09 oktober 2016

Li ser hevalbendiya Tirkiyê û Îranê


Hin kes ji bo ku ji bo xatirên hinekan îşxala leşkerên tirk ya Kurdistana başûr biparêzin, hevalbendiya Îranê ya bi her 5 partiyên li dijî îşxala tirkiyê derketine dikin hincet; dibêjin efendim ev her 5 partî bi qasî ku li dijî Tirkiyê ne, ne li dijî Îranê ne, filan û bîvan…
Em ferz bikin ku her 5 partî durû ne.
Em ferz bikin ku ev her 5 partî jî wek hinek kes dibêjin girêdayî Îranê ne û li dijî Îranê tiştekî nabêjin.
Baş e, ma ev dibe sebebekî bi heq ku meriv li dijî îşxala Tirkyê jî bêdeng bimîne?
Bi dîtina min na.
Di vir da ya rast dibê meriv bi xwe jî ne durû be, çavê xwe ji dijminekî ra negre û ji dijminekî ra veneke.
Ya rast dibê meriv him vê durûtiya van 5 partiyan bibêje û him jî îşxala leşkerên tirk protesto bike.
Hebûna leşkerên tirk ya li Başîkê û li derên din yên Kurdistana îllegal û xeyrî meşrû bibîne.
Ji ber ku hinekên din li dijî îşxala Îranê dernakevin, meriv îşxala Tirkiyê rast û normal nabîne, ji bo berdewamiya îşxalê li qal û qîlên vala nagere.
Yên li dijî îşxala Tirkiyê ya Kurdistana başûr dernekevin mafê wan tuneye kurdên "dostên" Îranê rexne bikin. Ji bo ku meriv hinekên din diristiyê bixwaze, dibê meriv jî dirist û ne durû be.
Û di ser da tirk vekirî dibêjin ew ji bo xêra Îraqê, ji bo ku Îraq perçe nebe, ji bo ku ”demografiya” Îraqê û Mûsilê neyê guhertin ew li wir in.
Tirk dibêjin di sala 1926a da bi şertê ku ”demografiya” Îraqê neyê guhertin Tirkiyê Mûsil ji Îraqê ra hîştiye.
Lê gava nuha hinek bixwazin demografiya Îraqê biguherin, Peymana Lozanê ji xwe ber pûç dibe û mafê Tirkiyê çê dibe ku mudxele bike.
Tirk her roj viya dibêjin û dinivîsin.
Çend roj berê Erdogan bi xwe got, ”yên Peymana Lozanê îmze kirin heqê wê peymanê nedan. Ji ber ku heqê wê nedan îro em van zahmetiyan dikşînin.”
Zahmetiya Erdogan qal dike hebûna Kurdistana Federe û kantonên kurdên rojava ye.
Erdogan bi dizî û vekirî dixebite ji bo ku him li Îraqê û him jî li Sûriyê kurdan bêmaf û bêstatu bihêle.
Gava Erdogan qala kêmasiyên Peymana Lozanê dike, qesta wî kurd in, dibê kurd li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî dewlet.
Wek kurd dibê em vê nêta Erdogan û Tirkyê rast fam bikin, bi hin xeyalên vala xwe nexapînin.
Lema jî li hemberî van hedefên Tirkiyê ji ereban bêtir, dibê kurd li Kurdistana başûr li dijî hebûna leşkerên tirk derkevin û bixwazin tirkan ji welatê xwe derxin. Daxwazeke wiha rast e û ne li zirara kurda ye.
Em kanin derxin ya na ew tiştekî din e, lê dibê em li dij derkevin û ji hebûna leşkerên tirk ra hincetan nebînin.
Çimkî wek min got, tirk ji Bexdayê ra eşkere dibêjin em qebûl nakin hûn serxwebûna kurdan qebûl bikin. Hebûna me ya li Başîkê(lê le 10 ciyên din jî hene) ji bo parastina yekparetiya axa Îraqê ye, li hemberî kurdan em hatine hawara we û welatê we…
Tirkiye ji Şamê ra jî viya dibêje.
Tirk her tim dibêjin em qebûl nakin Sûriye perçe bibe û li Sûriyê jî wek Bakurê Îraqê, ”Bakurê Sûriyê” jî çê bibe…
Erdogan, Davutoglu çend caran ev gotin dubare kirin.
Maneya vê gotinê wanhebûna Kurdistana Federe hîn qebûl nekiriye, ew hîn li dijî wê ne.
Lê nuha nikanin wek li Sûriyê herin ser û şerê kurdên başûr bikin. Ji dêlî wê bi Daîşê şerê kurdan dikin.
Her kurd vê siyaseta hukûmeta AKPê ya antî kurd baş zane. Ji ber ku tirk êdî nêta xwe venaşêrin, pir vekirî dibêjin.
Ez nizanim li Kurdistana başûr wargehên Îranê yên leşkerî hene ya na. Heger hebin dibê meriv li dijî wan jî rabe.
Endamê komîteya merkezî yê Komela Îslamî Bîlal Silêman, li ser vê meselê ji Rûdawê ra gotiye:
“Kîjan hêz bê destûr hatibe em wan şermezar dikin û qebûl nakin. Leşkerên Tirk hatine baregah danîne. Beriya niha jî di Parlamentoya Kurdistanê de me ev yek şermezar kir. Lê ti baregahekî fermî yê Îranê nîne.”
Heger ev îdîa Îsmaîl Silêman vir e, dibê meriv wek yên tirkan, cî û wargehên leşkerên Îranê jî diyar bike û bi şîdet li dij derkeve. Û partiyên li dij dernakevin, partiyên xwe kerr dikin jî bi şîdet protesto bike.
Kî bike ya jî neke ez nizanim, lê ezê bikim…

Inga kommentarer: