09 oktober 2016

Xwendegeha kurdî ya pêşî di sala 1913a da li Xoyê vebû

Li gorî mamoste Behrooz Shojai daye yekemîn xwendegeha kurdî ya modern di sala 1913a da ji alî Simko axayê Şikakî û Ebdurrezq Bedirxan ve hatiye vekirin.
Mamoste Shojai ji dema vebûna xwendegehê du wêne jî weşandine. Di wêneyê yekem da şagirtên xwendeghê û di yê duyem da jî çend mamosteyên xwendegehê, nûnerên Rûsyayê, Simko û mudûra xwendegehê xuya dikin.
Li gorî mamoste Shojai nivîsîye, mudûra xwendegehê xanimeke kurda Qafqasê bûye.
Nuha baş nayê bîra min lê Malmîsanij di kitêbeke xwe da bi teferûat qala xebatên Ebdurrezq Bedirxan, çûn hatinên wî yên yên Rûsyayê, Kurdistana rojhilat û vebûna vê xwendegeha bi navê ”Gîhandin” dike. Tarîxa vekirinê 22ê cotmeha 1913 ye.
Lêkolîneke Celîlê Celîl jî li ser jiyan û xebatên Ebdurrezaq Bedirxan heye.
Mihemed Salih Qedrî di şiroveya xwe da gotiye, dibê ev roj wek roja ”Xwendegeha kurdî” were pîroz kirin.
Bi dîtin amin jî pêşniyareke pir baş e, dibê kurd li ser vê yekê bifikirin.
Di nava kurdan da zêde nayê zanîn, lê belê di nava malbata Bedirxaniyan da Ebdurrezq Bedirxan, merivekî pir taybet e û ji bo azadiya kurdan gelek xebatên hêja kiriye.
Abdurrezeq Bedirxan, dixwest li gelek derên din jî xwendegehên kurdî veke û kitêbên kurdî çap bike û rojnameyên kurdî derxe.
Li ser Ebdurezaq Bedirxan û vê mekteba kurdî ya pêşî nivîseke Îbrahîm Halîl Baran ya hêja.

Inga kommentarer: