21 december 2016

Bersîva kurdperwerekî bawermend


Birayê hêja, helbet bawermendên wek terorîstan nafikirin hene, helbet musilmanên li dijî terorîstan hene.
Lê ev netîceyê naguherîne. Heger di nava 57 dewletên îslamê da dewleteke pêşketî, modern û demokratîk tunebe, 1,5 miljar musulman di nava feqîrî û binê zulma dîktaroran da bijîn, heger ji nava 52 welatên îslamê tim însan ji ber feqîriyê, zulmê û tunebûna azadiyê birevin Xerbê û nava alema xirstiyan, dibê meriv qebûl bike problem ji me ye.
Û dibê meriv di nava mala xwe da li sebebê vê yekê bigere. Li kêmasî, şaşî û qusûrên xwe bigre.
Ne mimkûn e têkilî û tesîra dînê îslamê, baweriya me, îdeolojiya îslamê li ser vê rewşa merivên musilman û cîhana îslamê tunebe.
Dema ji nava musilmanan tevger û rêxistinên wek Daîşê, El Qaîdê û bi sedan yên wek wan derkevin,
dema ji nava musilmanan bi milyonan terorîst û qatilên serê însanan wek mirîşkan bi ”Alahu ekber” jêkin derkevin,
meriv nikane bibêje tesîra dîn û îdeolojiya îslamê li ser van kesan tuneye. Sûc tenê yê însanan e.
Ne wisa ye, di kirinên însanan da rol û tesîra baweriyê û îdeolojiyan pir e. Dibê meriv viya bibîne.
Alimên ”kafiran” hesabê roja bicîbûna li ezmanan dikin, yê musilmanan hîn minaqaşeya dibê meriv bi kîjan destî qûna xwe bişo dikin.
Kesê mehekê di telewîzyonan da li waaz û şîret û nesîhetên alimên îslamê guhdarî bike, ewê hiş berde û bi çolan keve.
Tiştê alimên îslamê îro pê mujûl in mijarên serdema kevir û pêşîn bû…
Yên van tiştan bi însanan dide kirin dîn e, îdeolojiya îslamê ye.
Çavkaniya vê fikrê, ilmê van alimên îslamê xwe dispêrinê dîn e, hesîs in, îslamîyet e.
Xelkê di dînê xwe da reform kiriye, dîn û dewlet, dîn û karê dinyayê ji hev qetandine, lê yên me hîn di sedsala 7a dijîn, hîn civateke, jiyaneke li gorî Quranê dixwazin.
Netîce, ne rast e meriv sebebê vê perîşaniya xwe, vê paşdamayinê ne li hundur, tim li derve bigere, tim têxe hustuyê Emerîka, Xerbê û Îsraîl.
Bi sedhezaran musilman li Ewrûpa bê kar û bê îş him bi alîkariya dewletan dijîn û him jî bi çavê neyaran li van dewletan û miletên wan dinêrin. Miletên xiristiyan ”kafir” dibînin, heywanê bi destê wan tên şerjêkirin heram dibînin. Perê ”kafir” didin wan ne heram e, lê xwarina wan, destê wan heram e.
Yên zarokên musilman dikin terorîst û pê xelkê swîl û zarokan didin kuştin alimên îslamî ne, mele ne, di mizgeftan da serê zarokan dişon û dikin dijminên van milet û welatan.
Bi pere û alîkariya dewletên Ewrûpî, mamoste di desrsên dînî da ne agahiyên li ser dînan, kîn û nefreta li hemberî van welatan û xiristiyanan belav dikin. Lema jî zarok dibin dijminên civatên ew tê da dijîn.
Ez me kurdan numûne bidim.
Bêguman dijminên me zalim in û xêra me naxwazin û dixwazin em tim bindest bimînin.
Lê belê sebebê bindestiya me, sebebê tunebûna dewleteke me ya serbixwe ne dijmin tenê ye. Sebebê mezin ji me da ye, em bêkêr, nezan, xeşîm bûne û tim hatine xapandin.
Em tim bêtifaq û şeq şeqî bûne. Ji bo ku em bibin xwedî dewlet me hêza xwe nekiriye yek.
Tiştê mezin, rîsipî, mîr û begên xelkê bîr birine, yên me kurdan bîr nebirine.
Yekî bîr biriye, sed heb li dij derketine û lema jî hemû cîranên me bûne xwedî dewlet û em jî man bindest û kole.
Bi serokên wek Erdogan, bi alimên wek Gulen û bi îdeolojî û normên dînê îslamê hezar û yek sal here jî alema îslamê bi pêş nakeve û nagihê welatên Xerbê.
Heta ku musilman xwediyê van fikiran û vê îdeolojiya îslamî be, hêviya musilmanan ya zikekî têr û jiyaneke azad ewê tim koçberiya welatên Xerbê be…

Inga kommentarer: