05 september 2016

Erdogan dinyayê li ser tiliya xwe dide lîstikandin



Erdogan ev 4-5 sal in bi milyonan hemwelatiyên Sûriyê ji bo bicîanîna palana xwe ya Sûriyê li Tirkiyê rehîn girtuibû.
Lê piştî tiyatroya Cerablûsê û dewr û teslîma ji Daîşê, îcar dest pê kirine însanan paş da dişînin.
Anîna wan jî û paş da şandina wan jî bi plan û programa Erdogan e, Erdogan wek şefekî orkestrayê her tiştî xweş îdare dike.
Berê bi hezaran qatil û çeteyên xwe yên îslamî li Cerablûsê û li ser sînor bi cî kirin û însanên wan deran birin Tirkiyê.
Nuha jî kincên ceteyên xwe guhertin û hemû kirin Artêşa Sûriya Azad(OSO), turkmen û nizanim çi...
Lê di rastiyê da eynî meriv in, Erdgoan geh kincên wan, geh navê wan û geh jî ciyê wan diguhere.
Lê hemû jî taktîk û lîstikên Erdgon û Tirkiye ne.
Bes kes newêre tirştekî ji Erdgogan ra bibêje. Kî devvê xwe veke, kî gotineke ne xweş ji Erdgoan ra, ji bo Tirkyê bibêje, Erdgoan tiliya xwe li çavê wan dixe, wan pşman dike.
Bi Xwedê li vê dinyayê tu kes bi qasî Erdogan ne jîr û plangêr e. Mêrik bi tena serê xwe hemû dinyayê li ser tiliya xwe dide lîstikandin.
Gava dilê wî dixwaze Îraqê, Kurdistana başûr, Sûriyê îşxal dike û kes jî nikane, newêre jê ra bibêje hilêbilê!
Piştî 5 sal şerekî malêran, kuştina bi sedhezaran însan, 9-10 milyon koçber û welatekî wêran, pir ne dûr e ku Esad sibe eniya Erdogan maçî bike.
Ji ber ku ereb pîs in. Heger ne pîs bûna ^22 dewletên wan ewê li hemberî îşxala tirkan jahreke belav bikirana.
Lê ke s newêrre bibêje kirt, dilê tirkan ku derê dixwaze diherin wira digrin.
Li Kurdistana başûr belkî 10-12 cî îşxal kirine, bi hezaran leşkerên wan li wan deran e.
Lê ne kurd û ne jî ereb li nikanin dengê bikin û nikanin tirkan ji wan deran derxin.
Emerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewrûpayê baş zanin Daîş girêdayî Tirkiyê ye, li gorî emer û fermanên Tirkyê hereket dike.
Lê li ge vê jî kes newêre devê xwe li ber Erdgoan veke. Ev ne bes e, ji Almanyayê û Yekîtiya Ewrûpayê xûgê digre.
Wa ye diyar dibe mesela koçberên Sûriyê jî ji bo şantajê û girtina xûgiyê heta nuha li Tirkyê girtine..
Ya na Erdpgan kînga bixwesta kanîbû ban kûçikên xwe yên Daîşê bikira û ji wan ra bigota rehet rûnin ya jî herin filan derê. Yajî milet aciz nekin.
Lê ji bo ku bigihîje armanca xwe nekir. Nuha jî ji bo kur ê li ber kurdan bigre, ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf, dike şer rawestîne, dike kocberan paşda bişîne, dike qatilû çeteyên Daîşê ji wan deran derxe û paş da bibe Tirkyê û hêhî hêdî belav bike…

XXX
Dewleta tirk piyesên Çehov, Brecht, Shakespear û Darîo Fo yasax kir
Ji her çar nivîskaran tenê Darîo Fo li heyatê ye.
Li ser yasaxê Darîo Fo gotiye:
”Min bi vê îftîxar kir.Fena ku ez cara duyem Nobelê bigrim.”
Piştî darbeya 15ê temûzê li Tirkiyê di Tiyatroyên Dewletê da lîstikên Darîo Fo, Çehov, Brecht û Shakespear hatin yasaxkirin.
Wey mala Xwedê ava be biryareke tam li gorî tirkan e!
Tirk û Çehov, Brecht û Shakespear ?
Ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye, bi vî aqilî, bi vê hukûmetê û bi van serokan tirk ewê hîn gelek tiştên din jî yasax bikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE