04 september 2016

Tirk îcar jî dibêjin heta ew PYDê û YPGê neqedînin ewê dev ji kurdan bernedin



Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yirldirim îro li Diyarbekrê ji kurdan ra dûr û dirêj qala stratejî, plan û projeyên hukûmeta xwe ya li hemberî kurdên bakur û kurdên rojava kir.
Yildirim, li Diyarbekrê bi kurtî ji kurdan ra gotiye heger hûn bindestiya me qebûl bikin û dev ji doza azadiyê, kurd û Kurdistanê berdin, emê we hemûyan pir memnûn bikin; hemû mal û bajarên me bi ser serê we da hedimandin û di hundurê wan da 7-8 hezar zarokên we kuştin ji nuh ve û ji berê xweşiktir ava bikin.
Emê ji we ra fabrîkan vekin û we bikin xwedî kar. Lê ji bo vê dibê berê em “terorê” biqedînin…
Yanî mêrik gotiye heger hûn teslîm bibin û dev ji kurdayetiyê berdin emê her tiştî bidin we, emê we di nava xêr û bêra da îhya bikin. Ya muhîm teslîmiyet û qebûlkirina bindestiya me ye.
“Pêvajoya çareseriya” hukûmeta AKPê difikire eve, teslîmiyet û qebûlkirina tirkbûnê.
Li ser Sûriyê û îşxala Cerablûsê û şerê Tirkiyê yê li hemberî kurdan û YPGê jî Yildirim nêt û hedefa hukûmet û dewleta xwe qet veneşartiye, gotiye:
“Em ji bo xwe çi dixwazin ji bo cîranê xwe jî eynî tiştî dixwazin. Operasyona Mertala Ferêt bi qasî me , hewqasî jî ji bo yekîtiya axa Sûriyê muhîm e. Emê tu carî destûrê nedin li bakurê Sûriyê dewleteke sûnî(sexte, yapay)ava bibe.”
Û heta ku ew vê tahlûkê bi temamî ji ortê ranekin, ewê ji Sûriyê, ji Kurdistana rojava venekişin.
Wek tê dîtin mêrkan hedef û nêta xwe ya di heqê kurdan da qet venaşêrin, vekirî dibêjin tiştê ew ji bo kurdên xwe difikirin, ji bo kurdên rojava jî eynî tiştî difikrin.
Yanî li gorî wan dibê kurdên rojava jî wek kurdên bakur her bindest bimînin û wek kurdên başûr nebin xwedî maf û desthilat.
Û ji bo vê jî ewê li Sûriyê heta dawiyê şerê kurdan bikin.
Ev gelkî muhîm e, dibê hemû kurd, hemû hêz û partiyên kurd vê nêta hukûmeta AKPê û dewleta tirk fam bikin.
Tirk êdî qedandina “terora” li Tirkiyê bi qedandina PYDê û YPGê ve girê didin. Yanî Sûriyê jî êdî wek welatê xwe dibînin û qebûl nakin li Sûriyê kurd bibin xwedî mafekî herî biçûk.
Dibêjin ew ji bo tasfiyekirina PYDê û YPGê ketine Sûriyê û heta ku ew YPGê û PYDê tasfiye nekin ew nikanin li Tikiyê zora PKKê bibin.
Ev jî hedef û stratejiyeke tirkan ya nuh e, di rojên pêş da li rojava di nabêna tirk û kurdan da ewê şerekî pir mezi derkeve. Tirkiye ewê êrîşî kurdan bike. Ev sedîsed e. Kurd li ku hebin Tirkiye ewê şerê wan bikin.
Û bi sedan kurdên dewletê û kurdên AKPê ji van gotinên Yildirm ra li çepikan xistin.
Gava ji miletekî sedhezaran însan koletiyê û xulamtiya dewleta tirk qebûl bikin, serokwezîrê Tirkiyê jî li bajarê kurdan û di nava kurdan da ewê wiha bêperwa bipeyivin.

Lînka axaftina Bînalî Yildrim 

XXX
Eynî tas eynî hemam e
Li Tirkiyê ji 15ê temûzê û vir da ye li hemberî cimata Gulen operasyoneke mezin didome.
Heta nuha zêdeyî sed hezar însan ji kar hatine avêtin û tewqîfkirin.
Dahîreya, wezareta, şîrketa polîs negirtibe ser û bi sedan însan jê nehatibe girtin û avêtin tuneye.
Ji operasyonan meriv fam dike, merivên Gulen ketine her hucreya dewletê, di her dahîrê, meqamî, dezgehê û mueseseyên dewletê bi cî bûne.
Davêjin û davêjin, digrin û digrin lê dawî nayê, fena ku hemû dewlet ketibe destê çeteyên Gulen yên îslamî faşîst.
Netîce wek dihat gotin ev jî îspat dike ku dewleta tirk ne dewleteke demokratîk, şefaf, qanûnî û huqûqî ye...
Dewleteke çete ye û ji alî çeteyan ve hatiye îdarekirin. Tiştê nuha dibe, cimateke dînî yanî ya Gulen tasfiye dibe û yeka dan yanî ya Erdogan tê dewsa wê.
Lê dewlet dîsa ne demokratîk e, ne şefaf e, ne serbixwe ye û ne ya her kesî ye.
Îcar dewleta cimateke din e.
Berê dewlet bi dizî di destê Gulen da bûye, nuha jî sedîsed ewê bibe dewleta Erdogan.
Yanî eynî tas û eynî hemam e. Tenê telaq û xwediyê himamê cihê ye…





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE