26 september 2016

Tirkan em ji eyarê xwe derxistine

Ji êvar da ye li dora 30-40 daxwazên hevaltiyê ji min ra hatin. Du sê heb ne tê da min hemû qebûl kirin.
Di nava wan da face yekî(belkî jî duduyan)tenê bi kurdî bû, yê din hemû bi tirkî bûn. Bi qasî min fam kir piraniya wan jî kurdên bawermend in.
Berê feqî, mele û kurdên bawermend bi kurdî dipeyivîn, bi kurdî dinivîsîn. Avangardîstên kurdî mele bûn.
Tirkan wa ye îşê wan jî qedandiye, wek çepên kurd, ew jî baş asîmîle bûne. Zimanê wan jî bûye tirkî.
Esas meriv kane bibêje kurd bi tevayî teslîm bûne û li hemberî tirkan û zimanê tirkî ala spî hildane.
Carnan ez difikirm hevaltiya kurdên malperên wan bi tirkî ne qebûl nekim, lê dîsa dev ji vê fikra xwe berdidim.
Wê demê ji 4722 hevalan belkî 22 hevalên min jî nemînin.
Bi navê Xwedê tirkan tiştek di me kurdan da nehîştine, çep, rast, dîndar, em hemû wek leymûnê givaştine û pûç kirine. Piraniyeke mezin ya kurdan tirkîtî qebûl kiriye. Tirkbûn bi zimên dest pê dike,..

XXX

Gelek kurd newêrin bi kurdî binivîsin, newêrin dest pê bikin, baweriya wan bi wan tuneye. Û nivîsîna bi kurdî li ber çavên xwe pir mezin dikin.
Bi dîtina min qet ne zor e, ne deve û qantir e, gava meriv bixwaze meriv fêr dibe.
Û ne şert e meriv bi rengekî bêqusûr binivîse.
Bi demê ra meriv rastnivîsê jî fêr dibe.
Heta fêr nebe jî ne muhîm e.
Ma yên bi tirkî dinivîsin qey hemû rast dinivîsin?
Helbet na, gelekên wan herfên mezin û biçûk ji hev naerînin, lê dîsa jî xwe li tirkî dikin bela.
Bi dîtina min nivîsîna bi kurdî şêleke netewî ye, qebûlnekirina asîmîlasyonê û îşxala dewleta tirk e.
Meriv ji dewleta tirk ra, ji realîta heyî ra îîtîraz dike, dibêje ez te û zimanê te qebûl nakim...

Inga kommentarer: