18 september 2016

Maneya jiyanê çi ye?


Di wext û zemanekî berê da, zilamekî maneya jiyanê pir meraq dikir, dixwest bizanibe maneya jiyanê çi ye?
Bi şev û roj li vê bersîvê digeriya, serê xwe pir pê ra diêşand. Lê dikir nedikir tu bersîvek nedidît, tu bersîvê dilê wî rehet nedikir.
Dawiya dawî beryar da vê pirsê ji kesên din jî bike, got belkî ew bizanibin maneya jiyanê çi ye?
Dû ra bi çol û çepelan ket û kî derket pêşiya wî, maneya jiyanê jê pirsî…
Lê tu bersîvekê jî ew tatmîn nekir û dilê wî nekir cî.
Lê dîsa jî ji xwe ra got, yaho miheqeq bersîva vê pirsê heye.
Û gera xwe domand, gund bi gund, bajar bi bajar, welat bi welat geriya û maneya jiyanê ji her kesî pirsî.
Di dawiyê da gelkî bêhêvî bû, tam hat nuxteya ku dev ji gerrê û pirsînê berde, li gundekî jê ra gotin:
”Li pişt van çiyayên hember zanayek dijî, here ba wî, belkî ew zanibe, bersîva tu lê digerî belkî bide.”
Mêrik ket rê çû, çû û çû û piştî gelek zor û zahmetî, li pişt çiyan gihîşt mala kalê zana.
Û ji kalê zana maneya jiyanê çi ye pirsî…
Kalo jê ra got ezê bersîva pirsa te bidim, lê belê berî wê, dibê ezê te îmtîhan bikim. Piştî vê îmtihanê ezêbersîva pirsa te bidim, ji te ra bibêjim maneya jiyanê çi ye…
Kalê zana kevçiyekî çayê tije zeyt kir û da destê mêrikê meraqdar û jê ra got:
”Nuha here têr li bexçe bigre û paş da were vir. Lê belê li zeyta kevçî miqate be, dibê tu nerjînî, heger dilopek jî ji zeytê kêm bibe tu yê wenda bikî…”
Mêrik çavê wî wer li kevçî, li  bexçe geriya û dû ra paş da çû ba kalê zana...
Kalê zana bala xwe da zeyta di kevçî da û got:
”Temam, zeyta di kevçî da kêm nebûye. Baş e lê bexçe çawa bû, te çi dît ?”
Mêrik matmayî ma, got:
”Bêyî kevçî min nikanîbû li dereke din binêriya, çavê min wer li kevçî bû…”
Kalo got:
”Nuha dîsa here li bexçe bigere û kevçî dîsa ewê di destê te da be. Lê belê vê carê bala xwe baş bide bexçe…”
Mêrik kevçî di dest û berê xwe da nava bexçe û têr lê geriya. Xweşikiya bexçe, gul û çîçekên rengo rengo ew mest kir. Û dû ra paşda çû…
Gava kalê zana got te bexçe çawa dît, jê ra dûr û dirêj qala xweşikiya bexçe û kulîlkên rengo rengo kir, got bexçeyekî muhteşem e, xweşikiya bexçeyê te ez mest kirim.
Kalê zana keniya, gotê, ”lê di kevçî da qet zeyt nemaye”. Û dû ra jî dom kir:
”Maneya jiyanê girêdayî zawiyeya/perspektîfa dîtina te ye, jiyan bi zawîyeya dîtina te maneyekê digre. Heger tu bala xwe bidî nuxteyekê tenê, jiyana te ewê biherike û tu yê tiştekî fam nekî. Ya jî tu yê li nuxteyekê tenê nenêrî û jiyanê bi hemû xweşikiyan bijî. Maneya jiyanê di zawiyeya/perspektîfa dîtina te da veşartiye…”

Lê netîce çawa be jî, tu çawa bijî jî, tu li kîjan nuxteyê binêrî jî jiyan bi xweşî û tahliyên xwe, bi kêf û êşên xwe, bi hesret û dilşadiyên xwe dom dike.
Rûsan gotiye, ”Jiyan dişibe lîstika kişikê/setrancê, tu gelek caran dibêjî şah, lê belê tu carekê mat dikî…”



Inga kommentarer: