09 december 2016

361 gundên Duhokê ji ber êrîşên artêşa tirk hatine valakirin

Ji ber êrişên artêşa Tirkiyê yên ser Başûrê Kurdistanê 361 gundên Duhokê hatine valakirin û koçberiya ji gundan jî bi rengekî bênabên berdewam e.
Li gorî xebera Rûdawê di van 20 salên dawî da ji ber bombebranên artêşa tirk 361 gundên Duhokê hatine valakirin.
Ev jî salê dike 18 gund. Yanî dewleta tirk di van 20 salên dawî da salê 18 gundên kurdan wêran kirine.
Gelo nufûsa ji ber êrîşên artêşa tirk ji van gundan koçberbûne çiqas e, emê wê jî nizanin.
Ya herî balkêş li hemberî vê terora dewleta tirk bêdengiya berpirsiyarên kurdan û hukûmeta Kurdistanê ye.
Heta nuha min ji hukûmeta Kurdistana Federe, ji devê Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî tu protestoyek cidî nebihîstiye.
Li hemberî zulmeke wiha meriv çwa kane bêdeng bimîne ez fîm nakim!
Hukûmeta Kuristanê dibê heta nuha qiyamet rakira û xelkê Duhokê her roj ev zulma Tirkiyê protesto bikira.
Lê tirk her roj bi kêfa dilê xwe gundên kurdan bombebaran dikin û serok û berpirsiayrên kurdan jî qet dengê xwe nakin, reaksiyoneke cidî nîşan nadin.
Nêçîrvan Barzanî bi kêmanî ji mehê carê mîvanê Erdogn e, ez fêm nakim çima vê zulm û terora leşkerên wî jê ra nabêje. Û çima nade sekinandin.
Meriv ji mehê carê bibe mîvanê yekî dibê pir dostê hev be û her roj gundên hev bombebaran neke.
Lê li gel vê ”dostaniya”  wan ya bi Erdogan û hukûmeta AKPê ra, wa ye dîsa jî nikanin gundên xwe biparêzin.
Nikanin êrîşên ser gelê xwe protesto bikin.
361 gundên wan di netîceya êrîşên artêşa Tirkiyê da hatine wêrankirin û bi hezaran gundiyên feqîr jî bi çol û çepelan ketine. Lê ew bêdeng in, hîn jî bi kêmanî mehê carê dibin mîvanên Erdogan û tirkan.
Dost li meriv wiha neka.


Ev karê neyaran e, ancax neyar zulmeke wiha li meriv bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE