27 december 2016

Carnan dibê meriv devê xwe bigre


Teşxeleyên nabêna hin partiyên kurd pir gurr bûye. Heval û dostên vê partiyê û wê partiyê xwe li hev serqot kirine û bi hêrseke mezin dibezin hev. Gotên nemayî ji hev ra dibêjin, her yek hev û du bi zilamtiya dewletekê îtaham dikin.
Bi kurtî nuha di nava kurdan da atmosfera siyasî gelkî ne xweş e, însan zû gotinên ne xweş ji hev ra dibêjin, zû dilê hev dihêlin.
Bi min wiha tê van rojan meriv çiqasî xwe tevî vê teşxelê neke hewqasî baş e. Serê meriv ewê vehesiyayî be.
Tu çi dibêjî miheqeq hinek êrîşî te dikin, te bi hevaltiya vê partiyê û wê pariyê îtham dikin. Dixwazin ya tu yê bi Apocî bî, ya jî Barzanîcî. Wekî din tu rê û tu rastî tuneye.
Rastî şûrkîşiya aliyekî û êrîşî aliyê din e.
Gava meriv şûrê partiyekê, aliyekî nekşîne û êrîşî partiya din, aliyê din neke meriv dibe yê nêtxerab û zilamê aliyekî.
Lema jî ji nuha û pê da heta ji min were ezê xwe tevî teşxeleyên partiyan, tevî teşxeleyên PKKê û PDKê nekim û li ser wan, ne bi başî û ne jî bi xerabî tiştekî nenivîsim.
Ji xwe di warê siyasî da tu rol û giraniyeke nivîsên min tuneye, tenê ”dijminan” ji min ra çê dike…
Min çi nivîsî ye, çi gotiye tu tesîrê li serok û birêvebirên herdu aliyan nake. Emerîka nikane wan li hev bîne îcar ewê guh bidin nivîsên kesên we min…
Lema jî kî çi dike, kî ji kê ra çi dibêje û bi çi îtham dike, kî şerê kê dike ew ji xwe ra zanin.
Bira demek jî wiha derbas be. Hela binêrim çawa dibe. Belkî di deqîqeya dawî da li  xwe varqilin û dijminan bi xwe nekenînin. Gelşên xwe bi diyalogê, bi riyeke aştiyane hel bikin.
Carnan dibê meriv xwe bide aliyekî, devê xwe bigre û li bûyeran temaşe bike.
Çimkî gotin û nivîs bêtesîr e…
Hêvî dikim serokên kurdan riya aqil bibînin û trajediyeke din, birakujiyeke din bi gelê xwe nedin jiyandin.
Rewş krîtîk e, meriv hêvî dike hinek têkevin nabênê û avekê li vî agirî kin, rê li ber şerekî nabêna PKKê û PDKê bigrin. Şerekî nabêna PKKê û PDKê ji bo kurdan ewê bibe sebebê felaketeke mezin. Bi başûr nasekine, ewê pir berfireh bibe. Hêvî dikim tiştekî wiha nebe.
Lê fêsad û gelacên herdu aliyan jî pir in, di medyaya sosyal da ew jî benzînê li êgir dikin.
Ya xerab bêyî xemgînbûnê meriv nikane tiştekî bike…

Inga kommentarer: