29 september 2016

Bîranîna xebata 39 sal berê

Bi xêra hevalê hafizexurt Vîldan Saîm Tanrikulu, ez nuha fêr bûm ku îro roja avabûna DDKDê ye.
Tam 39 sal berê di 28ê îlona 1977a da DDKD li Diyarbekrê hat damezirandin. Di kongreya avabûnê da ez di dîwanê da bûm.
Temenê DDKDê zêde dirêj nebû, piştî darbeya 12ê Îlonê DDKD hat girtin û gelek hevalên me ketin zindanê.
Di nava 3 salan da me ji bo gelê xwe gelek xebatên hêja kir û mîrateke nemir û giranbuha li pey xwe hîşt.
Wek Vîldan jî gotiye, ji kadir û endamên DDKDê îro bi hezaran kes di gelek qad û platformên cuda da li dijî dewleta kolonyalîst mucadelê didin û ji bo kurd û Kurdistanê gelek xebatên hêja dikin.
Ez wek endamekî Komîteya birêvebir yê DDKDê hemû endam û berpirsiyarên wê û hêza siyasî ya ku biryara avakirina DDKDê da bi dil û can pîroz dikim û kesên îro ne di nava me da ne, çûne rahmetê jî bi hurmet bibîr tînim.

XXX
Kekê Behrooz, dibê meriv DDKDê li gorî şertên 40 sal berê binirxîne, muhakeme bike.
Bêguman slogana ”kahrolsun agalar/bimrin axa” şaş bû, xwezî me wê demê ew şaşî nekira.
Ev şaşî(dijminatiya axayan, antî feodal) ji ber çepîtiya me ya dema zaroktiyê û bi riya çepên tirk ket nava me û devê partiyên kurd.
Rizgariyê ev şaşî nekir. Bi dîtina min ew jî bi tesîra Beşîkçî bû. Meriv kane bibêje KUK jî neket vê şaşiyê.
Bi dîtina min musebîbekî slogana ”kahrolsun agalar” bi qasî çepên tirk, Kemal Burkay û tevgera Riya Azadiye jî.
Lê li alî din DDKDê û hêza li pişt wê KÎPê di warê siyasî û îdeolojîk da li hemberî çepên tirk mucadeleyeke mezin da.
Me got, em kurd in, kurd miletekî cihê ye û Kurdistan jî welatê kurda ye. Û ji ber ku kurd miletekî cihê ye, lema jî dibê em kurd ne bi tirkan ra, cihê xwe organîze bikin. Yanî partî û rêxistinên kurd û Kurdistanî ava bikin.
Di vê mucadelê da em bi ser ketin û me çepên tirk hema hema ji Kurdistanê paqij kir.
Lê dû ra, piştî 1980î me xwe întîbaqî şertên nuh nekir, li gorî şertên nuh xwe organîze nekir û lema jî em heliyan û PKKê dest bi şerê çekdarî kir û lema jî heta nuha wek hêza herî xurt ma.
Xwezî em îro jî li Kurdistanê wek salên berî 1980î hebûna û xurt bûna. Lê ji ber ku mîratxurên me îro ne xurt in ev nayê wê maneyê me berê tiştên xerab kirine ya jî xebata me ya wê demê şaş bû.

XXX

Min û xanimê û lawikê me yê biçûk Rojen, biryar da em herin showa biraziyê xwe yê hêja Ozz Nûjen & Måns Möller sverigeshistoria(Diroka Swêd)li Skandiascenen Cirkusê temaşe bikin.
Lê cî tuneye, her roj tije ye.
Rojen bi zor di 21ê cotmehê(oktober)da ji me ra cî veqetand û ew cî jî zêde ne bi dilê min e, rêza hefta ye.
Ne xêra Rojen bûya min nikanîbû cî veqetanda. Ev dinya êdî ne li gorî me ye.
Hema nezanî tiştekî xerab e û weselam…

Inga kommentarer: