03 december 2016

Berî milet hûn bibêjin ev dewlet ne ya me ye

Serokê KCKê Cemîl Bayik, di hevpeyvîna xwe ya bi Stêr TVê ra gotiye:
”Gelê me dibê êdî bi vê dewletê ra nejî. Dibê êdî bi vê sîstemê ra di her warî da têkiliyên xwe qut bike. Gava qut bike ev sîstem ewê hîn zûtir hilweşe…”
Heger ne forteke vala be pir baş e, îşareteke xêrê ye.
Û ez ji vê hedefê ra li çepikan dixim…
Ji serê salan da ye em viya ji we dixwazin, em dibêjin dev ji siyaseta partiya Tirkiyê berdin, lê hûn qebûl nakin.
Ji dêlî ku hûn serxwebûnê ya jî federasyonê bixwazin, we hertim gotiye, dewlet ji bo kurdan xerab e, hûn dixwazin qûna dewleta tirk ya xwar rast bikin û demokrasiyê bînin Tirkiyê.
Berî milet, hûn bibêjin ev dewlet ne ya me ye û dewletê bixwazin.
Heger ne derew e, berî her kesî dibê hûn wek PKK, wek hêz vê hedefa xwe bi deklerasyonekê, bi beyanekê îlan bikin û dibê berî her kesî hûn têkiliya xwe ji vê dewleta ceberrûd qut bikin.
Hevalên xwe ji meclîsê vekşîninû serxwebûna Kurdistanê bikin hedefa xwe.
A wê demê gelek kesên heta nuha hûn rexne dikirin jî ewê ji we ra li çepikan xin û piştgiriyê bidin we.
Netîce dibê ev bi gotinê tenê nemîne, têkeve praktîkê.
Wa ye we bi gotin got, ma praktîk.
Em li bende praktîkê ne…

XXX


Pêşiyan gotiye, zarok bi şekir, mezin bi sondan tên xapandin. Kê zêde sond xwar hûn bizanibin hîleyek tê da heye, ji bo derewekê veşêre sond dixwe.
Rastî, ne motajê sondê ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE