11 oktober 2016

Nexweşiya kalbûnê



Rojekê yekî kal çû ser tuxtor û got, ”hişê min ne li serê min e, ez wek gêja me, ez nizanim ez li ku me û dikim nakim nikanim hişê xwe topî ser hev kim.”
Tuxtor got:
”Ji kalbûnê ye. Gava meriv kal dibe hafiza meriv zeîf dibe, hiş li serê meriv namîne, serê meriv tevlihev dibe.”
Kalo got, ”Weleh halê min ji ber pişta min jî tuneye, van demên dawî pişta min jî pir diîşê.”
Tuxtor got, ”Kalbûnê laşê te zeîf kiriye. Gava laş zeîf bibe pişt jî rehet dikeve ber meriv.”
Kalo got, ”Tuxtor beg, ez çi bixum pê diêşim, xwarin li min naferike.”
Tuxtor got, ”Sebebê ku madê te baş naxebite ji ber kalbûnê ye. Gava meriv kal dibe hûrê meriv, madê meriv jî baş naxebite.”
Kalo got, ”Ez nikanim bîna xwe jî xweşik bigrim, gava dimeşim bîn li min diçike.”
tuxtor got, ”Rast e, gava meriv kal û pîr dibe bîn jî li meriv diçike, her nexweşî, her derd û bela xwe li meriv dide der.”
Li ser vê bersîva tuxtur, kalo hew xwe ragirt, bi hêrs got:
”Hey bêmeju û tewtewê Xwedê, ma hemû tiştê tu ji min ra bibêjî ev e? Xwedayê derd daye, derman jî daye, ma te ev jî nebihîstiye? Wer xuya dike wek aqilê te yê kêm, zanîna te ya tuxtoriyê jî kêm e. Ez çi dibêjim tu bi qûna kalbûnê ve girê didî. Ma gava tu bû tuxtor, qey tu vê gotinê tenê fêr bû?”
Tuxtor mizicî û got:
”Dostê min î 60 salî, ev hêrs û hîdeta te jî ji ber kalbûnê ye…”


Inga kommentarer: