01 september 2016

Hemû xerabên ji hev xerabtir in



Hin kurd bi dû sebebê qewitandina wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Efkan Ala ketine.
Gelo Erdogan ew ji bo çi qewitand?
Ji bo min çûna Efkan Ala bi qasî kixsakê jî ne muhîm e. Ji ber ku kî were dewsa wî bi kêmanî ewê bi qasî wî pîs û neyarê kurdan be.
Dibêjin Suleyman Soylu ewê têkeve dewsa wî.
Merivekî super şelaf e, pepûkê ber destê Erdogan e û heta hûn bixwazin neyarê miletê kurd e.
Ji xwe ne wiha be nakin wezîrê karên hundur.
Yê li Tirkyê bibe wezîrê karên hundur dibê sedîsed neyarê kurdan be û sedîsed pepûkê ber destê Erdoga be.
Suleyman Soylu jî tam merivekî wiha heye. Merivekî pir fuzûlî û bêşexsiyet e, bêyî emirberiyê û şelafiyê ji tiştekî din ra nabe.
Lema Erdogan ew hilbijart.
Ji bo ku baş herin ser kurdan…

XXX
ENKS, partî û kurdên muxalifên PYDê li hemebrî îşxala Tirkiyê ya Cerablûsê û êrîşên ser kurdan heta nuha bêdeng in, xwe kerr û lal kirine. Qet deng ji wan nayê…
Çimkî ne îşxal û êrîşa artêşa tirk protesto dikin û ne jî li ser beyanên Erdogan, Bînalî Yildirim, Kurtulmuş û Çavuşoglu, ”emê nehêlin li Sûriyê, li ser sînorên me dewleteke kurd ava bibe…” tiştek gotin.
Geleo ENKS û muxalifên PYDê piştgiriya îşxalê dikin?
Heger piştgiriyê nakin, dibê li dij derkevin û protesto bikin.
Kurd vê bêdengiyê dibînin.
Dîtinên ENKSê û muxalifan li ser PYDê çi bin jî dibê li dijî vê îşxalê û êrîşa ser kurdan derketana.
Çimkî tirk eşkere dibêjin ewê qebûl nekin kurdên rojava ji bin bindestiya ereban derkevin û wek kurdên başûr bibin xwedî desthilat.
Yanî îşxala tirkan li hemebrî azadbûna miletê kurd e. Kurdê, partiya li hemberî vê êrîşê bêdeng bimîn e şaşiyeke pir mezin dike, ne xwedî siyaseteke netewî ye.



XXX
Siyasetmedarên tirk, hemû mezin û birêvebirên Tirkyê virek in, derew ji xwe ra kirine kar, sinet.
Ji xwe kesê li Tirkiyê ne derewkar be nikane bibe siyasetmedar, serok û birêvebirê dewletê.
Çimkî dîroka wan li ser derewan ava bûye. Heger dev ji derewan berdin ewê ji hev tarûmar bibin.
Her tiştê li ser kurdan dibêjin derew e, tazwîrat û bêbextî ye. Dibê her kurd viya bizanibe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE