30 december 2016

Ava her kes dîn kir


Di wext û zemanekî pir kevn da li welatekî paş çiyayê Qaf padîşahek hebû. Her îş û karê xwe bi kahîn û rimildaran dişêwirî.
Rojekê kahîn û rimildarên paşê jê ra gotin:
”Di rojên pêş da ewê baraneke zêde û pir bi zirp bibare. Kanî, bîr û sarînc ewê tije av bibin. Lê belê  her kesê ji wê avê vexwe ewê hiş berde û dîn bibe. Temî û wesiya me ev e: Dibê hûn ji wê avê venexwin. Ji nuha da hemû sarîncên qesrê, fera û folên malê  tije av bikin. Û vê meselê jî ji kesî ra nebêjin.”
Padîşê gurra kahîn û rimaldarên xwe kir. Û emir da xulaman, hemû sarîncên qesrê, satil û fera û folên malê tije av kirin.
Wextek derbas bû bi rastî jî baraneke zêde û pir bi zirp barî  û her der di bin avê da ma. Û her kesê ji kaniyê av vexwar dîn bû.
Tenê paşa û malbata xwe dîn nebûn. Çimkî wan ava barana her kes dîn dikir venexwarin.
Lê her ku çû li der û dora paşê kesê biaqil nema. Bêyî paşê û malbata wî her kes dîn bû. Destpêkê vê yekê gelkî kêfa paşê anî. Çimkî her kes dîn bû, yê biaqil tenê ew bû.
Lê piştî demekê paşa poşman bû. Yên dora wî hemû dîn bûn, di nava koma dînan da nizanîbû çi bike.
Ji ber ku yên dora wî hemû dîn bûn, nikanîbû gotinê têxe serê kesî, nikanîbû emir û fermana xwe bi kesî bide qebûl kirin.
Ji ber ku her kes dîn bû kesî guh nedida gotin û fermanên wî, wî çi bigota jî di ser guhê xwe ra diavêtin. Paşa maşa êdî ne xema kesî bû…
Lê ne tenê kesî guh nedida gotin û fermanên wî, di ser da jî jê ra digotin, ”dînooo, dînooo”  û henekên xwe pê dikirin…
Di nava hewqas merivên dîn da jiyan li paşê bûbû zindan, nizanîbû çi bikira. Dawiya dawî hew kanîbû tehamul bike, rabû berê xwe da ser kaniya nêzî qesrê û jê têr vexwar.
Û bi vî  hawî wek her kesî ew jî dîn bû…
Rewşa kurdan jî nuha ev e, gava  yekî zane û biaqil gotineke xêrê dike ji her alî da mirîd êrîşê dibin ser û dibêjin ”dîno, dîno” û henekên pê dikin, dixwazin her kes wek wan bibe merivê aliyekî û êrîşî aliyê din bike…


Inga kommentarer: