12 december 2016

Dewlet wek salên 1990î dike dîsa dest bi cînayetan bike

Bi qasî meriv ji beyanên berpirsiyrên dewletê û hukûmetê fêm dike, dewlet dike dîsa dest bi cînayetan bike, dike wek salên 1990î dîsa dest bi revandin û kuştina kurdan  bike.
Û li gorî dibêjin, ewê vê yekê jî ne li hundur tenê, li Ewrûpayê û li  her derê dinyayê bikin.
Yanî hedefa wan êdî ewê ne girtina ”terorîstan” be, hedef ewê kuştina wan be.
Nuha viya eşkere dibêjin, lê bi rastî ewê bikin ya na di rojên pêş da emê bibînin..
Ji do da ye serokkomar Erdogan, serokwezîr Yildirim û wezîrê karûbarên hundur Soylu qala întîqam û îmhaya terorîstan dikin.
Di kanalên telewîzyonan da berdevk û aqilmendên hukûmetê, prof, leşker, akdemisyen û ronakbîrên tirk bi yek dengî dibêjin  êdî bes e, gerek qira PKKê û hevalbendên wê were anîn.
Yanî him birêvebirên dewletê û him jî kesên nêzî AKPê qala pêwîstiya şerekî pir mezin û bi xwîn dikin, dibêjin gerek dewlet koka ”terorîstan” û hemû hevalbendên wan biqelîne.
Berdevkê Erdogan Îlknûr Çevîk, do bi şev di telewîzyona AHaberê da got, ”dibê dewlet êdî siyaseta xwe ya li hemberî PKKê û hevalbendên wê biguherîne, êdî bi zimanê ew jê fêm dikin bersîvê bide wan. Dibê vana bêdeng bibin. Îsraîl li Ewrûpayê bi sedan filistînî kuştin. Piştî wê, êrîşên filistîniyan sekinî. Dibê dewlet li Ewrûpayê, li der û li hundur eynî tiştî bike. Ev nebe dawiya vî îşî nayê.”
Generalekî teqawit û pisporê ”terorîzmê” jî digot, ”em serê wan, milên wan  jêkin, êmê qira wan bînin. Qisas bi qisas. Emê li her derê muqabele bikin. ”
Ji xwe Erdogan îro ji polîsan ra got, ”dewlet li pişta we ye, hukûmet li pişta we ye. Bira gunehê we bi terorîstan neyê, her tiştî bikin, qet netirsin.”
Ev îşareta serbestkirina kuştina kurdan û qetlîaman e. Wisa xuya dike ku dewlet dike wek salên 1990î dîsa dest bi revandin û kuştina kurdan bike.
Sebebê vê hariya dewletê ne ji ber teqînên Stenbolê û kuştina 44 polîs û siwîlan e.
Îşxala Qendîlê û hin herêmên din jî mimkûn e.
Li rojava jî kanibin çi xerabiyê bikin, ewê bikin.
Yanî di bin xêliya PKKê û ”terorê” da ewê êrîşeke pir mezin û pir berfireh bibin ser kurdan û her sê beşên Kurdistanê.
Sebebê êrîşkariya dewleta tirk ne kuştina polîsan e, bûyer û pêşketinên li Kurdistana rojava û başûr e, ji ber ku li rojava û başûr nikanin rê li ber kurdan bigrin, lema jî ji hêrsan li Tirkiyê û bakur êrîşî kurdan dikin, dixwazin heyfa rojava û başûr ji kurdên bakur bigrin û di vê nabênê da li bakur tevgera kurd ya netewî, îmkan û potansiyela serê salan e peyda bûye ji ortê rakin, tasfiye bikin.
Hemû mesle ev e, dibînin kurdan piçekî pişta xwe rast kiriye, dixwazin pişta kurdan  bişkînin, bi taybetî jî nehêlin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf û desthilat.
Bi kurtî pêşrerojeke pir tarî û bi xwîn li pêş me ye.
Li hemberî van êrîşên dewletê tiştê em kanin bikin, dibê em wek pingvinan xwe bidin ser hev, hêzên xwe bikin yek û siyaseteke miştereke tanzîm bikin.

XXX
Tirkan parlamenterê HDPê yê Semsûrê(Adiyamanê) Behçet Yıldırım di meclîsê da lînc kirin û rakirin nexweşxanê.
Bi baweriya min êdî ciyê kurdan di meclîsa tirk da tuneye û dibê kurd vê rastiyê bibînin û dev ji meclîsa tirk berdin.
Li meclîsa tirk, kurd êsîr in, kes nikane bi rengekî azad fikrê xwe, bîr û baweriya xwe bibêje.
Kî devê xwe vedike wek gurên har yên devbixwîn lê tên hev û lînc dikin.
Yê dibêje ez kurd im dibê dev ji meclîsa tir berde, çimkî zemîna mayinê nemaye, feydeyek wê tuneye.
Lê esas ne meclîs tenê, ciyê kurdan êdî di tu dahîreyeke dewletê da jî tuneye.
Tirk êdî naxwazin kurdan bikin mamûrên dewleta xwe jî. Ji bo mamûretiyê dibê meriv bibe neyarê qewmê xwe.
Lema jî dibê kurd êdî hêviya xwe ji mamûrtiya dewletê jî qut bikin. Çare dibê em bibin xwedî maf, xwedî hukim û dewlet…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE