03 september 2016

Terorîst dewleta te ye !




Çuqasî rast e, çuqasî derew e ez nizanim, lê li gorî xebera malpera ”Amedgundemî” û medyaya sosyal, xwedêgiravî muxabirê AAyê ji endamê YNKê Adil Mûrad ra gotiye, ”Tirkiye li Cerablûsê li hemberî rêxistinên terorîst Daîşê û YPGê operasyonekê dike, fikrê te yê li ser vê opereasyonê çi ye?”
Adil Mûrad jî gotiye:
”Berî her tiştî terorîst dewleta te ye, ji bîr neke tu li ku yî ! Ma tu bawer dikî Tirkiye ji bo micadela li hemberî Daîşê ketibe Sûriyê? Tu ji min baştir zanî Tirkiye ji bo ku li hemberî kurdan baştir şer bike ketiye Cerablûsê. Daîş bi salan e mitefikê Tirkiyê ye û bi hev ra li hemberî kurdan şer dikin…”
Wek min li jor got, ez rastî û nerastiya vê xeberê baş nizanim, lema jî nikanim li ser tiştekî bibêjim.
Lê belê li gel vê jî bi dîtina min dibê bersîva her kurdî wek ya Adil Mûrad be; ”terorîst dewleta te ye”!
Dibê her kurd, her siyasetmedarê kurd biwêribe bibêje PYD ne terorîst e, lê hûn bi hemû îmkanên xwe li hemberî kurdan piştgiriya terorîstên cîhadçî dikin.
Tirkiye û Daîş bi hev ra şerê kurdan dikin. Mesela Cerablûsê jî tiyatro ye, Daîş hîn li wir e, Tirkiyê tenê kinc û navê wan guhert.

XXX
Bêdengî zaliman wek boxeyekî bêtir diazirîne
Erdogan çi dike jê ra dimîne. Lema jî pir aşûnî bûye, dike bifire, ji wî wetnê wî dinya ava kiriye.
Wiha ye, dîktator gava dibînin kirinên wan jê ra dimîne aşûnî dibin, heya meya pê ra namîne.
Piştî biserneketina darbeya 15ê temûzê per û bask bi Erdogan ve hatin, bi asîmanan ketiye.
Berê ne li der û ne jî li hundur kesî silava Xwedê jî nedidayê, lê nuha wek Bînalî Yildirim got, heyetên ewrûpî ji bo ku derkevin huzûra wî li ber deriyê qesrê dikevin dorê…
Êdî li der û li hundur, her kesî xerabiyên Erdogan, dîktatoriya wî, zulma li kurdan dike, hevaltiya wî ya bi Daîşê û bi terorîstên cîhatçî ra, hevaltiya wî ya salan ya bi cimata Gulen ra ji bîr kiriye.
Şîrazî gotiye, ” Her ku tehamulî xeraban tê kirin, bêtir diazirin.”
Rast e, Erdogan viya dibîne û lema jî wek boxeyekî sor roj bi roj bêtir dizazire û kî tê ber dide ber quloçan, her tiştê, her dezgeha ne li gorî dilê xwe tarûmar dike…
Dibêje Recep Tayyip Erdogan im ez
geh bi fêlbaziyan, geh bi zindanê û lêdanan her kesî li ber deriyê xwe dikim pez…


XXX


Dibêjin Albert Einstein gotiye:
"Dinya ji bo jiyanê ciyekî tahlûke ye, ne ji ruyê yên xerabiyê dikin, ji ruyê yên temaşe dikin û dengê xwe dernaxin.
Li Tirkiyê dewlet çi zulmê li kurdan dike tirk dengê xwe nakin. Ji kurdan jî qismeke dengê xwe dikin û qismek jî ji zulma dewletê ra li çepikan dixin.
Lema jî welatê me jî û dinya jî li me bûye zindan.

2 kommentarer:

  1. Mamoste. li Aryenhaber bi xwe ev nuce tuneye. Ji xwe Aryanhaber wek nuha ji bo dezinformasyone cebuye. Adil Murad ne sekretere YNK ye.

    SvaraRadera

PARVE BIKE