07 december 2016

Cahş û cahşîtî


Broşûreke Dr. Şivan(Saît Kirmizitoprak) bi navê ”Caş û Caşîtî” heye. Broşûreke balkêş e.

Dr. Şivan, gava li Kurdistana başûr bû, di nava nêzî du salan da (di nabêna salên 1970-1971ê) da çend kitêb û broşûrên hêja nivîsîne. Ji van broşûran yek jî bi navê ”Caş û Caşîtî” ye.*

Dr. Şivan di vê broşûra xwe da li ser îxanetê, xayinan û tarîxa caşîtiyê û gotina ”cahş” cara pêşî kê û kînga bi kar aniye disekine û ji tarîxê hin numûneyan dide, navên hin kurdên bi gelê xwe ra xayintî kirine û bûne hevalên neyaran dide.

Tarîxa li ser broşûrê 5ê tîrmeha (temûza) 1971ê ye, yanî teqrîben 4 mehan berî kuştina wî ye…
Dr. Şivan, di vê broşûra ”Caş û Caşîtî”yê da qala qala şerê nabêna Suleyman Nazîfê xayin( 1870-1927)û şêx Abduselam Barzanî dike.

Nabêna şêx Abduselam Barzanî û Suleyman Nazîfê diyarbekrî ne baş bûye, şerê nabêna wan pir gurr bûye û bi salan dom kiriye.
Suleyman Nazîfê cahş  wê demê waliyê Silêmaniyê.

Suleyman Nazîf cahşekî har, neyarê qewmê xwe, fêlbaz, merivekî bêrumet û bêşeref bûye.
Şêx Abduselam Barzanî jî merivekî mêrxas, şerevan û egît bûye. Tu carî ji ber Suleyman Nazîf danexwariye.

Rojekê Suleyman Nazîf  di heqê Abduselam Barzanî da ji saderazemê (serokwezîrê) dewleta Osmanî Talat Paşa ra nameyek pir bi hêrs dinivîse. Di nameya xwe da gotineke pir manîdar bi kar aniye, gotiye:

"Dibê ya serê min ya jî serê Şêxê Barzan, ji cenabê we ra were pêşkeşkirin..."

Gava mektûb tê xwendin, Talat Paşa dikene û bi dengekî bilind û bi qerf dibêje:

"Xem nîn e. Bi rastî serê şêxê Barzan an yê Suleyman,  ferg na ke. Bi kêmasî ji wan serê yekî ewê were jêkirin. Ji bo me gelek maqûl e. Ji ber ku herdu jî kurd in..."

Piştî gelek raporên Suleyman Nazîf yên bi vî rengî, Şêx Abduselam Barzanî û 5 hevalên wî di sala 1914 da li Mûsilê tên îdamkirin.

Şêx Abduselam birayê Mele Mistefa Barzanî yê mezin e.
Tiştê Talat Paşa wê rojê got, Erdogan îro eynî tiştî dibêje. Gava Erdogan cahşan dişîne şerê gerîla, ji bo Erdogan zêde ferq nake kî kê dikuje, ya muhîm yê tê kuştin kurd e.

Dr. Şivan, cahşîtî ji bo tevgera kurd ya netewî wek gelşeke mezin dîtiye û lema jî serê xwe pê ra êşandiye.

Ji serîhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî bigre heta bi serîhildana Şêx Seîd, Agirî, Simko, Şêx Mahmûdê Berzencî, Qazî Mihemed, şoreşa Mele Mistefa Barzanî û serîhildana PKKê, di hemû serîhildanên kurdan da cahşan zirarên pir mezin dane kurdan, heta meriv kane bibêje hema hema hemû serîhildan di netîceya îxaneta hin eşîran û cahşan daa têk çûne, derbên herî mezin û xedar cahşan li tevgerên kurdan dane.

Şêx Ubeydulah di sala 1881ê da di hevpeyvîneke xwe da dibêje ”leşkerên dijmin(Îrana wê demê)şandine ser me bi eslê xwe kurd in.”**

Yanî cahşîtî ne sîstmeke îxanetê ya îro ye, di dema serîhildana Şêx Ubeydulah da jî hebûye. Jimara cahşên Kurdistana başûr herî kêm deh qatê pêşmergeyan bû.

Û îro jî li bakur û rojhilatê Kurdistanê bi hezaran cahş hene.
Vana cahşên basît, yên bêşiûr in. Lê cahşên siyasî jî hene, ew jî he roj di telewîzyonan da ji tirkan bêtir êrîşî kurdan dikin.

Dijminên me ji vê nuxteya me ya zeîf tim sûd wergirtine û bi vê riyê zirarên mezin dane kurdan.

* Dr. Şivan-Saît Kirmizitoprak, rûpel 524
**Dîroka Kurdistan di çapemeniya Swêd da. Rûpel 73. Rohat Alakom.



Inga kommentarer: