02 december 2016

"Armanca me pelçiqandina serê kurdan û kurdperweriyê ebediyen e" !


Ji yekî tirkînezan xêr nagihîje vî welatî 
Ji ber ku bi tirkî nizanîbû Dadgeha Îstîqlalê ya Diyarbekrê cezayê îdamê da xortekî kurd û ew îdam kirin.

Ahmet Sureyya Orgeevren(1888-1969), piştî Serîhildana Şêx Seîd li Dadgeha Îstîqlalê ya Diyarbekrê (Dadgeha Îstîqlalê ya Şerqê)serokdozger(başsavcî)bû.

Wek tê zanîn dadgeha Îstîqlalê ya Diyarbekrê bi biryarên xwe yên îdamê yên girseyî û faşîzan gelkî meşhûr e û gelek kurd îdan kir.

Mebûsê Erzeromê Huseyîn Avnî beg (1887-1948), di meclîsa yekem da di axaftina xwe ya li ser Dadgehên Îstîqlalê da gotiye:

”Selahiyeta meclîsê daye Dadgehên Îstaqlê, Xwedê Teala nedaye Pêxemberê xwe."

Yanî Dadgehên Îstîqlalê, bi taybetî jî yên dema sêyem(1923-1927)wedî selahiyeteke bêsînor bûn
Huseyîn Avnî Ulaş beg, ji Qereqoçanê ye. kurdekî pir hêja ye. Wê demê Qereqojan girêdayî Erzeromê bûye û lema ew jî bûye mebûsê Erzeromê.

Ahmet Sureyya Orgeevren, di salên 1960î da di rojnameya Dunyayê da bîranînên (bîreweriyên, xatiratên) xwe tefrîqe kir.

Orgeevren, di van bîranînên xwe da qala qala bûyereke pir trajîk dike.
Orgeevren dibêje:

”Rojekê xortekî li kurd yekî wek egîdekî anîn mahkimê. Hakiman dest bi lêpirsînê kirin. Gava diyar bû ku bi tirkî nizane, hakim bi hev şêwirîn û biryara  îdama wî dan…”.

Sebebê  biryara dadgehê pir hovane ye, irqçîtiyeke ji nazîzmê jî wêdatir e. Dadgehê di biyara xwe da dibêje:

”Kesekî bi tirkî nizanibe jê xêr negihîje vî welatî. Lema jî biryara îdama wî…”

Wê şevê birin ew xort îdam kirin.

Orgeevren dibêje, vê bûyerê tesîreke pir mezin li wî kir û ew ji tesîra wê bûyerê xelas nebû.
Serdozgr dom dike.

”Li Deriyê Çiyê otêleke bi navê Yalova ya biçûk hebû. Ez li wir dimam. Ez çer ketim xew, ew xortê tirkînezan di xewnê da hat bi gewriya min girt û bi tirkî  ez tehdît kirim û ji min ra got:,
”Te çima ez dam îdamkirin? ”

Heta sibê ev xort sê çar caran ket xewna min, min hiş berda bû…
Sibehê ez çûm dadehê û min ji hakiman ra got, gelî hevalan heger em her kesê tirkînezan îdam bikin, dibê em hemû diyarbekriyan û heta hemû rojhilatiyan îdam bikin. Em hatine vira ji bo ku sûcdaran ceza bikin.

Min xewna xwe ji wan ra got. Mazhar Mufît û hkimên din gotin´tu têkil nebe, ev karê me ye.´
Min jî dozgeriya xwe da pêş. Di nava me da minaqaşe çê bû, çû gihîşt şerê devikî. Min û wan, bi şîfreyan  Anqere ji rewşê agahdar kir. Piştî hefteyekê min ji Anqerê ev têl girt:

”Ahmet Sureyya beg, serokdozgerê Dadgeha Îstîqlalê yê Diyarbekrê.
Armanca me, pelçiqandina serê kurdan û kurdperweriyê ebediyen e. Bi hevalên xwe yên hakim ra li hev bike. Çavên te radimîsim."
///Serokwezîr Îsmet Înonu

Hakim û dozgerên Dadgeha Îstîqlalê yên Diyarbekrê di esasê xwe da yek jî ne hakim û dozger bûn. Yanî yek jî ne huqûqnas bû. Hemû jî celadên bijarte bûn, ji alî Ataturk ve ji bo qetilkirina kurdan hatibûn şandin.

Tiştê Îsmet Înonu, bi têlê ji Ahmet Sureyya Orgeevren ra gotiye, îro jî hîn hedefa dewleta tirk ya esasî ye, hedefa Erdogan jî eynî wek ya Înonu ye..

Yanî 90 sal di ser Dadgeha Îstîqlalê ya Diyarbekrê ra derbas bûye, lê armanca dewleta tirk ya resmî û esasî hîn jî eynî armanc e, ” pelçiqandina serê kurdan û kurdperweriyê ebediyen…”


Inga kommentarer: