22 december 2016

Çîroka etarên zindana Şamê û rewşa kurdan


Çendakî berê di malpera kurdekî  ji Efrînê bi navê Mihemed Hemkoçer, min bîranîneke pir xweş û manîdar xwend.
Reşîd Hemo ji Mihemd Hemkoçer ra  qala vê serpêhatiya xwe ya girtîgeha(hefsa) Şamê kiriye.
Di destpêka salên 1960î da Apê Osman Sebrî û Reşîd Hemo li Şamê di hefsa Elqelee da bûne.
Rojekê Reşîd Hemo û apê Osman Sebrî  li hewşa hefsê piyase û sohbet dikin. Li kêleka wan du hefsiyên din jî ji xwe ra sohbet dikin. Herdu jî kurd in.
Yek ji hevalê xwe ra dibêje:
” Xwezî ez nuha li Şiyê(navê gundekî Efrînê ye) bûma. Ezê daketama nava bexçe. Minê bala xwe bida bahcanên me yên bûne. Minê fîrtek(têrek, xurcek) dagirta...
Hevalê wî jî tim dibêje ”ê, paşê”?
-Minê fîrtê xwe li kerê xwe kira û berê xwe bida gundê jor. Minê fîrtê xwe dayna ser delûbê(cercerê) û minê bi dengê hêlî ban bikira û bogata, werin bahcana, ha werin bahcana…werin bahcanên teze, werin bahcanên bexça…
Hevalê wî yê tim digot, ”ê le paşê…” dibêje:
-Lê gava tu bihata, min berî te bahcanên xwe danîba wir û min ban bikira, te yê çi bikira?
Ew jî dibêje:
-Minê jî dayna kêleka te û ban kira.
Hevalê wî dibêje.
-Minê nehîşta tu ban bikî û bahcanên xwe bifroşî…
Yê din dibêje:
-Çawa te yê nehîşta?
Apê Osman Sebrî ji Reşîd Hemo ra dibêje, vana nuha ewê rabin hev…
-Te dihîşt, min nedihîşt…
Dawiya dawî yek ji yê din ra dibêje:
-Hema va ye ez hatim û hesab bike tu jî li wir î. Hela ka tu yê  ça nehêlî ez ban kim û bahcanên xwe bifroşim!  A ez hatim, ço, ço, hûşşş, hûşşşş, ( kerê xwe disekinîne), min firît(xurc, têr) danî… Hela ka nehêle !
Hevalê wî lê dinêre û dibêje:
-Firîtê(xurcê) xwe ji wir rake, ezê berê bifroşim!
Rakdikim, ranakim, radikim, ranakim û terp û rep radibin hev…
Apê Osman û Reşîd Hemo dikevin nabêna wan, wan ji hev diqetînin. Piştî ku hinekî aş dibin herduyan li hev tînin…
Apê Osman Sebrî ji wan ra dibêje, ”lawo we ji hev xêr e, hûn çi ji hev dixwazin?”
Dibêjin, ”weleh em ji canê xwe aciz in. Me li ser tiştekî tune li hev xist…”
Reşîd Hemo dikene.
Apê Osman Sebrî  jê ra dibêje, ”Ezbenî, bira kenê te pir bi wan neyê, ma ne em jî ji bo tiştekî tune şerê hev dikin…”
Ez dibêjim îro jî aqilê me kurdan hîn aqilê van herdu etarên(çerçiyên) zindana Şamê ye.
Partiyên kurd jî eynî wek van herdu etarên zindana Şamê li ciyê rehetiyê ketine gewriya hev….
Lê ya herî xerab kesê kanibe wan ji hev biqetîne  li hev bîne jî tuneye…



Inga kommentarer: