02 september 2016

Serokwezîrê Tirkiyê ji kurdan ra got: Çareserî mareserî tuneye !



Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, li ser îdîayên merheleya çareseriyê ewê dîsa dest pê bike, bi hêrs gotiye:
”Çareserî mareserî tuneye. Ew fersend ji dest xwe berdan. Hukûmeta me di mesela ewlekariya hundur da bi biryar e…”
Yanî di mesela şer da bi israr e…
Yildirim, bersîvekek pir xweş, pir vekrî daye.
Êdê tu sextekar, tu şelaf, tu xulamê dewletê û Erdogan nikane bibêje, hela hinekî sebir bikin, pêvajoya/merheleya çareseriyê ewê dîsa dest pê bike.
Kurdên dewletê ji kîsên xwe li ser navê hukûmetê viran dikin. Ev bersîva Bînalî Yildirim rê li ber hemû îdîa û speklasyonan digre; nêta dewletê tuneye şer rawestîne û tu mafî bide kurdan.
Ma ji xwe piçek aqil bi meriv ra hebe, meriv fam dike hukûmeta AKPê çi difikire.
Dewleta li welatekî din ji bo ku kurd nebin xwedî maf êrîşê bibe ser kurdan, ma ew bi xwe qet tu mafê dide kurdan!
Tiştekî wiha ne mimkûn e. Heger nêta hukûmetê ûSerokwezîrê Tirkiyê: Çareserî mareserî tuneye ! çareseriyeke aştiyane hebûya êrîş nedibir ser kurdên rojava, Erdogan ewê negota buhayê wê çi be jî emê nehêli li Sûriyê dewleteke kurd ava bibe…
Bi dîtina min ev beyana Yildirim baş bû, nuxte danî û mesela zelal kir. Dibê kurd êdî siyaseteke li gorî vê ji xwe ra tanzîm bikin û li riyekê bigerin.

XXX
Li gorî Rûdaw dinivîse, Bexdayê û Hewlêrê li ser serxwebûna Kurdistanê li hvkirine û ji bo vê yekê jî du komîteyên cihê çêkirine.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, ji Rûdawê ra gotiye serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vê ziyareta xwe ya dawî da daxwaza kurdan ya serxwebûnê ji Bexdayê ra eşkere got. Mijara sereke ya hevdîtinan serxwebûnê Kurdistanê bû.
Ev xebereke xêrê ye û moralê meriv bilind dike. Hêvî dikim kurd di vê daxwaza xwe da israr bikin.


Serokwezîrê Tirkiyê: Çareserî mareserî tuneye ! 



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE