05 november 2016

Ji roja Tirkiye ava bûye zindana kurda ye

Dewleta tirk, Tirkiye ji roja ava bûye zindana kurda ye. Carnan deriyê qawîşê li me vedikin û me bera hewşa zindanê didin, ji bo ku em hinekî tenefus bikin, yanî hewê bigrin.

XXX
Demirtaş ne dijmin e, HDP ne partiyeke dijmin e. Dijmin Erdogan e, dewleta tirk e, ew in yê neheq û zulimkar. Kurdistan di bin îşxala dewleta tirk da ye. Vê dewletê jiyan li te, li min kiriye zindan.
Li hemberî zulmê, neheqiyê bêdengmayin ne karê ronakbîran û camêran e, bi pasîfî be jî piştgiriya zaliman û zulmê ye.
Îro Demirtaş û Baluken terorîze dikin, digrin ser malên wan, saf nebe, sibe ewê dor were te jî.
Ev îş bi dor e, ji bo dewletê kurd pîvaz in, pîvaz çi sor, çi spî qet ferq nake. ferq tenê lazimî ye...

XXX
Daîşê teqîna Diyarbekrê girt ser xwe. Bi baweriya min ev jî tê maneya tiliya MITê di teqînê da heye.
Ji ber ku Daîşê teqîna/êrîşa Diyarbekrê girt ser xwe, tirk û medyaya wan pir aciz bûn.
Lê telewîzyonên tirk hîn jî qala îtîrafa Daîşê nakin û hîn jî êrîşê dixin husutuyê PKKê.
Çimkî ji wan ra, ji dewleta wan ra wer lazim e, gava Daîşê bike ne teror e, ne muhîm e.
Dibê PKK be.
Daîşê êrîş girtiye ser xwe û PKKê negirtiye ser xwe, lê medyaya tirk dîsa jî nabêjin Daîş e, dibêjin PKK ye.



Parlamenterê HDP Ziya Pîr dibêje ev sê hefte ne gelek HDPyî li wê qereqolê girtî ne.
Gotiye ew, Demirtaş, Aydogan û Yildirim bi çend deqîqeyan berî teqînê ji wir derxistin, birin mahkimê. Yuksekdag û Onder di teqînê da li wir bûn. Êrîş li hemberî me bû û xwestin me hemûyan bikujin.
Nuha meriv fêm dike. Hemû HDPyî li wir civandine û xwestine bi vî hawî gişan bikujin.
Ji xwe munîbûsa bombebarkirî li texsiyekê qelibiye û nesekinîye. Li ser vê şufêr bera pê da ye û ketiye pêş munîbusê. Gava derî vekiriye ku bi şufêr ra şer bike, bombe dîtiye û kiriye qîrîn û hawar û gotiye BOMBE !
Li ser vê, şufêrê munubîsê berî ku bigihîje hedefa xwe bombe teqandiye. Yanî hedef girtiyên HDPê bûye, lê bi tesadufî û negihîştiye hedefa xwe.

Xebera li ser bûyerê

1 kommentar:

PARVE BIKE