10 december 2016

Dazwaza yekîtiya netewî dibê ne taktîk be !

Piştî banga Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya ji bo yekîtiya neteweyî, serokê PYDê Salih Muslim û serokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle jî bi beyanekê piştgirî dane vê beyana KCKê ya yekîtiya kurdan û civandina kongreyeke netewî.
Bêguman yekîtiya kurdan tiştekî ji lazimiyê wêdatir acîl e, dibê kurdên herçar perçên Kurdistanê bi lez û bez di nabêna xwe da yekîtiyeke netewî çêkin, ev zarûrî ye.
Di vê çarçewê da ev banga KCKê jî baş e û hêvî dikim netîceyekê bide.
Yên min taqîb dikin zanin wek şexs ez her roj vê daxwaza yekîtiyê dubare dikim.
Lê tiştê ez fêm nakim şêla KCKê, Salih Muslim û Hatîp Dîcle ye. Wek tê zanîn KCK, Salih Muslim û Hatîp Dîcle dewleteke kurd, Kurdistaneke serbixwe naxwazin.
Hatîp Dîcle got wî fikra Kurdistaneke serbixwe avêtiye ser sergoyê tarîxê.
Salih Muslim gav û saetê dibêje dewletên netewî ne baş in.
De îcar ev yekîtî û cepheya netewî ewê li ser çi be û ewê ji bo miletê kurd çi bigre programa xwe?
Lema jî berî her tiştî dibê KCK, Hatîp Dîcle û Salih Muslim dîtinên xwe yên li ser naverok û çarçeweya yekîtiyê zelal bikin, bibêjin ew ji bo kurdên Kurdistana bakur û rojava çi dixwazin.
Ji bo başûr û rojhilat fikrê wan çi ye?
Em bibêjin Salih Muslim federasyonê dixwaze. Lê di eynî wextê da dewletên netewî şaş dibîne.
Ev jî tê maneya ew li dijî dewleteke kurd e. Çimkî yê bêdewlet tenê kurd in.
Û em zanin yên serxwebûnê û dewleteke kurd dixwazin hene.
Lê Hatîp Dîcle tew federasyonê jî naparêze. Heta ew jî ne bes e li dijî dewletbûna kurda ye jî.
Bi kêmanî berê wisa bû, tiştên di vê maneyê da gotin.
Heger Dîcle nuha fikrê xwe guhertiye ew tiştekî din e.
Wê demê jî dibê meriv vê guhertinê ji devê wî bibihîze. Dibê meriv bizane ew ji bo Kurdistana bakur û beşên din ên Kurdistanê çi dixwaze…
Yanî ji bo yekîtiyeke netewî heger KCK, PYD, KCD bi xwe serxwebûnê nexwazin jî dibê piştgiriyê bidin hêzên Kurdistanake serbixwe û dewleteke kurd dixwazin.
Dibê bibêjin serxwebûn mafê miletê kurd e, ew bi xwe viya naparêzin lê belê ew ne li dijî Kurdistaneke serbixwe ne.
Nikanîbûn tiştek e, lê nexwestin tiştekî din e.
Gava ez dibêjim dibê kurd serxwebûnê biparêzin û bibin xwedî dewleteke serbixwe, ev nayê wê maneyê em çi bixwazin xelkê bide me.
Her kes zane ev mesele hewqasî ne rehet e.
Lê ji bo ku meriv kanibe tiştekî bi dest xe dibê meriv bixwaze, dibê meriv talibê wê be.
Lema jî dibê KCK, Salih Muslim û Hatîp Dîcle çarçeweya yekîtiyê zelal bikin, bibêjin ew ji bo perçên xwe û ji bo perçên din ên Kurdistanê çi dixwazin.
Li Sûriyê û li Kurdistana rajava û başûr rewş pir krîtîk e, Rûsya li Sûriyê bi Tirkiyê ra li hemberî kurdan planên pir xerab digerîne. Ji bo ku rê li ber yekîtiya axa kurdan bigre rê dide Tirkiye têkeve El Babê. Ev yek tê hesabê Îranê û Sûriyê jî.
Hemû dek û dolab dîsa li ser pêşeroja kurda ye, lema Kurdistanê qetqetî dikin, ji bo ku kurd nebin xwedî Kurdistaneke yekbûyî.
Heger yekîtiyeke netewî çê nebe hemû qezencên li başûr û rojava heta nuha hatine bidestxistin kanin ji dest herin.
Lema jî yekîtî lazim e, lê dibê li ser esasekî saxlem be, ji bo miletê kurd daxwaza dewletbûnê û Kurdistaneke serbiwe bike…
Lê dîsa jî dibê hêzên kurd bi KCKê, PKKê û PYDê ra msela yekîtiyê minaqaşe bikin û miheqeq bigijîjin netîceyekê



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE