29 december 2016

Çîroka gurê boz û xayinên me



Gurê boz ji ser qotê zinarekî bilind çêlikê xwe yê nuh bi ser nigan ketibû fêrî nêçîrê dikir, jê ra qala xeterî û tahlûkeyên der û dorê û jiyanê dikir.
Li deşta jêr ya bin quntarê çiyê da keriyek pezê diçêriya bala gurê biçûk kişand. Cara heywanên wiha nedîtibû. Bi meraq ji bavê xwe pirsî:
-Errrik, ewên han çi ne ?
Gurê boz got:
-Ew heywanên tu dibînî pez e ez bi qurban, hemû mîhî ne. Goştê wan pir lezîz e. Gava fersend çê bû vêkeve û bixwe. Ew nesîbê te ne. Tu yê ji goştê wan pir hez bikî. Ilim jî goştê berxikê wan pir nerm û xweş e…
Gurê biçûk îcar şivan nîşan da û got:
-Le ewê kulav lê û çoyek di ber ra ye û li wir sekinîye kî ye? Ew çi teba ye?
Gurê boz bi awirekî cidî îcar dest bi nasandina şivên kir, got:
-Ew li ber pez e, pez diparêze. Navê wî şivan e. Aman aman tu carî xwe nêzî wî nekî. Gava te ew dît tavilê ji wir baz de û here li derekê xwe veşêre.
Bîstek derbas bû, gurê biçûk îcar kûçikê li dora kerî digeriya meraq kir û got:
-Le ewê dişibe me kî ye, ew çima li wir e?
-Gurê boz kesereke kûr kişand û got:
-Axxx, axxx! Erê ew dişibe me lê ne ji me ye. Û yê malik li me viritandiye jî ew xayin e. Ew berê ji me bû, lê nuha kûçikê kerî ye. Pir tehlûke ye. Neyarê me û qewmê xwe ye. Hevza ji xwe wî bike…!
Ev mesela me kurda ye, halê xayinên me ketinê baş teswîr dike, eynî tişt hatiye serê me jî.
Mixabin bi hezaran kurd jî wek kûçikên vê çîrokê bûne zilam û parêzvanên dijminên me. Wek kûçikên dijmin êrîşî qewmê xwe, xwişk û birayên xwe dikin..
Wek seyên gurêx ji dijmin bêtir zirarê didin gelê xwe û tevgera kurd ya netewî. Bi kurtêlan, bi hestiyan ji alî dijmin ve hatine kedîkirin û bûne kûçikên keriyê neyarê xwe.
Gerek meriv kurdên destik û hevalên neyar tu carî ne ji bîr bike û ne jî efû bike.
Dibê meriv hevalbendiya bi dijmin ra, hevkariya bi dewleta tirk ra tu carî xweş nebîne.
Gava meriv hevalbendiya bi dijmin ra xweş bibîne, hinekên din jî ewê cerasteê bigrin û ewê jî bidin ser şopa wan, ewê jî bibin cahş û xayinên qewmê xwe.
Hevalbendiya bi dewletê ra dibê tim wek karekî qirêj, wek rûreşiyekê were dîtin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE