24 december 2016

Dibê Nêçîrvan Barzanî berî PKKê dewleta tirk bi vî rengî tehdîd bike !



Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên PKKê li Şingalê gotiye, “Ji bo derxistina wan ji Şingalê eger pêwîst be ewê zor(hêz) were bikaranîn.”

Ev gefeke şer e û dibê meriv bi şîdet li dij derkeve. Nakokiyên nabêna hêzan çiqasî mezin û cidî bin jî zor û şer ne rast e, di demeke wiha krîtîk da ji bo miletê kurd felaketeke mezin e.

Û di ser da ev beyana Nêçîrvan li dijî soz û beyayên Mesûd Barzanî yên li ser şerê birakujiyê jî...
Ev 21 sal in bi hezaran komando û tîmên tirk li 10 herêmên Kurdistanê hene.

Lê ev jimar jî ya medyaya tirk dibêje. Bi diristî kes nizane çend hezar leşkerên tirk, li çend herêmên Kuridistana başûr in.

Nêçîrvan Barzanî heta nuha tu carî ji bo hebûna leşkerên tirk yên li Kurdistanê gotineke wiha nekiriye û gefeke wiha li dewleta tirk nexwariye.

Erdogan hîn do got, "ewê nehêlin li bakurê Sûriyê dewleteke kurd ava bibe ."
Heger Nêçîrvan pir jêhatî ye bira bersîva Erdogan bde, bira ji Erdogan ra bibêje çima tu yê nehêlî "li Sûriyê dewleta kurd ava bibe? Çima tu bela xwe ji kurdan venakî?"
Em kurd xurtên hev in, heger tu pir xurt î vê gotinê berî PKKê ji tirkan ra bibêje…
Ji dewleta tirk ra jî bibêje heger hûn leşkerên xwe ji welatê min dernexin emê ”zorê” bi kar bînin.
Bira hukûmeta Kurdistanê(ne Nêçîrvan Barzanî û PDK) vekişîna ji Şingalê ji PKKê bixwaze, lê ne bi vî hawî û ne bi tehdîda şer û zorê.

Dibê ev yek bi diyalogê û bi îqnayê bibe.
Dibê PKK jî hurmetê nîşanî biryara hukûmeta Kurdistanê û hêzên kurd bide û bi hawakî li hev bikin.
Lê bi dîtina min dibê Nêçîrvan Barzanî berî PKKê, dewleta tirk tehdîd bike û leşkerên wan ji Kurdistanê derxe.

Bi kêmanî dibê nuha eynî tiştî ji Tirkiyê jî bixwaze, bixwaze Tirkiye jî hemû leşkerên xwe ji Kurdistanê derxin.

Bêdengmayina li hemberî îşxala leşkerên tirk û tehdîtkirina PKKê ne şêleke rast û netewî ye.
Di vî warî da dibê partî û hêzên din jî bêdeng nemînin û şêla xwe diyar bikin.

Çimkî ev mesele ne ya PDKê û Nêçîrvan Barzanî tenê ye, mesela hukûmet aKurdistanê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE