30 december 2016

Belovacîkirina rastiyê nediristî ye

Malpera IMPNEWSê, li ser makezagona (qanûna esasî) ya nuha li Tirkiyê AKP û MHP bi hev ra hazirkirine û şêla HDPê ya li hemberî vê makezagona nuh bi mamosteyê zanîngehê Vahap Coşkun ra hevpeyvînek kiriye. Faysal Dagli ev hevpevîn di facebookê da parve kiribû. Ev nivîsa min şiroveya li ser wê nivîsa Vahap Coşkun e.


Vahap Coşkun hevalekî AKPê yê biaqil e, zêde xwe deşîfre nake. Lê bi hostayî tim HDPê û PKKê neheq û AKPê jî tim bi heq nîşan dide.
Coşkun  di derke nivîsa xwe da wiha  gotiye:
”Tirkiyê li hemberî Tehdîdên FETO û PKKê ku ji bo xwe wek mesela hebûn û nebûnê dibîne, ji mutefikên xwe alîkariya hêvî dikir negirt, hêza wan li pişt xwe his nekir.”
”Türkiye varoluşsal bir anlam atfettiği FETÖ ve PKK tehditlerine karşı geleneksel müttefiklerinden beklediği desteği alamadı, onların gücünü arkasında hissetmedi.”

Yanî ji ber ku Emerîka bi Tirkiyê ra şerê PKKê nekiriye, di vî warî da têra xwe desteg nedaye Tirkiyê, Coşkun jî wek tirkekî ji Emerîka gazinan dike. Dibêje Tirkiye xeyalşikestî bûye.
Ev jî nîşan dide ku Vahap Coşkun hevalê kê ye û dilê wî bi kê ra ye.
Ya din jî îdîeya efendim HDP li dijî sîsteme serokatiyê derneketa ewê wiha nebûya, tesîra MHPê ewê hewqasî çênebûya, îdîayeke ne rast e û demagojî ye.
Bi dîtina min jî dibê HDP li dijî sîstema serokatiyê derneketa, dijminatiya Erdogan û AKPê nekire. Ji dêlî wê ve daxwazên kurdan bida pêş, bi AKPê ra têketa bazariyê baştir bû. Bi dîtina min jî wiha bikira ewê maskeya AKPê bixista.
Lê HDPê sedîsed piştgirî bida sîstema serokatiyê jî, ji hemû daxwazê AKPê ra bigota erê jî, AKPê ewê herçar madeyên qanûna esasî yên pêşî neguherta, ewê hebûna kurdan nexista qanûna esasî, ewê perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nekira. Yanî HDPê çi bikira jî AKPê daxwazên wê qebûl nedikir û ewê dîsa bi MHPê ra ev taslax amade bikira.
Çimkî AKP bi tu hawî naxwaze hebûna kurdan qebûl bike, statuyeke netewî bide kurdan û viya jî bi qanûnan tescîl bike.
AKP, Erdogan îro pir û pir dûrî vê nuxtê ne.
Lê HDP wek nuha ewê neheq neba, kesî ewê nikanîba bigota çima we piştgirî neda AKPê, çima we şerê Erdogan kir.
Wek min got, AKP naxwaze mafekî herî biçûk yê qanûnî bide kurdan, ew jî bi qasî MHPê li dijî hebûna miletê kurd û perwerdeya bi zimnê  kurdî ye.
Ma Erdogan her roj nabêje ”yek dewlet, yek al, yek welat, yek milet û yek ziman” ?
Kesê gav û saetê bibêje ”yek milet” ewê çawa hebûna kurdan têxe qanûna esasî û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bike?
Ev ne tiştekî girêdayî şêla HDPê ye.
HDPê çi bikira jî AKPê dev ji siyaseta dewletê ya resmî bernedida û bernade.
Yanî tiştê Vahap Coşkun li ser HDPê gotiye di esasê xwe da demagojî ye û şîrînkirina AKPê û reşkirina HDPê ye.
Mexsed aliyê PKKê û HDPê tim neheq û yê AKPê jî bi heq nîşan bide.
Û Vahap Coşkun viya jî tim dike, lê pir bi hostayî dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE