Hin kes buhtanan li Erdogan dikin
Fena ku Erdogan berê baş bû, lê nuha xera bûye.
Fena ku Erdogan berê ne milîyetçî bû, lê nuha wisa bûye.
Fena ku Erdogan berê ne antî kurd bû, lê nuha wisa bûye.
Fena ku hedefa Erdogan berê ne tunekirina kurdan bû, lê nuha wisa bûye...
Fena ku Erdogan berê dixwest mafê kurdan yên netewî bide, ev yek qebûl kiribû, lê nuha dev guhertiye.

Ev îdîa ne rast e, dibê meriv buhtanan li Erdogan neke, ji
roja roj da ye hedefa Erdogan tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî ye.
Erdogan berî nuha bi salan got, "mesela kurd di serê we
da ye, hûn nefikrin mesela kurd tuneye."
Yanî Erdogan tu carî hebûna Kurdistanê û mafê kurdan qebûl
nekiriye û tu carî jî nexwestiye qebûl bike.
Erdogan 14 sal berê çi bû, çi difikirî, dixwest çi bike, îro
jî ew e, wiya difikire û dixwaze wê bike.
Erdogan xwest bi hin demagojiyên vala û hin tawîzên
xapandinê wextê qezenc bike û hin kesên zeîf bikşîne aliyê xwe.
Û bi ser ketin jî, him jî bi zêdayî…
Û bi ser ketin jî, him jî bi zêdayî…
Mesela hin tawîzên biçûk, wek TRT6ê û li hin zanîngehan
vekirina beşên kurdî ceribandina taktîkeke nuh bû, xwestin bi şer ra vê riyê jî
biceribînin. Kesên nikanîbûn bi zor bikirana hevalên xwe, bi riya TRT6ê kirin.
Berê tenê ”ço” bi kar dianîn, di înkarê da israr dikirin,
Erdogan ev siyaset guhert, ji dêlî ”ço” tenê, îcar bi destekî ”ço” nîşanî
kurdan da û bi destekî jî gizêr dirêjî kurdan kir.
Ji nava kurdan bi hezaran kesên ser serî xwe avêtin ji ser
GIZÊRÊ da derketin.
Ma çi zirara dewletê di vê da heye?
Ji ber ku dewletê çend quriş xist mista çend siyasetmedar, serok, nivîskar û ronakbîrên kurd li zirarê dernekt, belovacî wê li karê derket…
Ma çi zirara dewletê di vê da heye?
Ji ber ku dewletê çend quriş xist mista çend siyasetmedar, serok, nivîskar û ronakbîrên kurd li zirarê dernekt, belovacî wê li karê derket…
Çimkî ji bo Erdogan ya muhîm kurdan ji ber hev da bixîne,
cepheya wan belav bike û dost û hevalbendên dewletê zêde bike.
Hukûmeta AKPê bi vê taktîka nuh bi hezaran kurd ji ser rê da
xistin, ev rastiyek e.
Ev yek çawa, bi kîjan riyê, bi kîjan taktîkê, bi zor ya jî
bi rehetî dibe ne muhîm e, ya muhîm dibê kurdan asîmîle bibin û peyderpey bibin
zilamên dewletê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar