06 september 2016

Tiştê Tirkiye tîne serê kurdan ji apartheida Afrîka Başûr jî wêdatir e

Her ku ez tarîxa avabûna Tirkiyê fêr dibim, di dilê min da li hemberî tirkan û dewleta wan nefreteke serî hil dide…
Di van sed salên dawî da tirkan li hemberî kurdan, ermeniyan û hemû gelên ne musilman zulm û namerdiyên wisa mezin kirine wek însan meriv ji însaniyeta xwe şerm dike.
Lê tirk bira şermkirin li wir bimîne, bi vê dîroka xwe ya bi xwîn, irqçî û nazîst pir serbilind in.
Lema jenosîda ermeniyan û kurdan qebûl nakin, lema jî zulm û namerdiya li rûman û hemû xiristîyanên din kirine înkar û bincil dikin. Lema îro li hemberî kurdan hewqasî hov û barbar in…
Tiştê îro tirk tînin serê kurdan ji apartheida Afrîka Başûr
xerabtir e, tenê di qanûnan da nav lê nehatiye kirin.
Bes di praktîkê da eynî tişt tên kirin, rewşa kurdan, halê kurdan wek yê reşikan e.
Li Afrîka Başûr însan ji ber ku  reşik bûn marûzî zulmê irqçîtiyê dibûn.
Li Tirkiyê ji ber ku kurd in.
Helbet kurdên cahş, xulamên tirkan û yên xwe înkar bikin derî vê zulmê ne. Ew êdî tirk in û bi tirkan ra, bi dewletê ra şerê kurdan dikin.
Di telewîzyonan da her roj van cahş û zilamên dewletê wek gurên har berra kurdan didin, bi wan izet û nefsa kurdan rencîde dikin.



XXX


Tirk bi rehetî, hetanî mecbûr nebin ewê otonomiyê jî ji bo kurdan qebûl nekin.
Li gorî wan heger otonomiyê qebûl bikin, dawiya wê wek Sirbîstanê û Bûlgarîstanê serxwebûn û veqetandin e.
Lema jî heta kanibin ewê mafekî herî biçûk jî, mesela perwerdeya bi kurdî jî qebûl nekin.
A ji ber vê tirsa kurd ewê veqetin xwîna xwe kirine çavên xwe û bi hemû hêz û îmkanên xwe êrîşî kurdan dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE