27 september 2016

Mehdî Eker dibêje di fikrê wan da kurd tune ne

Mehdî Eker: Di fikrê me da kurd...tiştekî wiha tuneye


Wezîrê çandiniyê yê berê û aqilmendê Erdogan û Bînalî Yildirim, Mehdî Eker li Almanyayê di konferansekê da gotiye:
”Di fikrê me da kurd, tirk, ereb, laz, çerkez, boşnak, tiştekî wiha tuneye. Em hemû qûlên Xwedê ne. Me li vê coxrafyayê eynî qeder, eynî tarîx, eynî kultur, eynî nirx, eynî bawerî parve kiriye, hebandiye…”
Eker, siyaseta AKPê pir eşkere gotiye, ”di fikrê wan da kurd murd, tiştekî wiha tuneye, hemû mexlûqên Xwedê ne…”
Yanî hemû musilman û tirk in. Maneya van gotinan ev e. Çimkî yên xwedî dewlet tirk in, gotinên din demagojî ye…
Înkara hebûna kurdan ji viya vekirîtir nabe.
Mêrik wek xulamekî, wek yenîçeriyekî dewleta tirk diblje, ”kurd murd” tunene, em hemû însan in û musilman in.
Û dibê kurd bi viya werin serî.
Lê hin ”qûlên Xwedê”, mesela tirk, xwedî dewlet in û hin qûlên Xwedê jî, mesela kurd, tevî Mehdî Eker, bindest û koleyên tirkan in.
Demagojiyên Ekerê dewşîrme nikane vê rastiyê, vê realîteya heyî ji ber çavên însanan wenda bike.
Ji ber ku bindestî, koletî bi Mehdî Eker ne zor e, pê wek şîr û şekir e, lema jî pesnê wê dide û dixwaze hemû kurd jî bi vê bindestiya tirkan razî bin.
Ya din jî gava Eker dibêje, em kurd û tirk xwediyê ”eynî qederê, eynî tarîxê, eynî kulturê, eynî nirxan, eynî baweriyê ne” jî derewan û bêbextiyeke mezin dike, kurd û tirk ebeden ne xwediyê ”eynî tarîxê, eynî qederê, eynî kulturê ne”.
Ji bo ku meriv eksê vê îdîa bike û bibêje ”qeder, tarîx, kultur, baweriya” tirk û kurdan yek e, dibê meriv însanekî pir bêrû û virek be, merivekî bêheya be.
Qeder, tarîx û kultura tirk û kurdan çawa yek e?
Tirk xwedî dewlet û serdest in, Kurdistan îşxal kirine û heta nuha bi sedan serîhildanên kurdan tefandine, bi sedhezaran kurd kuştine.
Zindanên Tirkiyê tije kurd in.
Balafirên tirk her roj bi tonan bombe bi ser çiya, gelî û newalên Kurdistanê da dibarînin.
Sê beşên Kurdistanê di bin îşxala dewleta tirk da ye.
Zimanê kurdî yasax kirine.
Nahêlin zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerde bibin.
Hemû sembolên kurdan û Kurdistanê yasax kirine, nahêlin kurd navê welatê xwe bi azadî hildin.
Tirk û kurd du miletên cihê ne, tirk bi tirkî û kurd jî bi kurdî dipeyivin. Kan jî ne mimkûn e kultura kurd û tirkan yek be.
Ji bo ku meriv bibêje tirk û kurd xwediyê ”eynî dîrokê, eynî qederê û eynî kulturê” ne dibê ûjdan bi meriv re tunebe û meriv xwediyê mejiyekî yenîçeriyan be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE