04 december 2016

Berê em weka nuha ne perîşan bûn




"Ev begê kurd tu dibêjî qey ne bajarekî, welatekî, dewletekê îdare dike, wisa serbilind, bi xurûr û ji xwe bawer..."
Kemalîst û îslamiyên tirk yên faşîst kurd pir perîşan kirine, kirine wek mirîşka serjêkirî, em ne sax in û ne jî mirî ne.
Erê hin kesên ji xwe ra dibêjin em kurd in hene, lê ev kes jî wek nexweşên di komayê da bin, ew jî li ber mirinê ne.
Tirkan, di nava 90 salî da li Kurdistana bakur kurd ne fizîkî be jî, lê di warî kulturî da qir kirin, bi milyonan kurd helandin, ji kultur, zanîn, marîfet, tarîx û nasnameya wan, ji welatê wan dûr xistin û kirin qewmekî ne kurd e û ne jî tirk. Lê di demeke kin da ewê bibe tirk.
Baran Zeydan yek ji xortên me yên gelekî zana û zîrek e, kurdperwer û xwedî hedef şiûrekî netewî ye.
Bi wergerên xwe yên ji îngilîzî ku hemûyan di malpera ”Bitlisname.comê” da diweşne, ji gelê xwe ra karekî pir hêja dike.
Kurdan li ser dîroka kurd û Kurdistanê agadar dike, şiûrekî netewî dide kurdan.
Ji kurdan ra dibêje kurdno, xwe û dîroka xwe, welatê xwe nas bikin, berê hûn tiştekek bûn!
Hûn miletekî xweî marîfet û kultur bûn.
Gerok û mîsyonerên ewrûpî dibûn heyranên we û welatê we, heyranên bajarên we.
Heyranên kincên we.
Heyranên hukumdarên we.
Heyranên serbilindî û fexra we ya netewî!
Baran Zeydan, li ser Betlîsê paragrafek ji çavdêriyên mîsyonerekî ewrûpî weşandiye.
Çavdêriyeke pir hêja ye.
Dem, destpêka sedsala 1800î ye. Mîsyoner Betlîsa salên 1800î da wiha tarîf kiriye:
”Ez werim ser vî bajarê qedîm. Li hemberî xweşikiya wî dewxa min çû. Û piştî ku min hukumdarê bajêr nas kir, ez hîn bêtir di binê bandorê da mam. Ev begê kurd tu dibêjî qey ne bajarekî, welatekî, dewletekê îdare dike, wisa serbilind, bi xurûr û ji xwe bawer hereket dike. Şêla hukumdarê kurd tenê ne wiha ye, hemû gelê Betlîsê wek ku hemwelatiyên Dewleta Betlîsê bin bi xurûr û ji xwe bawer in, bi kincên kurdî yên bi
şaşaa(yên muhteşem, rengorengo) li kuçe û kolanan digerin.”
Ez du sal berê çûm Betlîsê, ji wê Betlîsa vî camêrê ewrûpî bi kêmanî 200-250 sal berê dîtiye û bûye heyranê wê û gelê wê û hukumdarê wê, eser nemaye, zerre nemaye.
Tirkan di nava 100 salî da ev Betlîsa(helbet gelek bajarên din jî)bi îhtîşam, Betlîsa ku seyah û mîsyonerên ewrûpî dibûn heyranên wê, kirin bajarekî tirkan yê wêran û di her warî da paşdamayî.
Bajarekî ji gelk tiştan mahrûm.
Bajrekî hustuxwar.
Tirkan wek kulî û qimil welatê me, bajarên me wêran kirine.
Kurd asîmîle kirine, ji cil û bergên kurdî bigre, heta bi kultur, folklor û zimanê kurdî jî tê da mehû kirine, tu tiştekî netewî û mexsûsî miletê kurd, bi kurdan ve nehîtine.
Tirkan em kurd kirine miletekî bi navê xwe kurd, lê bi kultur, urf û adet û rabûn û rûniştina xwe û bi zimanê xwe miletekî tevlihev, miletekî ne tam kurd e û ne jî tam tirk e, miletekî wek gêrmiya gavanan tevlihev…
Betlîsa salên 1800î û ya nauha bidin ber hev hûnê heq bidin min, hûnê bibînin ku van tirkên mahcir û faşîst em çiqasî ji kurdayetiyê dûr xistine û rezîl kirine…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE