24 september 2016

Nîhayet ez jî teqawit bûm...



Îro roja karê min ya dawî ye, karê ji swêdiyan ra li vir qediya. Piştî du saetên din ezê ji Forsakringskassana Huddîngê(Dahîreya Sîgortayê) û ji hemû hevalan xatir bixwazim û bifirim û herim li dereke din venijim û dest bi jiyaneke nuh, jiyaneke ez xerîbê wê me bikim.
Nuha li oda xwe ez bi tenê me, hevalên min li jor haziriya festa xatirxwestina min dikin.
Min nedît 27 sal çawa derbas bûn.
Min hîn mesele baş fam nekiriye, ez bawer dikim roja duşemiyê gava ez neçim kar, a wê demê ez fam bikim.
A wê demê ezê li xwe varqilim û li jiyna xwe ya nuh û li pêşeroja xwe bifikirm.
Ezê çi bikim?
Nuha hîn 2-3 saetên min hene, hîn nizanim yê teqawit ez im…
Heta nuha min ji şefên xwe emir digirt, ji nuha û pê da êdî Hêvî xanim li mal dibe şefa min…
Ev jî tiştekî nuh e.
Lê çawa be jî azadî xweş e, êdî hemû rojê ezê di bin emrê xwe tenê da bim…

XXX
Çend gotin li ser do
Do şahiya, festa xatirxwestina teqawîdiya min pir baş derbas bû, min qet texmîn nedikir hewqas ênsan da beşdar bibin.
Şefeke min ya çar sal berê teqawit bûbû, ew jî hat.
Şefeke din li Îtalyayê li tahtîlê bû, bi hevaleka xwe ra kartek û meblaxek pere wek diyarî, ku meriv kane pê here tiyatroyê, sînemayê û hwd şandibû.
Tonek gul û li dora 4 hezar kronê swêdî(450 euro)di nava xwe da kom kiribûn dan min. Meriv kane ji xwe ra xerc bike, pê kitêban bikire û here sînemê û tiyatroyê.
Gelek kesî di heqê min da gelek tiştên xweş ku min qet texmîn nedikir gotin.
Ez him pir kêfxweş bûm û him jî muteesîr bûm.
Ev salek bû ez neçûbûm qahwê, do piştî şahiyê çûm qahwê.
Min digot belkî piştî kar kurd bi erebeyên xwe li ber derî kom bibin, lê wisa nebû, hêviyeke beyhûde bû, yek jî nehat.
Dawiya dawî ez bi peyatî çû ber nigên wan.
Kurd bêwefa bûne, êdî qedir û qîmetê nadin kal û pîrên xwe jî.
Êdî dinya ne dinya berê ye, berê meriv kal û pîrên xwe dida ser serê xwe, li ser destan digerandin.
Lê nuha meriv qurişekî xwe jî di kalan nade û ji xwe xulqê kesî tuneye guh bide kalan.
Îcar karê kesî tuneye were pêrgiya min…J))
Min û Hêvî xanimê xurîniya xwe kir, emê nuha derkevin bîstekê li ser xwe bigerin û qala pêşeroja min bikin.
Ezê hinekî guh bidim dîtin û pêşniyaên wê…
Bi îhtîmaleke mezin ewê bibêje zêde li ber kompîtorê rûnene, gava ez ji kar hatim mal, bira şîv hazir be…

XXX
Îsal li Swêdê 17 423 605 kitêbên bi swêdî û bi giştî(tevî zimanên din) 19 758 076 kitêb hatine firotin.
Nufûsa Swêd teqrîben 10 milyon e. Ev jî tê wê maneyê serê her ferdekî (zarokên pêçekî jî tê da) li Swêd dijî 2 kitêb dikeve.
Ez meraq dikim gelo li Tirkiyê îsal çend kitêb hatine firotin?
Bi kîjan zimanî çend kitêb hatine firotin di lêkolîna Bankîfo da heye. Lînka wê li jêr e.



2 kommentarer:

  1. xalo teqawitiya te ser xere be u jiyaneke bi sihet u direj Hevi dikim

    SvaraRadera

PARVE BIKE