meriv di zindana tirkan dabe.
Hat serê min, neyê serê dost û hevalên min,...

XXX
Xwedê kir ku jimara kurdên ji hev hez dikin hîn ji ya kurdên neyartiya hev dikin zedetir e.
Lê meriv bi piranî dengê kurdên neyarên hev in dibihîze.
Dengê fesad û şelafan tim zêde dertê.

2016-10-30
XXx
Hûn zanin, gava hezkirin kêm bibe qusûr, kul û kêmasî zêde dibin.
Û sebebê kêmbûna hezkirinê jî qusûr û kêmasî ne.
Axir tişteki rehet tuneye, carnan meriv nikane ji rezîlan ra jî bibejê rezîl.
Xwedê bela siyasetê bide û hew…

2016-10-30
 XXX
Çeqelê ciwan ji şêrê pîr meydanê dixwaze.
Ji ava bêdeng û ji mêrê bêreng bitirse. Herdu jî tahlûke ne...
2016-10-29

XXX
Ji roja çarşemiyê da ye ne înterneta min heye û ne jî telewizyon. Hoste ewê roja pêncşemiyê were lê binêre.
Ez dibêjim belkî di tarîxa Swêd da ev cara peşî ye problemeke înternetê hewqas roj dikşine.
Yê min tim ji dunyayê der e, şansê min tim kor e.
Lê hevî dikim hoste roja pêncşemiyê were û meheke din jî dirêj neke...
Çimkî her tişt ji şansê min tê.
Ez ditirsim telefona min jî xera bibe, yanî tir ji tirê fedî nake..


2016-10-29

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE