28 september 2016

Meriv berê fêr dibe dû ra fahm dike

Meriv di xortaniya xwe da fêr dibe, di kalîtî û pîrîtiya xwe da fahm dike.  Yanî merivberê fêr dibe û dû ra fahm dike…
Hevalekî nuha telefon kir û teqawîtiya min pîroz kir, got ser xêrê be.
Min got aqûbet li serê te be jî, ya te jî hindik maye.
Camêr got weleh ji teqawîtiya min ra hîn 10 sal mane.
Ez matmayî mam, min got yaho li welêt me bi hev ra dest bi siyasetê kir. Min nizanîbû tu hewqasî ji min biçûktir î. Min digot belkî tu jî hevalê min î…
Henek li aliyekî li welet ji ber ku em biçûk û mezin bi hev ra dixebitîn, lema jî haya kesî ji salên kesî tunebû.
Ya jî ez tim bi xortan ra rûdiniştim, der û dora min, komeleya me(DDKD) tim tije keç û xort bûn. Dibe ku lema min salên xwe ji bîr kiribû û min jî xwe xort dihesiband.
Lema jî nuha salên gelek hevalên min yên salên 1980î min matmayî dihêle, ez kal bûme û ew jî hîn xort in.
Lê bi Xwedê sal çi be jî dil pîr nabe, di salên 1970, 1980 û 1990î da min xwe çawa his dikir, îro jî hema hema eynî tiştan his dikim, di serê xwe da eynî xeyalan çê dikim
Lê belê eynî tiştên xortaniyê nakim û nikanim bikim.
Ferq ev e.
Çimkî meriv di xortaniya xwe da fêr dibe, di kalîtî û pîrîtiya xwe da fahm dike.
Ez nuha di qonaxa fahmkirinê da me…
“Merivekî 20 salî, dixwaze dinyayê biguhere, gava dibe 70 salî dîsa dixwaze dinyayê biguhere. Lê belê zane nikane.”
Ez jî gelek tiştan dixwazim, lê belê ez zanim ez nikanim.
Lê gel vê rastiyê qanûna fizîkî jî ez naxwazim ji xortan bimînim, heta ji min tê, bi kulekî û bi keftûleft be jî dixwazim tevî refên wan bibim û bi wan ra ji bo welat û gelê xwe bixebitim…

XXX


Di TRTkurdî da programeke bi navê ”Rastiya Bûyerî” heye. Ev cara pêşî ye dibînim.
Mufît Yuksel dipeyvî, lema min çend deqîqeyan lê temaşe kir.
Min nizanîbû Mufît Yuksel merivekî hewqasî namerd e. Namerdekî wek Mehmet Metîner e.
Moderatorê programê ji wan jî namerdtir bû.
Hemûyan bi hev ra digotin Daîş û PYD yek in, hevalên hev in, Daîşê ew cî dan PYDê. Daîş û PYD bi hev ra gorra Tirkiyê dikolin. Vir û bêbextiyên ji van gotinan girantir li hev radirtin. Guhdarîkirin ne mimkûn bû.
Pir kêm riya xwe bi TRTkurdî dixim, tiştê min nuha dît bûye telewîzyona MITê, faşîstan û namerdên antî kurd.
Esas ez li van telewîzyonan pir kêm temaşe dikim. Carnan bala xwe didimê ji bo ku cahşên nuh nas bikim.
Min îşev yek nas kir…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE