30 september 2016

Heger serokên me jî bi qasî serokên erîtriyan jîr bûna nuha em jî wek wan bûbûn xwedî dewlet


Rûdawê bi Mele Kirêkar ra hevpeyvînek kiriye, kêm be jî lê gelek pirsên xweş jê kirine.
Mele Kirêkar , di dereke hevpeyvînê da şoreşa Mele Mistefa Barzanî û ya Erîtreyê miqayese kiriye û gotiye:
”Hamid Hewatî weke Mele Mistefa Barzanî serokê şoreşa Erîtreyê bû di sala 1961ê de. Herdu aliyan jî şoreş kir. Di sala 1994ê de Erître bû dewlet. Partiyên me jî 1994ê şerê hev dikirin. Îranê jî di vê rewşê de welatê me kavil kir.”
Mele Kirêkar wek her kes zane demakê Emîrê rêxistina ”Ensarûl Îslam” bû û bi îdeolojiya xwe ya îslamî û tevgera xwe gelek zirar da kurdan.
Lê di vê gotina Mele Kirêkar da para rastiyê pir e, Erître bû dewlet, lê kurd hîn jî girêdayî Îraqê ne û hîn jî şerê hev dikin.
Li gel ku kurdan bedelekî sed qatî ji erîtriyan bêtir daye, lê kurd hîn jî gelkî dûrî dewletbûnê ne
Erê dijminên me pir in, erê şertê welatê me gelkî cuda û zahmet e, ev hemû rast in.
Lê sebebê hîn jî em bindest in û li tu beşekî welatê xwe nebûne xwedî dewlet ne tenê ev in, hinekî jî girêdayî me ye, ji me da ye.
Dibê em her tiştî nexin hustiyên dijminên xwe û şertan. Sûcê me jî pir e, rêberên me ne jîr û biaqil in.
Ne rast e em her tiştî bi şertên welatê xwe û bi piraniya dijminên xwe ve girê bidin, miheqeq di serok û siyasetmedarên me da jî kêmasiyek heye.
Heger siyasetmedar û seokên me jî wek yên Erîtreyê, wek yên Somaliyê, wek yên Efrîqa Başûr û gelek welatên din jîr û jêhatî bûna, siyaseteke li gorî şertên welatê xwe û li gorî realîteya cîhanê bimeşandina em jî nuha rizgar bûbûn.
Ev 25 sal in kurd li başûr ji bindestiyê Îraqê derketine û xwe îdra dikin, Ev demeke pir dirêj e.
Lê hîn jî dev ji siyaseta eşîrtiyê û parîtiyê bernedane. Hîn jî nebûne dewlet, hîn jî dewleteke netewî, artêşeke netewî, sîstemeke edaletê ya netewî ava nekirine.
Meclîsek hebû, ew jî ev saleke naxebite.
Ji dêlî ku yek feraxetî yekî bike, berjewendiyên netewî bigrin pêş, li ser kursiyan û perkirina petrolê li hev nakin. Ew, hemû bi pera dilîzin û mamoste jî nikanin meaşê xwe bigrin, xelk ji birçîna dimre.
Emerîka meaşê pêşmergeyan dide.
Her kes kursiya xwe û perê xwe di ser berjewendiyên netewî ra, di ser dewletbûnê ra digre.
Heger ne wisa be, heger her kes kursiya xwe û berjewendiyên xwe yên aborî di ser berjewendiyên netewî ra negre tu sebeb tuneye kurd nebin yek û bingehê dewleteke netewî qewî nekin.
Nuha li Kurdistana başûr tu dezgeheke netewî tuneye, her tişt, hatina petrolê jî tê da, di nabêna partiyan da, li gorî hêza wan hatiye parkirin.
Lema jî ez bi xwe rexneya Mele Kirêkar di cî da û rast dibînim. Dibê kurd êdî bêkêriya van siyasetmedaran bibînin û li dijî vê rewşê derkevin û ji bo yekîtiyê zorê bidin van serok û partiyan.
Not:
Mele Kirêkar, gotiye "Kurdistan mala kufrê ye" lê kurd paqij in. Muxabir jê nepirsiye, çima Kurdistana mala kufrê ye û bi viya qesta wî çi ye?


Inga kommentarer: