08 september 2016

Tirk dewleta xwe ji kurdan paqij dikin



Tirk bi lez û bez dewleta xwe ji kurdan paqij dikin. Li gorî xebera Haber Turkê, Wezareta Perwerdê tam 11 hezar û 500 mamosteyên kurd ji wezîfeyê avêtine û ev hejmar di nêz da ewê derkeve 14 hezaran.
Ev, operasyoneke irqçî û faşîst e li hemberî kurdan, mexdûrkirin û birçîhîştina bi sedhezaran kurdî ye.
Rejîma AKPê ji rejîmeke irqçî, faşîst, terfî rejîmeke nazîzt kir. Îxrackirina 11 hezar û 500 mamosteyî bi carekê da felaketeke pir mezin e, îlankirina cengekê ye li hemberî kurdan.
Aqilê meriv disekine…
Ev tê maneya dewleta tirk kurdan êdî wek hemwelatî jî qebûl nake, hemû kurdan êdî wek neyarê xwe dibîne û vê neyartiya xwe ya heta nuha bi dizî eşkere dike.
Ev îş ewê li vir nesekine, roj bi roj ewê pir berfirehtir bibe. Di vî warî da planên hukûmetê yên A, B, C, D hene.
Û hemû plan jî li ser tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî ye, li ser tunekirina kurda ye. Tiştên anîn serê ermeniyan dixwazin gav bi gav bînin serê kurdan jî, ji bo ku kurdan teslîm bigrin gelek planên hovane amade kirine.
Dewlet di rojên pêş da di her warî da ewê êrîşên mezin bîne ser kurdan. Ewê dehhezaran însanên din jî ji kar derxin, bigrin û perîşan bikin.
Hemû maf û azadiyên nuha hene ewê hemûyan rakin û hemû komele û partiyên kurd bigrin û berpirsiayrên wan bavêjin zindanan.
Belkî destpêkê ji HDPê, kes û rêxistinên nêzî HDPê dest pê bikin. Lê dû ra ewê hemû kurdan, her kesê doza kurdayetiyê dike bigrin û bavêjin zindanan, ceza bikin.
Bi kêmanî di plan û progrma hukûmetê da ev heye. Yanî çi anîn serê cimata Gulen ewê eynî tiştî û heta jê zêdetir jî bînin serê kurdan. Ev sedîsed e û haziriya vê dikin.
Lema jî dibê hemû partiyên kurd ji nuha da xwe bidin ser hev û li hemberî vê êrîşa dewletê ya irqçî, faşîst û antî kurd cepheyekê ava bikin û bala dunyayê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û rêxistinên mafên mirovan bikşînin ser van êrîşên nîjadperest û hovane.
Li hemberî êrîşên dewleta tirk bêyî yekîtiyeke netewî tu tiştekî me yê din tunye em pê xwe biparêzin. Heger li hemû beşên Kurdistanê em vê yekîtiya netewî ava nekin dijminên me ewê bi ser kevin û emê têk biçin û ji vê fersenda dîrokî jî emê dîse sûdê negrin û dîsa bindest bimînin.
Yanî serketin girêdayî yekîtiye me ya netewî ye...
Ji bo ku him li Tirkiyê û him jî li Kurdistana rojava êrîşî kurdan bikin, tirkan qela xwe û hêzên xwe kirine yek. MHP, AKP, CHP û hemû partiyên din, civata tirk piştgiriyê didin siyaset û êrîşên hukûmetê. Di vî warî da di nabêna wan da tu gels û dubendï tuneye.
Li Sûriyê li hemberî êrîşên Tirkyê Emerîka ewê çi bike zêde ne diayr e. Erê êrîşîn Tirkiyê yên YPG bêdilê Emerîkayê ye û viya dibê jî. Lê Tirkiye ji ber ku zane Emerîka ewê ji bo kurdan bi wan ras ser neke, lema jî guh nade gotinên Emerîkayê.
Êrîşên Tirkiyê ji xwe bi dilê Esed, Îranê û Rûsyayê ye, ew jî dixwazin kurd werin basko kirin. Tenê Emerîka ji vê siyaseta Tirkiyê ne razî ye, lê nerazîbûn tenê nikane Tirkiyê rawestîne. Ji bo sekinandina Tirkiyê ne got û rexne û protestokirin, zor lazim e.
Heta tirk zorê nebînin, dunya jî xera bibe dev ji kurdan bernadin, cengeke mezin jî tê da ewê her tiştî bikin. Bi dîtina min cenga/heraba tirk û kurdan ji zû da ye dest pê kiriye.
Di rojnameya Washington Postê da rojnamevaneke bi navê Liz Sly gotiye Daîş ewê bibe sebebê 10 şerên/herbên din û Tirkiye ewê tevî sisiyên ji van cengan bibe. Û di hersê cengan da jî ewê bi kurdan ra şer bike.
Bi baweriya min jî ev texmîneke nêzî rastiyê ye û ji xwe heta nuha min çend caran bal kişand ser vê tahlûkeya êrîşkariya Tirkê
Bi baweriya min jî tirk ebeden bi rehetî ewê dev ji kurdên rojava bernedin, buhayê wê çi be jï ewê erîşî wan bikin. Tenê Emerîka kane Tirkiyê rawestîne. Lê Emerîka jî heta ku derê ewê piştgiriyê bide kurdan û PYDê ew jî ne diayr e.
Nuha YPG û kurdên rojava di rêza yekê da ne. Lê dû ra ewê dor were ser kurdên başûr jî. Bawer nekin Tirkiyê Kurdistana Federe qebûl kirye.
Na, bi baweriya min roja YPGê, PKKê û HDPê ji ber xwe da bixînin roja din ewê îcar bela xwe di kurdên başûr bidin. Çimkî di plana Tirkiyê da hîn jî têkbirina Kurdistan başûr heye.
Helbet ev texmîn e, ne rastiyeke mutleq e. Lê texmîn be jî ez dibêjim texmîneke cidî û gelkî nêzî îdeolojiya tirkan ya netewî ya antî-kurd e.

XXX
Helbet hemû tirk ne irqçî, faşîst, virek, bêexlaq û neyarên miletê kurd in.
Lê belê piraniyeke mezin ya tirkan irqçî, faşîst, virek, bêexlaq û neyarên miletê kurd in. Û ez dibêjim ev tespîteke rast e
XXX


Her kes nikane durust û rastgo be. Çimkî ”durustî mulkekî buha ye, li ba merivên erzan tuneye…”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE