11 oktober 2016

Ji ber ku min bi kurdî nizanîbû ez tu carî bi dapîra xwe ra nepeyivîm


Do min wergereke Mahmût Ozçelîk li ser birîn û travmayên asîmîlasyonê bi zarokên kurd ra çêkiriye û çê dike weşand.
Melîs Alphan xanimê di nivîsa xwe da ji Nurcan Baysala diyarbekrî, ku ew bi xwe jî yeka rojnamevan e, serpêhatiyeke wê ya pir trajîk neqil kiriye.
Nurcan Baysalê di nivîseke xwe da gotiye li Kurdistanê di gelek malan da bi du zimanan, bi tirkî û kurdî tê peyivîn. Û di vî warî da xwe jî wek numûne daye û gotiye:
“Mesela ez wisa bûm. Min tu carî bi dapîra xwe re qise nekir. Çimkî wê bi tirkî nizanîbû, min jî bi kurdî nizanîbû.
Çimkî di esasê xwe de xalê te, xaltiya te, dapîra te heye lê ji hêlek ve jî tunene, çimkî bi wan re danûstandineke te tuneye; tenê hûn dikarin bi hev re bibişirin. Di esasî de hûn hev nas nakin. Bandora vê yekê ya di jiyana mirov de, ji ya em difikirin jî zêdetir e.”
Ji do êvarî da ye van gotinên Nurcan Baysalê tesîreke mezin li min kiriye, ez dikim nakim ew keçika biçûk ya ku dixwaze bi pîrika(dapîra) xwe ra bipeyive, lê ji ber ku bi kurdî nizane, nikane pê ra bipeyive, ji hişê min, bîr û bala min dernakeve, ji ber çacê min naçe.
Ji do êvarî da ye ew dapîra ku wek her dapîrê dixwaze bi neviya xwe şa bibe, pê ra bilîze, jê ra xemîşokan bibêje, li daxwaz û pirsên wê guhdarî bike, bersîva pirsên wê yên bêdawî bide, lê nikane yekê jî bike…
Ji ber ku bi tirkî nizane…
Ji do êvarî da ew dê û bavê ku keçika xwe(Nurcan Baysal)du wek tirkên nîjadperest asîmîle kirine û bi vê asîmîlasyona xwe jî bûne sebebên vê trajediya ku keça wan nikanibe bi dapîra(pîrika)xwe ra bipeyive, herdu jî wek du pîrebokan wer li ber çavên min in.
Û ji xwe ra dibêjim, gava ew vê nivîsê, van gotinên keça xwe Nurcan xanimê dixwînin, gelo wek dê û bav ewê çi his bikin?
Geleo dê û bavên eynî tişt anîne serên zarokên xwe, gava ew jî vî vê nivîsê dixwînin çi his dikin û çi dibêjin?
Helbet ne mimkûn e hemû zarokên bajaran wek zarokên gundan kurdî fêr bibin.
Ev yek pir zor e, girêdayî bajêr, taxê, cîranan, çûn hatina kesên kurdîaxêv û gelek tiştên din e.
Û li gora zarok jî diguhere. Çimkî her zarok zimên wek hev û rehet fêr nabe.
Lê li gel vê jî heger dê û bav bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, zarok baş fêr nebin jî ewê kurdî fêm bikin, baş xerab ewê kanibin bi kalik û pîrika xwe ra bipeyivin.
Mesela em 5 bira û du xwişk in û hemû jî di eynî malê da û li eynî taxê mezin bûn.
Xwehên min ne tê da, çimkî ez dereca kurmanciya wan nizanim, lê kurmanciya min ji ya herçar birên min jî baştir e, dewlemendtir û rasttir e.
Lê hemû birayên min jî bi kurmancî zanin û em bi hev ra û bi diya xwe ra tim kurmancî dipeyivin.
Ne ku min bi xwendinê kurmanciya xwe baş kiriye. Helbet di warê rastbikaranîna îmla û gramerê da miheqeq feydeye xwendinê gihîştiye min.
Lê gava haya min ji îmla û gramera kurdî tunebû jî, di sala 1980î da gava ez derketim Ewrûpayê jî kurmanciya min pir baş bû.
Lema jî min di redaksiyona Armancê, Berbangê da cî girt. Di nava hevalan da kurmanciya min ji xwe ber ji ya başan bû.
Yanî dixwazim bibêjim her zarok wek hev zimên zû û rast fêr nabe. Lê baş xerab, rast, çewt fêr dibe, dipeyive.
Lema jî dê û bavên li Kurdistanê bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin bêûjdanî û zulmeke mezin li zarokên xwe dikin, ji dêlî dewleta tirk ew zarokên xwe asîmîle dikin û bi vê asîmîlasyonê jî sûc û gunehekî mezin dikin.
Nurcan Baysal numûneyeke zindî ye. Dibê her dibê û bavê kurd ji van gotinên Nurcan Baysalê ibret bigre û tiştê hatiye serê Nurcan Baysal xanimê neynin serê zarokên xwe.


Inga kommentarer: