11 november 2016

Serokê MITa tirk Emre Taner: Ji bo ku 30 milyon kurd nebêjin çima dewleta me tuneye dibê jinên kurd werin asîmîlekirin


Serokê Teşkîlata Îstîbarata Millî (MITê) yêTirkiyê yê kevn Emre Taner li ser ewê çawa kanibin kurdan ji ortê rakin gotiye, ji bo qedndina kurdan dibê em xwe bigihînin jinên kurd, yanî jinên kurd asîmîle bikin.
Çimkî çavkaniya kurdayetiyê û welatparêziyê zimanê kurdî ye, ew jî li ba dayikan, yanî li ba jinên kurd e.
Û ji bo ku dewlet kanibe bigihîje hedefa xwe yanî ji bo ku kanibe kurdan bihelîne Emre Taner vekirî gotiye:

“Heta hûn xwe ne gihînin jinên kurd, hûn nikanin pirsgirêka kurd çareser bikin. Ji ber ku zimanê dayikê ji wir tê. Ev mijar tenê ne mijara terorê ye. Teror tenê navgînek e, li pişt vê yekê armancên siyasî hene. Kurd dibêjin, em 30 milyon in û çima dewleta me nîne?
Divê em bersiva vê pirsê bidin wan. Me got em xwe bigihînin jinên kurd, lê me nikanîbû. Heta em aliyê civakî yê vê mijarê nebînin, em nikanin pirsgirêka kurd çareser bikin.

Mêrik her tişt pir vekirî gotiye.
Heta ku kurd neyên asîmîlekirin ewê tim pirsa , “çima dewleta me tuneye ?” ji xw bikin.
Ji bo kurd vê pirsê ji xwe nekin, dibê werin asîmîlekirin.

Û asîmîlekirin akurdan jî girêdayî asîmîlekirina jinên kurd e. Roja dewlet jinên kurd asîmîle bike, a wê demê meselakurd dimre.
Tiştê serêkê MITê yê kevn Emre Taner ji dewleta xwe ra dibêje ev e, heger hûn dixwazin mesela kurd , “terorê “ û PKkê biqedînin dest bavêjin jibên kurd, wan asîmîle bikin.

Nuha hûn dibînin ziman, axaftina kurdî  ji bo hebûna kurdan çiqasî muhîm e.
Çimkî ziman nasnameyeke, pasaporteke netewî ya pir muhîm e. Bi zimên mirovê kurd him dibe xwediyê nasnameyeke netewî, nasnameyeke ku ew ne ereb,  ne tirk û ne faris e, kurd e û him jî berdewamiya hebûna xwe digre garantiyê.

Bi zimên kane kultur, edebiyat, folklor û zargotina kurdî bide domandin. Ziman, ji merivê kurd ra li hemberî asîmîlasyonê dibe zirx û wî ji mirinê diparêze.


Lema jî li Kurdistana bakur(li beşên din jî) bingehê, garantiya hebûna kurdan ziman e û ew jî esas di devê dayikan da ye, bi destê dayikan, yanî jinan tê parastin û belavkirin.

Roja ev ziman nemîne, yanî roja kurdya jî wek Emre Taner gotiye, “jinên kurd” asîmîle bibin, mesela kurd dimre, diqede.

Wek Taner jî gotiye, dewletê çavkaniya hebûna kurdayetiyê û kurperweriyê dîtiye û dixwaze vê çavkaniyê zuha bike, lê heta nuha tam nikanîbûye.

Ne ku qet tiştek nekirine, na gelek tişt kirine, xwe gîhandiye beşekî mezin yê jinan, bi sedhezaran jin asîmîle kirine û di warê asîmîlasyonê da mesafeyeke mezin jî bi dest xistine.

Lema jî dewlet giraniyek û ehemiyeteke mezin dide asîmîlasyona jinên kurd, di vî warî da gelek taktîk, rê û dirban bi kar tîne.

Ji bo ku kurd keçên xwe bidin xwendin, ji bo ku dayik bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin hezarûyek planan diceribînin.

Lê hîn jî sedîsed negigîştine hedefa xwe, li bajaran hema hema gihîştine hedefa xwe, mane gund. Bes li gundan jî gav bi gav nêzî hedefa xwe dibin.

Wek tê dîtin kurdên bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin gunehekî  mezin dikin, dikevin bin webalekî mezin, di praktîkê da dibin alîkarê dewletê û asîmîlasyona miletê kurd.

Li Tirkiyê, li Kurdistana bakur bi zarokên xwe ra xaftina bi kurdî wezîfeyeke welatparêzî ye, bi qasî şerê pêşmerge û gerîlla ê li hemberî Daîşê û hêzên îşxalkar muhîm û muqedes e, redkirina asîmîlasyonê û tirkbûnê ye; remz û pasaporta kurdayetiyê ye.

Inga kommentarer: