30 september 2016

Erdogan dixwaze Peymana Lozanê biçirîne û hin erdên din jî îşxal bike


Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di civîna muxtaran da gotiye:
”Di 1920a da Sewr nîşanî me dan. Di 1923a da em bi Lozanê razî kirin. Hinekan jî xwestin Lozanê wek zaferekê bi me bidin qebûlkirin. Di wê peymanê da kesên li ser wê masê rûniştin heqê wê peymanê nedan. Ji ber ku nedan nuha em van zahmetiyan dikşînin.”
Mêrik pir vekirî dibêje erdê me îşxal kiriye, yanî Kurdistana para me ketiye hindik e, ji bo ku em rehet bikin, dibê em hinek erdên din îşxal bikin, dibê em ji Sûriyê û Îraqê hin erdên din bigrin.
Û ji xwe mêrik ne tenê dibêje, dike jî, li Sûriyê û li Îraqê hin derên nuh îşxal kirine jî.
Li Kurdistana başûr bi kêmanî li deh ciyan şargehên leşkerên tirk hene û li rojava jî ji xwe va ye gelek der îşxal kirin.
Yanî hedefa Erdogan hin erdên din e. Mêrik dixwaze beşên Kurdistanê yên din jî îşxal bike.
Erdogan baş zane Sûriye û Îraq tu carî wek berê nabe, miheqeq ewê perçe bibin û bibin çend dewlet ya jî federasyon.
Hesab û planên wî di vê hengameyê da, di rojên pêş da hin erdên din jî ji Kurdistana Sûriyê û Îraqê bigre.
Û mêrikan wa ye li wan deran bi cî bûne…
Li hemberî van gotinên Erdogan yên pir tahlûke dibê Îraqê, Sûriyê û serokê Kurdistana Federe reaksiyoneke sert nîşan bidane.
Lê heta nuha kesî dengê xwe nekiriye. Çimkî çavê mêrik li erdên nuh e.


XXX
Waliyê Erdogan yê Rihayê dest danî ser belediya Wêranşarê, Xelfetiyê û Hewagê(Bozowayê).
Wisa xuya ye ewê hemû belediyan bi zor ji kurdan bidstînin. Tirkan bi hukûmetê û dewletê va biryara xwe dane dewleta xwe ji kurdan paqij bikin.
Û belediyan jî bi darê zorê têxin bin destê dewletê.
Ev faşîzim e, zorbatî ye.
Hêvî dikim ev zorbatiya tirkan aqil bîne serê kurdên dewleteke kurd naxwazin û ji bo demokrasiya Tirkiyê dixebitin.

Heger serokên me jî bi qasî serokên erîtriyan jîr bûna nuha em jî wek wan bûbûn xwedî dewlet


Rûdawê bi Mele Kirêkar ra hevpeyvînek kiriye, kêm be jî lê gelek pirsên xweş jê kirine.
Mele Kirêkar , di dereke hevpeyvînê da şoreşa Mele Mistefa Barzanî û ya Erîtreyê miqayese kiriye û gotiye:
”Hamid Hewatî weke Mele Mistefa Barzanî serokê şoreşa Erîtreyê bû di sala 1961ê de. Herdu aliyan jî şoreş kir. Di sala 1994ê de Erître bû dewlet. Partiyên me jî 1994ê şerê hev dikirin. Îranê jî di vê rewşê de welatê me kavil kir.”
Mele Kirêkar wek her kes zane demakê Emîrê rêxistina ”Ensarûl Îslam” bû û bi îdeolojiya xwe ya îslamî û tevgera xwe gelek zirar da kurdan.
Lê di vê gotina Mele Kirêkar da para rastiyê pir e, Erître bû dewlet, lê kurd hîn jî girêdayî Îraqê ne û hîn jî şerê hev dikin.
Li gel ku kurdan bedelekî sed qatî ji erîtriyan bêtir daye, lê kurd hîn jî gelkî dûrî dewletbûnê ne
Erê dijminên me pir in, erê şertê welatê me gelkî cuda û zahmet e, ev hemû rast in.
Lê sebebê hîn jî em bindest in û li tu beşekî welatê xwe nebûne xwedî dewlet ne tenê ev in, hinekî jî girêdayî me ye, ji me da ye.
Dibê em her tiştî nexin hustiyên dijminên xwe û şertan. Sûcê me jî pir e, rêberên me ne jîr û biaqil in.
Ne rast e em her tiştî bi şertên welatê xwe û bi piraniya dijminên xwe ve girê bidin, miheqeq di serok û siyasetmedarên me da jî kêmasiyek heye.
Heger siyasetmedar û seokên me jî wek yên Erîtreyê, wek yên Somaliyê, wek yên Efrîqa Başûr û gelek welatên din jîr û jêhatî bûna, siyaseteke li gorî şertên welatê xwe û li gorî realîteya cîhanê bimeşandina em jî nuha rizgar bûbûn.
Ev 25 sal in kurd li başûr ji bindestiyê Îraqê derketine û xwe îdra dikin, Ev demeke pir dirêj e.
Lê hîn jî dev ji siyaseta eşîrtiyê û parîtiyê bernedane. Hîn jî nebûne dewlet, hîn jî dewleteke netewî, artêşeke netewî, sîstemeke edaletê ya netewî ava nekirine.
Meclîsek hebû, ew jî ev saleke naxebite.
Ji dêlî ku yek feraxetî yekî bike, berjewendiyên netewî bigrin pêş, li ser kursiyan û perkirina petrolê li hev nakin. Ew, hemû bi pera dilîzin û mamoste jî nikanin meaşê xwe bigrin, xelk ji birçîna dimre.
Emerîka meaşê pêşmergeyan dide.
Her kes kursiya xwe û perê xwe di ser berjewendiyên netewî ra, di ser dewletbûnê ra digre.
Heger ne wisa be, heger her kes kursiya xwe û berjewendiyên xwe yên aborî di ser berjewendiyên netewî ra negre tu sebeb tuneye kurd nebin yek û bingehê dewleteke netewî qewî nekin.
Nuha li Kurdistana başûr tu dezgeheke netewî tuneye, her tişt, hatina petrolê jî tê da, di nabêna partiyan da, li gorî hêza wan hatiye parkirin.
Lema jî ez bi xwe rexneya Mele Kirêkar di cî da û rast dibînim. Dibê kurd êdî bêkêriya van siyasetmedaran bibînin û li dijî vê rewşê derkevin û ji bo yekîtiyê zorê bidin van serok û partiyan.
Not:
Mele Kirêkar, gotiye "Kurdistan mala kufrê ye" lê kurd paqij in. Muxabir jê nepirsiye, çima Kurdistana mala kufrê ye û bi viya qesta wî çi ye?


Him neheq in him dixeyidin

Hin însan bêfahm û bêhurmet in. Meriv kane bibêje sebeb nezanî û cahiltî ye.
Yekî nuha daxwaza hevaltiyê ji min ra şand, min qebûl kir. Tavilê di binê nivîseke min da şiroveyeke bi tirkî nivîsand.
Min jê ra e-mailek şexsî şand, min got ez nivîs û şiroveyên bi tirkî nawşînim. Ez nikanim nivîsa te rast bikim, dibê hemû nivîsê rakim.
Ji kerema xwe ra nivîsa xwe ya bi tirkî rake, tenê bi kurdî binivîse.
Camêr xwe aciz kir, got ez hevaltiya xwe paşda digrim.
Min got tu bi kêfa xwe yî.
Yekî swêdî ebeden tiştekî wiha nake.
Min eynî tişt ji swêdiyekî ra bigota, ewê uzrê xwe bixwesta û bigota min nizanîbû û ewê di cî da, bêyî xeyd nivîsa xwe rakira, xwe ebeden aciz nekira.
Ji ber ku ez dibêjim ez nivîsên bi tirkî qebûl nakim. Ya kesî qebûl nakim. Ev 8 sal in min rêzek jî bi tirkî neweşamdiye.
Ji ber ku ez dibêjim ez tenê bi kurdî dinivîsim û tirkî qebûl nakim.
Kesên dibin hevalên min dibê vê biryara min qebûl bikin, yê qebûl neke, şaş bibîne û bixwaze bi tirkî binivîse nabe hevalê min û gava bû jî bi tirkî nanivîse.
Hewqas basît e.
Di viya da tiştekî meriv xwe aciz bike tuneye.

XXX
Li Tirkiyê heta kurd nebin xwedî statuyeke siyasî û qanûnî, garantiya tu telewîzyonê û tu mafî tuneye.
Heger hûn dixwazin Zarok TV neyê girtin, dibê hûn dev ji pêşxistina demokrasiya Tirkiyê û partiya Tirkiyê berdinû ji xwe ra tiştekî konkret bixwazin.
Serxwebûnê, federasyonê, otonomiyê, axirê tiştekî bixwazin. Çimkî nuha li gora qnûnên Tirkiyê kurd tunene, de îcar çawa ewê mafê wan hebe?
Telewîzyonên miletê tune nabin. Ji bo ku telewîzyonên me hebin, berê dibê em wek milet hebin.
Tirk hîn hebûna me qebûl nakin...
Hûn çima viya fam nakin?


29 september 2016

Taliya Erdgan û Tirkiyê pir xerab xuya dike



Dijminatiya Erdogan û hukûmeta AKPê ya li hemberî kurdan bi girtina telewîzyonên kurdî û Zarok TVê dest pê nekiriye.
Erdogan tu carî nexwestiye hebûna kurdan qebûl bike û mafê wan yê netewî bide.
Tim gotiye, ”yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al, yek ziman…”
Yanî tim sinyala dibê kurd bibin tirk daye. Tim gotiye hedefa min helandin akurda ye.
Erê çend sal berê hin gavên taktîkî û xapandinê avêtin, lê ew jî ji bo rayên kurdan û belavkirina PKKê bû.
Yanî ew jî ji bo helandina kurdan bû; ji bo ku bi demê ra kurdan ji ber hev da bixînin û bihelînin.
Ji zûda ye ez dibêjim, êdî dawiya viran û taktîkên xapandinê hatin.
Lema jî hukmet ewê berê xwe bide kurdan û hemû azadî û mafên heyî ji ortê rakin.
Telewîzyonan, komeleyan û partiyan ewê bigrin, ewê însanan bavêjin zindanan.
Lema jî dibê kurd, siyasetmedarên kurd li gorî vê yekê haziriya xwe bikin.
Dewleta tirk berê jî ne li ser asasekî pir saxlem bû.
Lê Erdogan û Gulen ev dewleta ceberûd baş tarûmar kirin. Kirin dewleta cimatan û şexsan.
Nuha li Tirkiyê dewlet mewlet tuneye, rêxistineke terorê ya Erdogan heye.
Erdogan bi kultur û felsefa xwe ya diziyê û mafîayê nîha diya dewleta tirk, ew tarûmar kir. Civat berra hev da.
Îro li Tirkiyê dewlet jî, milet jî perçe bûye, cimat hene.
Pêşeroja dewleta tirk pir tarî ye.
Heta Erdogan li ser hukim be ne mimkûn e aramî û îstîkrar were Tirkiyê.
Rewş roj bi roj ewê xerabtir bibe.
Her roj bi sedan însanan digrin û dest datînin ser mal û milkên xelkê. Û ewê dom bikin.
Welatekî demokrasî, huqûq, edalet lê tunebe îstîkrar, aramî lê çênabe. Mahkûmê bêîstîkrariyê, tevliheviyê, şer û peçûnan e…
Li Tirkyê îro ewlekariya mal û canê tu kesî, ya Erdogan bi xwe jî tuneye.
Erdogan bi xwe jî bi şev, bi dilekî rehet serê xwe danîne ser bêlgî û ranakeve. Ew ji siya xwe ditirse.
Ev rewş ewê bûyerên û tevliheviyên pir mezin bi xwe ra bîne. Pir ne dûr e Tirkiye jî bibe Sûrî û Îraq.
Ji ber ku dîktatoriya Erdogan civatê wê da dibe…
Di rojên pêş da Tirkiye ewê sed qatî ji nuha xerabtir bibe. Seddam, Esed, Qedafî çi kirin û bûn sebebên çi, Erdogan jî eynî tiştî dike û lema aqûbeta wî jî bi îhmaleke mezin ewê wek ya wan be…

Hukûmeta AKPê Zarok TV jî girt

Hukûmeta AKPê 10 kanalên telwîzyonên kurdî bi emrê serokwezîr dane girtin.
Zarok TV jî di nava van 10 telewîzyonên hatine girtin.
Yanî hukûmet tehamulî ”Zarok TV”ê jî nake.
De êdî hesab li ba we ye…
Lê girtina Zarok TVê ne tesadufî ye, hukûmet zane çi dike. Naxwazin zarokên kurdan li programên nasnameya wan xurt dikin temaşe bikin û fêrî zimanê we bibin.
Çimkî hîn jî hedefa hukûmetê helandina kurda ye.

Deh hindik e, ewê derxin sedî, dusedî.
Kî îtîatî Erdogan neke ewê bipelixînin.
Li Tirkiyê nuha dewleteke serbixwe tuneye, dewleta Erdogan heye.
Û Erdogan merivên xwe, xulamên xwe, zilamên xwe gav bi gav di nava vê dewleta şexsî da bi cî dike.
Li Mêrsînê ya jî li Îskenderûnê mudûrê mektebekê ji xwendevanan pirsî ye, gelo ew ji Gulen hez dikin ya ji Erdogan?
Êdî li Tirkiyê her kes mecbûr e ji Erdogan hez bike.
Yê jê hez neke malik lê viritî, ewê dest deynin ser her tiştê wî û wî şût tazî bera çolê bidin…
Li Tirkiya Erdogan, însan kanin ji Xwedê, ji Pêxember û ji Ataturk hez nekin. Heta rexne bikin.
Lê heznekirina ji Erdogan ne hedê kesî ye, her kes mecbûr e methê wî bide û bibêje ez qûlê wî me.
Yanî Erdogan viya dixwaze, sîstemeke wiha dixwaze.
Dewleteke bêyî kurd, bêyî elewîyan, bêyî çepan, bêyî muxalif. Dibê her kes merivê Erdogan be….

Bîranîna xebata 39 sal berê

Bi xêra hevalê hafizexurt Vîldan Saîm Tanrikulu, ez nuha fêr bûm ku îro roja avabûna DDKDê ye.
Tam 39 sal berê di 28ê îlona 1977a da DDKD li Diyarbekrê hat damezirandin. Di kongreya avabûnê da ez di dîwanê da bûm.
Temenê DDKDê zêde dirêj nebû, piştî darbeya 12ê Îlonê DDKD hat girtin û gelek hevalên me ketin zindanê.
Di nava 3 salan da me ji bo gelê xwe gelek xebatên hêja kir û mîrateke nemir û giranbuha li pey xwe hîşt.
Wek Vîldan jî gotiye, ji kadir û endamên DDKDê îro bi hezaran kes di gelek qad û platformên cuda da li dijî dewleta kolonyalîst mucadelê didin û ji bo kurd û Kurdistanê gelek xebatên hêja dikin.
Ez wek endamekî Komîteya birêvebir yê DDKDê hemû endam û berpirsiyarên wê û hêza siyasî ya ku biryara avakirina DDKDê da bi dil û can pîroz dikim û kesên îro ne di nava me da ne, çûne rahmetê jî bi hurmet bibîr tînim.

XXX
Kekê Behrooz, dibê meriv DDKDê li gorî şertên 40 sal berê binirxîne, muhakeme bike.
Bêguman slogana ”kahrolsun agalar/bimrin axa” şaş bû, xwezî me wê demê ew şaşî nekira.
Ev şaşî(dijminatiya axayan, antî feodal) ji ber çepîtiya me ya dema zaroktiyê û bi riya çepên tirk ket nava me û devê partiyên kurd.
Rizgariyê ev şaşî nekir. Bi dîtina min ew jî bi tesîra Beşîkçî bû. Meriv kane bibêje KUK jî neket vê şaşiyê.
Bi dîtina min musebîbekî slogana ”kahrolsun agalar” bi qasî çepên tirk, Kemal Burkay û tevgera Riya Azadiye jî.
Lê li alî din DDKDê û hêza li pişt wê KÎPê di warê siyasî û îdeolojîk da li hemberî çepên tirk mucadeleyeke mezin da.
Me got, em kurd in, kurd miletekî cihê ye û Kurdistan jî welatê kurda ye. Û ji ber ku kurd miletekî cihê ye, lema jî dibê em kurd ne bi tirkan ra, cihê xwe organîze bikin. Yanî partî û rêxistinên kurd û Kurdistanî ava bikin.
Di vê mucadelê da em bi ser ketin û me çepên tirk hema hema ji Kurdistanê paqij kir.
Lê dû ra, piştî 1980î me xwe întîbaqî şertên nuh nekir, li gorî şertên nuh xwe organîze nekir û lema jî em heliyan û PKKê dest bi şerê çekdarî kir û lema jî heta nuha wek hêza herî xurt ma.
Xwezî em îro jî li Kurdistanê wek salên berî 1980î hebûna û xurt bûna. Lê ji ber ku mîratxurên me îro ne xurt in ev nayê wê maneyê me berê tiştên xerab kirine ya jî xebata me ya wê demê şaş bû.

XXX

Min û xanimê û lawikê me yê biçûk Rojen, biryar da em herin showa biraziyê xwe yê hêja Ozz Nûjen & Måns Möller sverigeshistoria(Diroka Swêd)li Skandiascenen Cirkusê temaşe bikin.
Lê cî tuneye, her roj tije ye.
Rojen bi zor di 21ê cotmehê(oktober)da ji me ra cî veqetand û ew cî jî zêde ne bi dilê min e, rêza hefta ye.
Ne xêra Rojen bûya min nikanîbû cî veqetanda. Ev dinya êdî ne li gorî me ye.
Hema nezanî tiştekî xerab e û weselam…

28 september 2016

Meriv berê fêr dibe dû ra fahm dike

Meriv di xortaniya xwe da fêr dibe, di kalîtî û pîrîtiya xwe da fahm dike.  Yanî merivberê fêr dibe û dû ra fahm dike…
Hevalekî nuha telefon kir û teqawîtiya min pîroz kir, got ser xêrê be.
Min got aqûbet li serê te be jî, ya te jî hindik maye.
Camêr got weleh ji teqawîtiya min ra hîn 10 sal mane.
Ez matmayî mam, min got yaho li welêt me bi hev ra dest bi siyasetê kir. Min nizanîbû tu hewqasî ji min biçûktir î. Min digot belkî tu jî hevalê min î…
Henek li aliyekî li welet ji ber ku em biçûk û mezin bi hev ra dixebitîn, lema jî haya kesî ji salên kesî tunebû.
Ya jî ez tim bi xortan ra rûdiniştim, der û dora min, komeleya me(DDKD) tim tije keç û xort bûn. Dibe ku lema min salên xwe ji bîr kiribû û min jî xwe xort dihesiband.
Lema jî nuha salên gelek hevalên min yên salên 1980î min matmayî dihêle, ez kal bûme û ew jî hîn xort in.
Lê bi Xwedê sal çi be jî dil pîr nabe, di salên 1970, 1980 û 1990î da min xwe çawa his dikir, îro jî hema hema eynî tiştan his dikim, di serê xwe da eynî xeyalan çê dikim
Lê belê eynî tiştên xortaniyê nakim û nikanim bikim.
Ferq ev e.
Çimkî meriv di xortaniya xwe da fêr dibe, di kalîtî û pîrîtiya xwe da fahm dike.
Ez nuha di qonaxa fahmkirinê da me…
“Merivekî 20 salî, dixwaze dinyayê biguhere, gava dibe 70 salî dîsa dixwaze dinyayê biguhere. Lê belê zane nikane.”
Ez jî gelek tiştan dixwazim, lê belê ez zanim ez nikanim.
Lê gel vê rastiyê qanûna fizîkî jî ez naxwazim ji xortan bimînim, heta ji min tê, bi kulekî û bi keftûleft be jî dixwazim tevî refên wan bibim û bi wan ra ji bo welat û gelê xwe bixebitim…

XXX

Di TRTkurdî da programeke bi navê ”Rastiya Bûyerî” heye. Ev cara pêşî ye dibînim.
Mufît Yuksel dipeyvî, lema min çend deqîqeyan lê temaşe kir.
Min nizanîbû Mufît Yuksel merivekî hewqasî namerd e. Namerdekî wek Mehmet Metîner e.
Moderatorê programê ji wan jî namerdtir bû.
Hemûyan bi hev ra digotin Daîş û PYD yek in, hevalên hev in, Daîşê ew cî dan PYDê. Daîş û PYD bi hev ra gorra Tirkiyê dikolin. Vir û bêbextiyên ji van gotinan girantir li hev radirtin. Guhdarîkirin ne mimkûn bû.
Pir kêm riya xwe bi TRTkurdî dixim, tiştê min nuha dît bûye telewîzyona MITê, faşîstan û namerdên antî kurd.
Esas ez li van telewîzyonan pir kêm temaşe dikim. Carnan bala xwe didimê ji bo ku cahşên nuh nas bikim.
Min îşev yek nas kir…

Hela ka ez binêrim ji nuha û pê da jiyan çi fêrî min dike

Însan bi salan ra xwe fêrî hin tiştan dike, di jiyana xwe da hin fêrbûn û rutînan bi cî dike.
Li gorî wan fêrbûn û rutînan ji xew radibe, radikeve, dinivîse, dixwîne filan û bîvan…
Ji nişka ve guhertinan van fêrbûnan pir zor e. Jê ra wext û zeman lazim e.
Bi kêmanî ji bo in wiha ye, ji bo întîbaqa şertên nuh wext lazim e.
Li gel ku ez êdî naçim kar lê dîsa jî saet di heftê sibê da radibim.
Çimkî zîla saeta xanimê wê saetê lêdixe. Ji mecbûrî ez jî pê ra şiyar dibim.
Piştî wê raketin gelkî zahmet e.
Ez qahwa xwe hazir dikim û xurîniya xwe dikim û dû ra kompîtorê vedikim û bîstekê li facebookê, li hin malperan, li e-maila xwe û filan dinêrim.
Meriv kane bibêje bi rengekî canê xwe digerînim. Fena mirîşka bi hêk, lê nizane ewê hêka xwe li ku bike…
Ev antraman e, hîn ji nivîsê ra ne hazir im, hîn min birayara xwe nedaye ezê çi bikim.
Ev du roj in serê min pir tevlihev e. Dibe ku di rojên pêş da rewş biguhere.
Dû ra diçim li dora saetekê digerim.
Lê min hîn biryara xwe tam nedeya, hîn ji xwe ra nekiriye rutîneke rojane.
Yanî dibê ji xwe ra dûzaneke nuh çêkim, bibim xwedî hin rutînên nuh.
Di xebatê da ez merivekî zêde ne bi disîplîn im, kanim zû dev jê berdim û dest bi tiştekî din bikim.
Carnan ji xwe ra dibêjim hela ecele neke, do yek îro dudu, hela bira hineke wext bi ser keve…
Hela ka ez binêrin ji nuha û pê da jiyan çi fêrî min dike

XXX

-Merivê wefadar ji te gelek ziraran jî bibîne jî, çêyiyek te qet ji bîr nake.
Merivê nankor ji te zirarekê tenê jî bibîne, hemû çêyiyên te ji bîr dike.
Ji ber ku yê wefadar dostê ji dil e, dostiya wî, hezkirina wî ne demî û li gorî menfaetê ye.
Lê yê nankor qedirnezan e, bêwefa ye, qedir û qîmeta rindiyê, çêyiyê li ba wî kêm e, tim li kara xwe, li menfeeta xwe difikire…
Dibê meriv wefadaran bide ser serê xwe û hevza xwe ji nankoran bike…
Û ev jî heye, zemên, wextê merivên nankor zêde û wefadar kêm kirine.
Ev jî xusûsiyet û qerekterekî vê sedemê ye…

27 september 2016

Mehdî Eker dibêje di fikrê wan da kurd tune ne

Mehdî Eker: Di fikrê me da kurd...tiştekî wiha tuneye

Wezîrê çandiniyê yê berê û aqilmendê Erdogan û Bînalî Yildirim, Mehdî Eker li Almanyayê di konferansekê da gotiye:
”Di fikrê me da kurd, tirk, ereb, laz, çerkez, boşnak, tiştekî wiha tuneye. Em hemû qûlên Xwedê ne. Me li vê coxrafyayê eynî qeder, eynî tarîx, eynî kultur, eynî nirx, eynî bawerî parve kiriye, hebandiye…”
Eker, siyaseta AKPê pir eşkere gotiye, ”di fikrê wan da kurd murd, tiştekî wiha tuneye, hemû mexlûqên Xwedê ne…”
Yanî hemû musilman û tirk in. Maneya van gotinan ev e. Çimkî yên xwedî dewlet tirk in, gotinên din demagojî ye…
Înkara hebûna kurdan ji viya vekirîtir nabe.
Mêrik wek xulamekî, wek yenîçeriyekî dewleta tirk diblje, ”kurd murd” tunene, em hemû însan in û musilman in.
Û dibê kurd bi viya werin serî.
Lê hin ”qûlên Xwedê”, mesela tirk, xwedî dewlet in û hin qûlên Xwedê jî, mesela kurd, tevî Mehdî Eker, bindest û koleyên tirkan in.
Demagojiyên Ekerê dewşîrme nikane vê rastiyê, vê realîteya heyî ji ber çavên însanan wenda bike.
Ji ber ku bindestî, koletî bi Mehdî Eker ne zor e, pê wek şîr û şekir e, lema jî pesnê wê dide û dixwaze hemû kurd jî bi vê bindestiya tirkan razî bin.
Ya din jî gava Eker dibêje, em kurd û tirk xwediyê ”eynî qederê, eynî tarîxê, eynî kulturê, eynî nirxan, eynî baweriyê ne” jî derewan û bêbextiyeke mezin dike, kurd û tirk ebeden ne xwediyê ”eynî tarîxê, eynî qederê, eynî kulturê ne”.
Ji bo ku meriv eksê vê îdîa bike û bibêje ”qeder, tarîx, kultur, baweriya” tirk û kurdan yek e, dibê meriv însanekî pir bêrû û virek be, merivekî bêheya be.
Qeder, tarîx û kultura tirk û kurdan çawa yek e?
Tirk xwedî dewlet û serdest in, Kurdistan îşxal kirine û heta nuha bi sedan serîhildanên kurdan tefandine, bi sedhezaran kurd kuştine.
Zindanên Tirkiyê tije kurd in.
Balafirên tirk her roj bi tonan bombe bi ser çiya, gelî û newalên Kurdistanê da dibarînin.
Sê beşên Kurdistanê di bin îşxala dewleta tirk da ye.
Zimanê kurdî yasax kirine.
Nahêlin zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerde bibin.
Hemû sembolên kurdan û Kurdistanê yasax kirine, nahêlin kurd navê welatê xwe bi azadî hildin.
Tirk û kurd du miletên cihê ne, tirk bi tirkî û kurd jî bi kurdî dipeyivin. Kan jî ne mimkûn e kultura kurd û tirkan yek be.
Ji bo ku meriv bibêje tirk û kurd xwediyê ”eynî dîrokê, eynî qederê û eynî kulturê” ne dibê ûjdan bi meriv re tunebe û meriv xwediyê mejiyekî yenîçeriyan be…

26 september 2016

Gava aqil belav bû kurd dereng man

Diyar e gava aqil li însanan belav bû kurd ya negihîştin ser ya jî li dawiya hemû miletan man û lema jî para wan pir hindik ket.
Ji do da ye gelek daxwazên hevaltiyê ji min ra tên.
Ez dibêjim belkî birayê Mucahît Ozman di nivîseke xwe da qala navê min kir û got kurdiya min baş e lema. Yanî ji bo min bû wek reqlamekê.
Berî ez daxwaza hevaltiyê qebûl bikim, hema wiha di ser ra be jî ez bala xwe didim profîla wan û zimanê pê dinivîsin.
Kurdekî rismê Seyid Qutbê yek ji mezinê tevgera Birayên Musilmanan kiribû rismê profîla xwe. Min hevaltiya wî qebûl nekir.
Ji bo ku kurdek rismê Seyid Qutb, rismê erebekî bike rismê profîla xwe, dibê xwe nas neke, ji dîroka xwe bêhay be û şiûrê netewî jî pê ra gelkî zeîf be, ya jî tew tunebe…
Di nava miletê kurd da gelek ”Seyid Qutb” hatin bi darde kirin. Kurdê me qîma xwe bi yekî jî nayne, yekî jî naecibîne, rismê yekî ereb dike rismê profîla xwe.
Ji ber ku totik vala ye…
Dixwaze bira qehremanî be ya jî ilm û îrfan be, baweriya dînî be, di nava kurdan da bi sedan egîd û alimên wek Seyid Qutb hene.
Ma çi yê kurdperwerê mezin Şêx Ubeydullahê Nehrî ji Seyid Qutbê ereb kêmtir e?
Ma Şêx Seîd ne yekî wek Seyid Qut be?
Ma Seîdê Kurdî ji Qutb ne mezintir e?
Ma Qazî Mihemed ne yekî wek Seyid Qutb e?
Lê ji ber ku ereb û tirkan hest û şiûrê netewî, kurdayetiyê bi kurdê me yê misilman ra kuştine, lema jî rismê Şêx Ubeydullah, Şêx Seîd û Qazî Mihemed ya jî alimekî kurd nake rismê profîla xwe, xwe dike qurbana Seyid Qutbê ereb…
Û tiştê neviyên Seyid Qutb û ereban anîne serê kurdan li ber çava ye.
Talankirina welatê me, mal û milkê me ne bes bû, di ser da dest avêtin namûsa me jî, bi hezaran keçên me, jinên me êsîr girtin, ji xwe ra kirin cariye û li bazaran wek kola firotin.
Lê dîsa jî pozê gelek kurdan naşewite.
Dîsa jî dev ji heyranî û xulamtiya musilmanên ereb û tirkan bernadin.
Û kurdên me yê misilman hîn jî rismê serokekî tevgera Îxwanan dikin rismê profîla xwe.
Gava aqil tunebe meriv çuqasî bikeve û rabe jî, çi felaket werin serê gelê meriv jî meriv jê dersê nagire, çimkî totik vala ye…

Roja pêşî û hin hestên tevlihev


Îro 26ê îlonê ye û roja pêşî ya xaneşîniya(teqawîtiya) min e.
Roja pêşî gelkî muhîm e.
Belkî min hinekî zêde qala vê meselê kir. Lê nabe ez qala hestên xwe, xem û xeyalên xwe yên roja pêşî nekim. Dû ra kanim nuxteyekê deynim ser vê meselê…
Lê hevalên nexwazin van tiştên ”vala” bixwînin, kanin nexwînin ya jî min teqîp nekin.
Wek her roj ez dîsa saet di 06.00a da bi xwe hesiyam. Lê îcar kerekî biçûyamê tunebû, min xwe li hundur xapand.
Dû ra xanim rabû, xwe tev kir û çû karê xwe.
Ez mam bi tenê.
Min kompîtora xwe vekir û li maper û e-maila xwe nêrî. Tiştekî nuh û xerîb tunebû.
Min qahwa xwe çêkir û xurîniya xwe kir.
Ez sibehan ji qahwê hez dikim.
Lê hîn zû bû.
Min rahîşt romana Vuk Draskovic “Riya Împaratoran” û rasto çepo çend rûpel jê xwend.
Min ev roman salek berê xwend û hin derên wê xêz kirin, ji bo ku rojekê tiştekî li ser binivîsim.
Lê min di xwe ra nedît, wer ma.
Lê hîn jî nêta min heye tiştekî li ser binivîsim.
Ji ber ku çîroka qehremanê wê Arslan Beyê dewşirme/yenîçerî ya trajîk gelkî dişibe ya bi hezaran kurdên dewşirmeyên, yenîçeriyên îro.
Hêvî dikim di rojên pêş da bikanibim li ser vê romana hêja tiştekî binivîsim.
Piştî xurîniyê û bîstek xwendin, ez derketim der û li dora saetekê geriyam û ji xwe ra ketim xem û xeyalan.
Li ser jiyana xwe ya rojên xwe yên mayî fikirîm.
Gelo ezê çend salên din bijîm?
Gelo ezê bikanim vegerim welêt ya na?
Dibê ez çi bikim û dest bi çi û kîjan karî bikim?
Dest bi xwendina kîjan kitêbê bikim?
Rojê çend saetan bixwînim û çend saetan binivîsim?
Halê kurdên Kurdistana bakur ewê çawa be, ev rewşa malkambax ewê heta kînga dom bike?
Gelo li Kurdistana başûr Kurd ewê li hev werin û serxwebûna xwe îlan bikin û ezê Kurdistaneke serbixwe bibînim?
Li Kurdistana rojava rewşa kurdan, berxwedana wan ewê çi bi xwe ra bîne, kurd ewê çi bi dest xin?
Bi van pirs û xeyalan piştî saetek seyran ez vegeriyam mal û dîsa qahweyeke teze ji xwe çêkir û dû ra jî ev rêzên han nivîsî…
Însan meuxlûqatekî wisa ye zû întîbaqî şertan dike. Ezê jî hêdî hêdî fêrî van şertên nuh bibim û belkî jî jê pir hez bikim…
De hela ka ez binêrim jiyan, pêşeroj çi surprîzan pêşkêşî min dike…

Tirkan em ji eyarê xwe derxistine

Ji êvar da ye li dora 30-40 daxwazên hevaltiyê ji min ra hatin. Du sê heb ne tê da min hemû qebûl kirin.
Di nava wan da face yekî(belkî jî duduyan)tenê bi kurdî bû, yê din hemû bi tirkî bûn. Bi qasî min fam kir piraniya wan jî kurdên bawermend in.
Berê feqî, mele û kurdên bawermend bi kurdî dipeyivîn, bi kurdî dinivîsîn. Avangardîstên kurdî mele bûn.
Tirkan wa ye îşê wan jî qedandiye, wek çepên kurd, ew jî baş asîmîle bûne. Zimanê wan jî bûye tirkî.
Esas meriv kane bibêje kurd bi tevayî teslîm bûne û li hemberî tirkan û zimanê tirkî ala spî hildane.
Carnan ez difikirm hevaltiya kurdên malperên wan bi tirkî ne qebûl nekim, lê dîsa dev ji vê fikra xwe berdidim.
Wê demê ji 4722 hevalan belkî 22 hevalên min jî nemînin.
Bi navê Xwedê tirkan tiştek di me kurdan da nehîştine, çep, rast, dîndar, em hemû wek leymûnê givaştine û pûç kirine. Piraniyeke mezin ya kurdan tirkîtî qebûl kiriye. Tirkbûn bi zimên dest pê dike,..

XXX

Gelek kurd newêrin bi kurdî binivîsin, newêrin dest pê bikin, baweriya wan bi wan tuneye. Û nivîsîna bi kurdî li ber çavên xwe pir mezin dikin.
Bi dîtina min qet ne zor e, ne deve û qantir e, gava meriv bixwaze meriv fêr dibe.
Û ne şert e meriv bi rengekî bêqusûr binivîse.
Bi demê ra meriv rastnivîsê jî fêr dibe.
Heta fêr nebe jî ne muhîm e.
Ma yên bi tirkî dinivîsin qey hemû rast dinivîsin?
Helbet na, gelekên wan herfên mezin û biçûk ji hev naerînin, lê dîsa jî xwe li tirkî dikin bela.
Bi dîtina min nivîsîna bi kurdî şêleke netewî ye, qebûlnekirina asîmîlasyonê û îşxala dewleta tirk e.
Meriv ji dewleta tirk ra, ji realîta heyî ra îîtîraz dike, dibêje ez te û zimanê te qebûl nakim...

25 september 2016

Ev çavsorî ji we ra namîne

Ev çavsorî ji we ra namîne, rojekê ewê pergala we jî belav bibe...
Serokwezîrê Tirkiyê yê xwedêgiravî û emirberê Erdogan, Bînalî Yildirim efendî li ser cimata Fethulah Gulen gotiye:
”Her qurişê me daye emê fitîl fitîl ji pozê wan bînin, emê paş da bistînin. Û ji xwe me dest bi girtinê jî kiriye.”
Yanî berê bi milyaran pere dan cimata Gulen, bi hezaran çeqel û çuqûl û faşîstên îslamî zengîn kirin û nuha jî, ji ber ku nabêna wan xera bûye, îcar jî dest didin ser mal û milkên xelkê, mal û milkên gelek kesî bi zorbatî û bi rengekî bêqanûnî ji wan distînin.
Ji ber ku hinekan silv dane cimatê, perê xwe di banka wan da razandine ya jî zarokên xwe şandine mektebên Gulen tên girtin û malên wan tên talan krin.
Lê Erdogan û Bînaliyê bi milyaran pere li cimata Gulen belav kirine, ji wan ra banke û mekteb vekirine îro li ser hukim in û xelkê ddin girtin. Ji ber hevaltiya xwe ya bi Gulen ra tu bedelekî nadin.
Gava bi milyaran pere li merivên xwe û li cimata Gulen belav kirin jî bêqanûnî bû, malê dewletê di nava xwe da par dikirin û nuha jî eynî bêqanûniyê dikin.
Lê îcar bi hawakî din û bi hinekên din ra talan dikin. Îcar malên hinekan li hinekên din belav dikin.
Tiştek pir vekirî ye, li Tirkiyê êdî dewlet mewlet nemaye. Erdogan dewlet jî, qanûn jî tarûmar kiriye. Tirkiye êdî ji dewletekê bêtir dişibe rêxistineke mafîayê. Erdogan bixwaze dest datîne ser malê her kesî, her kesî dide girtin û zindankirin.
Li Tirkiyê êdî ne ewlekariya kurdan tenê, ewlekariya mal û canê tirkên ne zilamên Erdogan jî tuneye.
Ev cara pêşî ye dewlet li tirkan jî tê xezebê.
Û heta kurd azad nebin, tirk jî ewê wek dinya û alemê rehet nekin, ewê jî tim û tim rezîl û riswa bin, hinekê tim ji ber hinekan birevin û herin xwe bavêjin dexlê ewrûpiyan.
Hêvî dikim pêşeroj û aqûbeta tirkan ji ya îro gelkî xerabtir be, hêvî dikim halê wan hezar qatî ji yê me kurdan xerabtir be.
Dewleta tirk, hukûmeta AKPê dinya li me kurdan kirine zindan, pergala me belav kirine, hêvî dikim dinya li wan jî bibe zindan û pergala wan jî belav bibe…


Heger aqilê me hebe emê li hemberî vê dewleta faşîst bi yek bin

Polîsên dewleta tirk ya faşîst îro li Diyarbekrê nivîskar, werger û edîtora kovara Zarema Fexriye Adsay girtine. Ev dewlet ewê bi rehetî bela xwe ji kurdan veneke. Girtina Fexriye Adsayê zorbatî û terorîzim e.
Ez girtina Fexriya Adsayê bi şîdet protesto û şermezar dikim. 
Hûn dibînin dewleta tirk çi dike, nivîskar û mamosteyeke wek Fexriye Adsayê jî digrin.
Heger aqilê me hebe emê dev ji beberî û dijminatiye hev berdin û li hemberî vê dewleta zalim û faşîst bibin yek...
Bimre bindestî û bêdewletî.

XXX
-Wezîfeyeke hêsirên çavan jî heye, ji bo kenê ewê li pey were paqijiyê dike.
///Mewlana
Îro li her çar perçên Kurdistanê kurd bi tirs û xof in, hêsiran dibarînin.
Lê hêviya me ji syasetmedarên me ew e ku piştî hewqas êş û jan û girî, êdî ken bikin para me...

XXX

20 roj berê dizekî kurd li Stenbolê li balafirxaneya Ataturk telefona Mehmet Taşê Diyarbekrî didize.
Lê dû ra gava dibîne telefon ya yekî kurd e poşman dibe, pê ra têkiliyê datîne û telefona wî ya Iphone jê ra paş da dişîne.
Bi Xwedê kêfa min gelkî ji vî dizî ra hat.
Dizekî pir biaqil e û kurdperwer e.
Xwezî hemû kurd û bi taybetî jî hemû siyasetmedar wek vî dizê kurdperwer bûna, tu carî xerabî bi hev nekirana.
Ne diziya hev kiribûna û ne jî dijminatiye hev.
Tim xêra hev xwestibûna.
Hêvî dikim siyasetmedarên me jî wek vî dizê biaqil û kurdperwer dilê wan li hev nerm bibe û li hev werin rahmê.

24 september 2016

Nîhayet ez jî teqawit bûm...


Îro roja karê min ya dawî ye, karê ji swêdiyan ra li vir qediya. Piştî du saetên din ezê ji Forsakringskassana Huddîngê(Dahîreya Sîgortayê) û ji hemû hevalan xatir bixwazim û bifirim û herim li dereke din venijim û dest bi jiyaneke nuh, jiyaneke ez xerîbê wê me bikim.
Nuha li oda xwe ez bi tenê me, hevalên min li jor haziriya festa xatirxwestina min dikin.
Min nedît 27 sal çawa derbas bûn.
Min hîn mesele baş fam nekiriye, ez bawer dikim roja duşemiyê gava ez neçim kar, a wê demê ez fam bikim.
A wê demê ezê li xwe varqilim û li jiyna xwe ya nuh û li pêşeroja xwe bifikirm.
Ezê çi bikim?
Nuha hîn 2-3 saetên min hene, hîn nizanim yê teqawit ez im…
Heta nuha min ji şefên xwe emir digirt, ji nuha û pê da êdî Hêvî xanim li mal dibe şefa min…
Ev jî tiştekî nuh e.
Lê çawa be jî azadî xweş e, êdî hemû rojê ezê di bin emrê xwe tenê da bim…

XXX
Çend gotin li ser do
Do şahiya, festa xatirxwestina teqawîdiya min pir baş derbas bû, min qet texmîn nedikir hewqas ênsan da beşdar bibin.
Şefeke min ya çar sal berê teqawit bûbû, ew jî hat.
Şefeke din li Îtalyayê li tahtîlê bû, bi hevaleka xwe ra kartek û meblaxek pere wek diyarî, ku meriv kane pê here tiyatroyê, sînemayê û hwd şandibû.
Tonek gul û li dora 4 hezar kronê swêdî(450 euro)di nava xwe da kom kiribûn dan min. Meriv kane ji xwe ra xerc bike, pê kitêban bikire û here sînemê û tiyatroyê.
Gelek kesî di heqê min da gelek tiştên xweş ku min qet texmîn nedikir gotin.
Ez him pir kêfxweş bûm û him jî muteesîr bûm.
Ev salek bû ez neçûbûm qahwê, do piştî şahiyê çûm qahwê.
Min digot belkî piştî kar kurd bi erebeyên xwe li ber derî kom bibin, lê wisa nebû, hêviyeke beyhûde bû, yek jî nehat.
Dawiya dawî ez bi peyatî çû ber nigên wan.
Kurd bêwefa bûne, êdî qedir û qîmetê nadin kal û pîrên xwe jî.
Êdî dinya ne dinya berê ye, berê meriv kal û pîrên xwe dida ser serê xwe, li ser destan digerandin.
Lê nuha meriv qurişekî xwe jî di kalan nade û ji xwe xulqê kesî tuneye guh bide kalan.
Îcar karê kesî tuneye were pêrgiya min…J))
Min û Hêvî xanimê xurîniya xwe kir, emê nuha derkevin bîstekê li ser xwe bigerin û qala pêşeroja min bikin.
Ezê hinekî guh bidim dîtin û pêşniyaên wê…
Bi îhtîmaleke mezin ewê bibêje zêde li ber kompîtorê rûnene, gava ez ji kar hatim mal, bira şîv hazir be…

XXX
Îsal li Swêdê 17 423 605 kitêbên bi swêdî û bi giştî(tevî zimanên din) 19 758 076 kitêb hatine firotin.
Nufûsa Swêd teqrîben 10 milyon e. Ev jî tê wê maneyê serê her ferdekî (zarokên pêçekî jî tê da) li Swêd dijî 2 kitêb dikeve.
Ez meraq dikim gelo li Tirkiyê îsal çend kitêb hatine firotin?
Bi kîjan zimanî çend kitêb hatine firotin di lêkolîna Bankîfo da heye. Lînka wê li jêr e.


Dibê em li hemberî hev demokrat bin

Êrîşa ser muxabira Rûdawê Rengîn Şero rûreşiyeke mezin e, şermezar dikim.Dibê kurd neşibin polîsên tirk. Dema bişibe polîsên tirk û wek wan li xelkê xin eybeke pir mezin e.

Selah Moussa Kekê Zinar Rudew ji hêla şirketên petrolê li Tirkiyê û li Başur tê finansekirin ,karê Rudewê li Rojava bi tenê. Tevliheviye ,ji ber wê yekê ji xanimêre gotin ,em naxwazin tu li vir kar,bikî,ji ber ku karê te dikeve xizmeta dewleta tirkiyê ,du ke çên Asayiş ew vegerandin .keko dibêjin herin zirara Duvmeqesk ji gelê dewlata Yemenê bipirsin, werin zirara RUDAWÊ ji me bipirisin.

Zinarê Xamo Kurdistan ne mala bavê PYDê ye. Yasaxkirina Kurdistanê li muxalifên xwe dîktatorî û zorbatî ye. Dibê meriv vê zorbatiyê ebedin qebûl neke, li dij derkeve û tiştên wiha qet xweş nebîne.
Rojnamevanên tirk li Rojava lotikan didin xwe, min heta nuha nebihîstiye li rojnamevanekî tirk xistine ya jî qewitandine. Û heger bikin jî şaş e, zorbatî ye....
Wê demê tirk baş dikin rojnamevanên nêzî PKKê û HDPê digrin.
Û li gorî vê teroriya te gava tirk, Tirkiyê li rojnamevanên kurd yasax bikin bi heq in...
Kî bike jî dibê kurd zorbatiyên wiha nekin.

Hewar Asa Raste mamoste Zinar, li her cihê Kurdistanê be, girtin, lêdan û terokirina rojnamevanan û hemû kesên bê sûç şermzar dikin, lê li vir du xal bala min dikişînin:
Yek: Çima tu kes sedema wergirtina hewlwesta asayişa Rojava jî nade berçavan? Rengîn Şero ji bo xatirê çavên kê di rûpela xwe a faysê de hêzên asayişê û YPG'ê û YPJ'ê bi mucrim bi nav dike gelo? ez nabêjim ji ber vê gotina wê, bila asayiş wisa bi Rengîn Şero û Rengîn Şeroyan bike, ema weke fakteke babetî divê were diyarkirin.

Duyem: Li Başûr û bi destên PDK çendîn rojnamevan, aktîvist û kesên siyasî lêdan xwarine, hatine zindankirin, di zindanan de ne, îşkence dane û didin, serhinda(nefî) kirine û teror kirin û herî dawî jî rojnamevan Wedat Hisên, ku nûçegihanê RojNews ê bû, bi îşkence ji aliyê asayişa PDK'ê ve li nîva bajarê Dihokê û li ber çavên xelkê tê revandin û paşê bi îşkenceyê dikujin û termê wî diavêjin ser cadeyekê! gelo çima ji bo Wedat tu kesî/kesê qe nebe sersaxiya malbatê nexwest? ne ew hîna pir genc bû, hat kuştin, hîna kifinê wî jî zer nebû ye, îro malbatê ji tirsên asayişa PDKê de çileya mirina wî birin gund û li wir li dar xistin, piraniya çapemeniyên Başûr amadeyî çileyê bibûn, lê Rûdaw amade nebibû! Rengîn bi tenê hatiye îhanekirin, çima wijdana me jî bi ren û îdeolojiyan kardike gelo?

Zinarê Xamo Birayê Hawar, şêla min prensîbî ye, ez li dijî dîktatoriyê, zulmê, zorbatiyê û nehqiyê me.
Dibê rê li ber xebata karkirên çapemeniyê, rojnamevanan neyê girtin. Kî xebata wan asteng bike ne rast e, dibê meriv li dij derkeve.
Heger PDKê jî li Kurdistana başûr li hemberî muxalifên xwe, li hemberî rojnamevanên nêzî PKKê tiştên wiha kiribin ez wê jî bi şîdet protesto dikim.
Gava neheqiyên wiha bi ber çavên min dikevin ez raya xwe dibêjim. Ji bo min PKK, PDK, YNK, Goran qet ferq nake, ez ne zilamê kesî me, ez li gorî fikrê xe û ûjdanê xwe hereket dikim.
Kî li kê neheqiyê, zorbatiyê bike ez şermezar dikim, dibêjim ne rast e. Wk însan tiştê ji min tê ev e.

Hewar Asa Mamoste Zinar ez dibêjim asayişa PDK'ê ji beriya 40 rojan rojnamevanekî ajansa RojNews a PKK'ê bi îşkenceyê teror kir, tu dibêjî "Heger PDKê jî li Kurdistana başûr li hemberî muxalifên xwe, li hemberî rojnamevanên nêzî PKKê tiştên wiha kiribin ez wê jî bi şîdet protesto dikim." Hey mala te ava, ma ji kuştinê wêdetir tiştek din qey he ye? Ne asayişa PYDê xwîn jî ji tiliyeke Rengînê neanî ye. An gengaze ku agahiyên we li ser vê bûyera hov çênebûbin!

Zinarê Xamo Birayê ezîz, yê min taqîb dike zane ez ne merivê tu partiyîê me, gava bibînim çavê xwe ji neheqiya tu partiyê ra nagrim. Bûyera tu dibêjî ez nizanim. Gava bibînim rexne dikim. Di bloga min da bi sedan numûne hene.
Ya din jî tiştê tu dibêjî lêxistina Şero meşrû nake. Û ne rast e di demên wiha da meriv bibêje, ”filan demê PDKê jî filan tişt kiribû”!
Ez dibêjim kî tiştên wiha bike şaş e, dibê meriv rexne bike. PDK, PYG ji bo min ferq nake.

Hewar Asa Mamoste ji xwe di serî de min got ku tu tiştek nabe bibe sedem ku asayişa Rojava vê bi serê jineke kurd bîne, lê ez û tu jî dizanin ku mesele ne refleks û tolhildana siyasî be, qey gelê Rojava û Şero çima ê dijatiya hevdu bikin? Yanî koka meselê diyasî ye, dibe ku haya te ji terorkirina şehîd Wedat nebûbe(ku gerek bû bibe, ji ber ku tu rexnegir î), lê piştrastim ku siyaseta PDKê li hember rojnamevanên apoçî û apoçiyan li Başûr ne ev ba, ê a PYDê jî li hember alîgirên PDKê ne ev bû ya. Weku din jî hîna dem derbas nebûye ku bûyera terorkirina Wedat Hisên were protestokirin, ji ber ku hîna kifinê wî er nebû ye...

Adem Cinar Erê mamoste, hûn alîgirê tu partîyê nînin û ji bo wê du bendîyê nakin nava partî û rêxistin an ku, we kuştina rojnameger Wedat huseyn Alî jî şermezar kiribû...

Zinarê Xamo Spas birayê delal. Bi Xwedê nayê bîra min.


22 september 2016

Gava yên baş siyaset nekin siyaset ewê ji xeraban ra bimîne


Li ser siyasetê gotineke nivîskarê kitbêba “Dewletê” û fîlozofê bi nav û Platon ya meşhûr heye, camêr teqrîben 2500 sal berî nuha gotiye:
“Heger hûn bi siyasetê mijûl nebin, wek ceza, hûnê ji alî kesên ji we bûdeletir, ji we xêvtir werin îdarekirin.”
Gava ez bala xwe didim Tirkiyiê û halê me, ez dibêjim gotineke rast e. Gelo hûn çi difikrin?

XXX
Gava partiyên kurd yên nabêna wan ne xweş nêzî hev dibin, diçin ziyareta hev kêfa min tê û ez piştgiriyê didimê.
Ez nabêjim filan partiyê berê hewqas şaşî û xerabî kiriye, lema jî dibê meriv pê ra nepeyive.
Kî wiha bifikire jî ez wiha nafikirim. Ez naxwazim partiyên li ser xeta şaş, di şaşiyên xwe da israr bikin. Gava dev ji siyaseta xwe ya şaş berdin û bixwazin bi hêzên din ra têkiliyên xwe baş bikin tiştekî baş e, min pir kêfxweş dike.
Ez dixwazim kurd neyartiya hev nekin, bi tifaq bin û bibin xwedî siyaseteke netewî. Ne ku her kes wek xwe bimîne, qet xwe neguhere...

XXX
Li gorî texmînan cixareyek 2 deqîqeyan jiyanê kin dike.
Şûşeyek şerab 4 deqîqeyan jiyanê kin dike.
Û rojke kar 8 saetan jiyanê kin dike.
Lê dîsa jî meriv ne ji rojeke kar, ji cixarê û ji şerabê gazinan dike…

XXX

Kekê Yaşar Abdulselamoglu ji bo vî rismî di twîta xwe da wiha nivîsîye:
”Xanî li paş we, têr rênîşandar e! Hêviya kurdan ew e peyamên neteweyî bi vê sembolê bi sînor nebe, pirsa hebûnê be.!”
Birayê ezîz pir xweş gotiye. Bi rastî jî rismekî pir manîdar e. Hêvî dikim ev tifaq, ev dostî tu carî xera nebe, hîn pêş da here û bibe destpêka tifaqeke mayinde.
Û bi hêviya daxwaz û şîretên Ehmedê Xanî ji xwe ra bikin rêber…

21 september 2016

Bi hêviya ev serdan bibe destpêka yekîtiyeke netewî

Serdan û hevdîtineke ji zû da ye hemû kurd li bende bûn û lema jî dilê hemû kurdên kurdperwer û xwedî hiş xwes dike.
Serokê HDPê Selahadî Demirtaş, bi heyeteke mezin ra îro li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ra dest bi hevdîtinan kir.
Demirtaş û heyeta wî li ber deriyê avahiya serokatiyê ji alî serok Mesûd Barzanî ve bi dilgermiyeke mezin û bi xalîçeya sor hat pêşwazîkirin.
Hemû kurd hesreta dîtina dîmenên wiha ne. Hêvî dikim serokên kurdan di van hevdîtinan da ji bo pêşeroja gelê xwe hin birayrên tarîxî bigrin, di warê hevkarî û yekîtiya netewî da li hev bikin û xeberên baş bidin gelê xwe.
Bala min lê ye di medyaya sosyal da fêsad û gelacan dest bi fêsadî û gelaciyên xwe kirine.
Dibê meriv guh nede van Beko Ewanan, kî li dijî hevdîtinên wiha be, kî yekîtiya kurdan nexwaze, kî nêzîkbûna hêz û partiyên kurdan nexwaze ew ne biaqil e, ne xêrxwazê kurda ye, fêsad e…

XXX

Kurdê bixwaze ji bindestiya tirk, ereb û frisan rizgar bibe, dibê yekîtiya kurdan biparêze û neyartiya partiyên kurd neke.
Bêyî yekîtiyê li tu beşê Kurdistanê jî kurd nikanin bi ser kevin.

Weleh çavê we jî û dilê we jî di axa welatên din da heye


Xwediyê Tirkiyê û bavê tirkan yê nuh Recep Tayyip Erdogan, di axaftina xwe ya konseya Neteweyên Yekbûyî da gotiye ”Bi operasyona Mertala Ferêt çavê wan me li axa tu welatî ye.”
Helbet ev vir û demagojî ye.
Heger bi rastî çavê we ne li axa tu welatî ye, wê demê çi îşê bi hezaran leşkerên we li Sûriyê û li Îraqê heye?
Çima hûn bi tank û topan ketine axa Sûriyê û Kurdistanê?
Heger çavê we di axa tu welatî da tuneye, ev 22 sal in bi hezaran leşkerên we li Kurdistana başûr in. Li Selaheddîn, Hewlêrê, Silêmaniyê. Zaxoyê, Duhokê, Amediyê, Diyanayê, Batûfayê Kanimasî(tabûreke komando), Bamernê(tabûreke zirxî), Başîkayê, Kerkûk û Telaferê bi hezaran leşker, qomando û tîmên çi karî dikin û ji bo çi çûne li van deran bi cî bûne?
Kes ne zarok e, weleh çavê we jî û dilê we jî di axa welatên din da heye û bi taybetî jî di axa kurdan da.
Û lema jî we bi tabûran leşker, tîm û komando li 10-12 derên Kurdistana başûr bi cî kirine.
Û ne kurd dengê xwe dikin û ne jî ereb. Vê tirsonekiyê û bêdengiya kurd û ereban cesaret da we û lema jî piştî Îraqê, nuha jî we axa Sûriyê îşxal kir.

XXX
Cahil pesnê xwe dide û ji pesindanê hez dike
Medyaya tirk medyayeke pir cahil, rezîl, şelaf û ji medeniyetê bêpar e, tam wek dezgeheke mafîayê dixebite.
Ji bo axaftina Erdogan ya di civîna Neteweyên Yekbûyî da di sernivîsên xwe da gotine:
”Erdogan dersa însaniyetê da Neteweyên Yekbûyî”.
Û ji bo sohbeta wezîrê karên derve yê Emerîkayê Kerry ya li ser nigan bi Erdogan ra jî gotine:
”Kerry çû ber nigê Erdogan”!
Sînorê cehaletê tuneye…
Manşetên wiha, gotinên wiha ne yên merivên bi kultur û medenî ne, ancax merivên civatên paşdamayî, merivên dinyanedîtî, merivên bi kompleks tiştên wiha bibêjin û fortên wiha pişika xwe binepixînin…
Kesên ev manşet nivîsîne kesên quruşo ne, ji bo ku Erdogan çend quriş pere têxe mista wan şelafiyên wiha dikin.
Û helbet kêfa Erdogan jî ji pesnên wiha rat ê, ew jî dixwaze şelaf pesnê wî bidin, halanan tê hildin û bi derewan wî mezin bikin.
Ji ber ku hewcedariya wî ji pesnên wiha ra heye, lema jî dixwaze tim pesnên wiha ji der û dora xwe bibihîze û pê egoya xwe tatmîn bike.
Bi taximê reş û qerawêtê meriv medenî nabe, ji bo vê, exlaq û kultureke medenî lazim e û ew jî bi tirkan ra hîn çê nebûye…



20 september 2016

Dibê kurd micadela ji bo perwerdeya bi kurdî geş bikin

Li hemberî perwerdeya tirkî ya nîjadperest, panturkîst, asîmîlasîyonîst û antî kurd bêdeng nemînin, protesto bikin !
Li Kurdistana bakur perwerdeya tirkî ya nîjadperest, panturkîst, asîmîlasîyonîst û antî kurd û Kurdistanî do dest pê kir.
Li Kurdistanê armanca sîstema perwerdeya tirkî, tirkkirina zarokên kurda ye.
Zarokên kurd di mektebên tirkî da bi rengekî irqçî û faşîzan tên asîmîlekirin, ji ziman û kultura kurdî tên dûrxistin.
Dibê kurd êdî vê perwerdeya irqçî û antî-kurd qebûl nekin û li der û li hundur protesto bikin, vê meselê bibin Neteweyên Yekbûyû, Yekîtiya Ewrûpayê û hemû dezgehên însanî yên navnetewî.
Dibê hemû partiyên kurd bi hev ra vê yekê bigrin rojeva xwe û bi programeke mişterek li dijî perwerdeya tirkî dest bi micadeleyeke dûr û dirêj bikin.
Partiyên kurd dibê li hemberî vê sîstema irqçî bêdeng nemînin. Li Kurdistanaê perwerdeya bi tirkî ji apartheid Afrîka Başûr kjî xerabtir e.
Bêdengmanyin qebûl kirina asîmîlasyonê ye…


XXX
Bi sedhezaran, belkî jî bi milyonan kurd ala tirk li buro, yazîxane û li malên xwe bi darde dikin, rozeta ala tirk bi îftîxar bi sînga xwe ve dikin.
Ma we heta nuha qet dîtiye tirkekî jî ala Kurdistanê bi hezkirin hilda be, ya jî rozeta ala Kurdistanê bi sînga xwe kiribe.
Lê sefîrê Îsraîlê yê Almanyayê Yakov Hadas-Handelsman, ala Kurdistanê bilid kiriye û rozeta Kurdistanê bi sînga xwe ve kiriye.
Tirk ala Kurdistanê hilnadin, çimkî ji sedî 99ê tirkan ji kurdan nefret dikin, li dinyayê kurdan wek neyarên xwe yê sereke dibînin.
Lê bi milyonan kurd hîn dijminê xwe nas nakin, hîn bi kêfxweşî û bi serbilindî xulamtiya tirkan dikin…
Ev jî ferqeke kurd û tirka ye…
Ez dibêjim meriv kane eynî  tiştî ji bo ereb û farisan jî bibêje…


XXX
Namerd nebe xwedî mewqî û desthilat. Gava namerd bibe xwedî mewqî û hukim pir tahlûkeye, kane her namerdiyê bike…
Namerdên tirk, ereb û faris xwe dane ser hev û wek gurên har li me kurdan hatine hev...

19 september 2016

Li ser derbasbûna wexta dewleta netewî


Kurd gelek qîmetê didin gotinên kesên biyanî.
Gava biyaniyek li ser kurdan tiştekî rast dibêje, tavilê her kes wê gotinê belav dike.
Lê esas bi sedan kurd her roj wan gotinan dubare dikin, lê kes zêde qîmetê nada gotinên yekî kurd, lema jî belav nakin, di nava kurdan da olan nade.
Ilim dibê yekî biyanî bibêje…
Lê gava biyaniyekî bi nav û deng eynî tiştî dibêje, a wê çaxê ew gotin li ba kurdan dibe xeber.
Di vê şêla me da para psîkolojiya bindestiyê ne kêm e…
Dibêjin Noam Chomsky gotiye, ”Dibê kurd vê fersendê ji dest xwe bernedin. Wexta dewleta netewî neborî ye. Em di serdema dewletên netewî da dijîn.Tezên wiha ji bo xapandina miletên bindest e.”
Ji bo van gotinên rast û dirist mala Noam Comsky ava be, wek alimekî rastgo camêr rast gotiye.
Lê ne hewceye Noam Chomsky ji me ra bibêje, her kes vê rastiyê zane.
Heger meriv zêde ne reben û totikvala be, ya jî ne zilamê dewletê be, meriv zane wexta dewleta netewî derbas nebûye û tu carî jî nabe. Heta milet li ruyê dinyayê hebin, dewleta netewî jî ewê hebe.
Bêdewletî bindestî û koletî ye.
Qet ne hewceyî teoriyan e, ma halê me, perîşaniya me kurdan ne li ber çava ye.
Bi Xwedê halê me ji halê pisik û kûçikên miletên xwedî dewlet jî xerabtir e...
Kî xwe çawa dibîne ez nizanim, lê ez bi xwe halê xwe, rewşa xwe wiha dibînim.
Wek însan, wek kurd, navê min, statuya min çi dibe bila bibe ez sifir im, li welatê min, li bajarê min tu giraniyeke min tuneye. Ez bindestê leşker û polîsên tirk im.
Polîs û mamûrên dewleta tirk kanin nehêlin ez herim welatê xwe û bajarê xwe.
Bêyî ku min sûceke kiribe polîs kanin min li balafirxanê ya jî li dereke din bigrin, min têr bikutin û dû ra jî bavêjin zandanê û bi salan di zandanan da birizînin.
Kanin min mecbûrî axaftina tirkî bikin.
Çima kanin wiha bikin?
Çimkî dewlet ne ya min e, dewleta tirka ye. Ez jî wek kurd bindest û koleyê dewleta tirk im.
Heger dewleta min hebûya kesî ez mecbûrî axaftina tirkî nedikirim, kesî çûna welatê min li min yasax nedikir.
Ez ne xwedî pasporteke netewî me, ez bi pasaporta xelkê digerim. Meclîsa min, ala min tuneye, di xerîteya dinyayê da navê welatê min tuneye.
Welhasilîkelam tuneye û tuneye...
Heger ez viya nebînim maneya xwe ya ez ehmeq im ya jî merivekî pir bêxîret û rezîl im…
Yanî Noam Chomsky bibêje, nebêje ez zanim dema dewleta netewî derabs nebûye, ev îdîa vireke bi boçik e û ev 30-40 sal in jî ez viya dibêjim û dinivîsim…


18 september 2016

Maneya jiyanê çi ye?


Di wext û zemanekî berê da, zilamekî maneya jiyanê pir meraq dikir, dixwest bizanibe maneya jiyanê çi ye?
Bi şev û roj li vê bersîvê digeriya, serê xwe pir pê ra diêşand. Lê dikir nedikir tu bersîvek nedidît, tu bersîvê dilê wî rehet nedikir.
Dawiya dawî beryar da vê pirsê ji kesên din jî bike, got belkî ew bizanibin maneya jiyanê çi ye?
Dû ra bi çol û çepelan ket û kî derket pêşiya wî, maneya jiyanê jê pirsî…
Lê tu bersîvekê jî ew tatmîn nekir û dilê wî nekir cî.
Lê dîsa jî ji xwe ra got, yaho miheqeq bersîva vê pirsê heye.
Û gera xwe domand, gund bi gund, bajar bi bajar, welat bi welat geriya û maneya jiyanê ji her kesî pirsî.
Di dawiyê da gelkî bêhêvî bû, tam hat nuxteya ku dev ji gerrê û pirsînê berde, li gundekî jê ra gotin:
”Li pişt van çiyayên hember zanayek dijî, here ba wî, belkî ew zanibe, bersîva tu lê digerî belkî bide.”
Mêrik ket rê çû, çû û çû û piştî gelek zor û zahmetî, li pişt çiyan gihîşt mala kalê zana.
Û ji kalê zana maneya jiyanê çi ye pirsî…
Kalo jê ra got ezê bersîva pirsa te bidim, lê belê berî wê, dibê ezê te îmtîhan bikim. Piştî vê îmtihanê ezêbersîva pirsa te bidim, ji te ra bibêjim maneya jiyanê çi ye…
Kalê zana kevçiyekî çayê tije zeyt kir û da destê mêrikê meraqdar û jê ra got:
”Nuha here têr li bexçe bigre û paş da were vir. Lê belê li zeyta kevçî miqate be, dibê tu nerjînî, heger dilopek jî ji zeytê kêm bibe tu yê wenda bikî…”
Mêrik çavê wî wer li kevçî, li  bexçe geriya û dû ra paş da çû ba kalê zana...
Kalê zana bala xwe da zeyta di kevçî da û got:
”Temam, zeyta di kevçî da kêm nebûye. Baş e lê bexçe çawa bû, te çi dît ?”
Mêrik matmayî ma, got:
”Bêyî kevçî min nikanîbû li dereke din binêriya, çavê min wer li kevçî bû…”
Kalo got:
”Nuha dîsa here li bexçe bigere û kevçî dîsa ewê di destê te da be. Lê belê vê carê bala xwe baş bide bexçe…”
Mêrik kevçî di dest û berê xwe da nava bexçe û têr lê geriya. Xweşikiya bexçe, gul û çîçekên rengo rengo ew mest kir. Û dû ra paşda çû…
Gava kalê zana got te bexçe çawa dît, jê ra dûr û dirêj qala xweşikiya bexçe û kulîlkên rengo rengo kir, got bexçeyekî muhteşem e, xweşikiya bexçeyê te ez mest kirim.
Kalê zana keniya, gotê, ”lê di kevçî da qet zeyt nemaye”. Û dû ra jî dom kir:
”Maneya jiyanê girêdayî zawiyeya/perspektîfa dîtina te ye, jiyan bi zawîyeya dîtina te maneyekê digre. Heger tu bala xwe bidî nuxteyekê tenê, jiyana te ewê biherike û tu yê tiştekî fam nekî. Ya jî tu yê li nuxteyekê tenê nenêrî û jiyanê bi hemû xweşikiyan bijî. Maneya jiyanê di zawiyeya/perspektîfa dîtina te da veşartiye…”

Lê netîce çawa be jî, tu çawa bijî jî, tu li kîjan nuxteyê binêrî jî jiyan bi xweşî û tahliyên xwe, bi kêf û êşên xwe, bi hesret û dilşadiyên xwe dom dike.
Rûsan gotiye, ”Jiyan dişibe lîstika kişikê/setrancê, tu gelek caran dibêjî şah, lê belê tu carekê mat dikî…”



17 september 2016

Dîroka Kurdistanê di çapemeniya swêdî da

Ji Rohat Alakom, kitêbeke din ya hêja ”Dîroka Kurdistanê Di Çapemeniya Swêdî da”
Nivîskar û lêkolînerê hêja Rohat Alakom, îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî kitêba xwe ya dawî ya bi navê ”Dîroka Kurdistanê di çapemeniya Swêdî da” da nasîn.
Rohat Alakom, di danasîna xwe ya kin da li ser naveroka kitêba xwe agahiyên gelkî hêja da, qala lêkolîn û lêgerîna xwe ya salan kir.
Alakom, wek hemû berhemên xwe yên din, di vê berhema xwe da jî dîsa dest avêtiye dîroka kurd û Kurdistanê ya di çapeniya Swêdî da.
Mijareke pir balkêş e. Bi saya vê lokolîna Alakom, meriv fêr dibe di sedsala 19 û 20a da çapemeniyê li ser kurdan çi nivîsîne qala kîjan tiştan kirine.
Gelekên van bûyeran haya me kurdan qet jê tuneye. Bi xêra vê lêkolîna Alakom meriv fêrî gelek tişt û bûyerên nuh û muhîm dibe.
Di nabêna sedsala 19 û bîstan da di çapemeniya Swêdî da li ser kurdan û Kurdistanê çi hatiye nivîsîn, bi çi hawî qala kurdan kirine, li ser kurdan kîjan risim û karîkator hetine weşandin, Alakom yek bi yek bi rengekî kronolojîk girtiye berhama xwe û raxistiye ber çavên xwendevan.
Xwezî kurdên din jî li her welatekî Ewrûpa lêkolînên wiha bikirana.
Bi xebetên wiha, meriv him têkiliyên kurdan û biyaniyan û agahadariyên neyarên me li ser me belav kirine û him jî tarîxa xwe fêr dibe.
Gava meriv li kesên wek Rohat Alakom guhdarî dike, meriv bi nezanî û rebeniya xwe dihese, meriv dibîne ku bindestiyê kurd çawa kirine xerîbên dîroka xwe.
Partiyên me yên siyasî ji dêlî ku giraniyê bidin dîroka kurd û Kurdistanê û bi endam û bi mirevên xwe bidin fêrkirin, Marksîzm-Lenînîzm, Maoîzm didan fêrkirin, wexta xortan bi çîrokên Lenîn, Stalîn û Mao diborandin, serê wan bi van îdeolojiyên bêfeyde dişuştin.
Ji dêlî ku em bav û kalên xwe, pêşiyên xwe, serîhildanên xwe nas bikin û fêr bibin, bibin xwedî zanîn û şiûrekî netewî, me dîrok û serpêhatiyên Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao û mucadela wan dixwend û ezber dikir, wexta xwe bi van îdeolojiyan dikuşt.
Meriv dibêje wisa nebûya, xwezî aqilê me yê îro 30, 40 sal berê jî bi meriv ra hebûya.
Ji ber ku min kitêb nexwen diye ez nikanim qala naveroka wê bikim . Lê ji naveroka kitêbê meriv dibîne Alakom di xebet û lêkolîna xwe ya nabêna salên 1835-1925a da rastî gelek tiştên muhîm hatine.
Lema jî mala Rohat Alakom ava be, bi vê berhema xwe ya hêja ji dîroka kurd û Kurdistanê ra xebateke giranbuha kiriye û li ser gelek malûmatên hêja rawestiya ye.
Di vê nabênê da dibê ez spasî Alî Çîftçî, xwediyê weşanxaneya Apecê jî bikim. Ew jî bi weşandina kitêbên wiha ji bo kurd û Kurdistanê xizmeteke mezin dike. Spas ji bo APECê jî.
Di civînê da surpîzeke din ya xweş, şairê bi nav û deng Mueyed Teyip, ji min ra dîwana xwe ya bi navê ”Ne ba min siwar dike, ne ax min peya dike” îmze kiriye û şandiye.
Ez pir kêfxweş bûm. Di rojên pêş da ezê bi kêf û zewqeke mezin bixwînim.
Gelek spas ji bo vê diyariya hêja û gelek spas ji bo Îsmaîl Nacî Ozturk ku ev diyarî gîhand min.
Mala herduyan jî ava be…

Binsetiyê û asîmîlasyonê kurd gêj kirine

Bindestiya salan û asîmîlasyonê kurd seqet kirine, şiûr û hestên wan yê netewî û aqilê wan pûç kiriye, şexsiyeta merivê kurd ne saxlem e, dejenere ye, deform bûye.
Kurd bûne nîvtirk, nîvkurd. Ne tam kurd in û ne jî tam tirk in, miletekî di orta tirk û kurda da ye.
Kurd, bi dev kurd in lê bi hest û aqilê xwe zêdetir tirk in, derî îradeya xwe wek tirkan difikirn...

XXX
Yekî ku ji meriv, ji miletê meriv hez neke, di rojên herî xerab da dijminatiya miletê meriv bike, li dijî azadî û serxwebûna meriv be, piştgiriyê bide qatilên zarokên meriv, irqçî û faşst be meriv jê hez nake, bi başî qala wî nake û gava mir jî rahma Xwedê lê nayne, ji malbata wî ra sersaxiyê naxwaze.
Lê hin kurd tam jî wiha dikin, pesnê dijminê xwe didin, qala mezinahiya wî dikin, jê ra dua dikin.
Tu tiştekî me ne wek yê xelkê ye, ne bi îstîkrar e, bindestiyê, asîmîlasyonê em ji hev da xistine, hişê me ji serê me biriye…

XXX
Yekî ku ji meriv, ji miletê meriv hez neke, di rojên herî xerab da dijminatiya miletê meriv bike, li dijî azadî û serxwebûna meriv be, piştgiriyê bide qatilên zarokên meriv, irqçî û faşst be meriv jê hez nake, bi başî qala wî nake û gava mir jî rahma Xwedê lê nayne, ji malbata wî ra sersaxiyê naxwaze.
Lê hin kurd tam jî wiha dikin, pesnê dijminê xwe didin, qala mezinahiya wî dikin, jê ra dua dikin.
Tu tiştekî me ne wek yê xelkê ye, ne bi îstîkrar e, bindestiyê, asîmîlasyonê em ji hev da xistine, hişê me ji serê me biriye…

XXX
Hîn 3 hezar û 200 kurdên êzdî di destê faşîstên îslamî da êsîr in
Bi minasebeta hilbijartina keça Kurda Êzidî Nadiye Murad, weke Balyoza Niyetpakiya Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê, serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî , ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-mon ra nameyek şand û spasiya wî kir.
Nêçîrvan Barzanî, di nameya xwe da gotiye 3 hezar û 200 kurdên êzdî hîn di destê qatil, çete û faşîstên îslamî da êsîr in.
Ev barbarî û wahşeteke pir mezin e, sûcekê ji yê faşîstan û nazîztan jî girantir e. Dibê kurd vê bêşerefî û bênamûsiya faşîstên îslamê ebeden ji bîr nekin.


16 september 2016

Weleh min nizanîbû hewqas zulm li min kirine


Mêrikê gundî çû bajêr ji bo ku li başçawîş û cendirmên qereqola gund gilî bike. Li qereqolê lêxistibûn, gelek zulm û nehqî lê kiribûn.
Çû ba erzûhalciyekî, derdê xwe ji serî heta dawî jê ra got. Wî çi got yê erzûhalcî nivîsî.
Erzûhalcî piştî nivîs qedand kaxet ji daktîloyê derxist û tiştê nivîsîbû jê ra xwend, tercume kir.
Gava erzûhalcî gilînameya(erzûhala)wî jê ra xwend, mêrik dest bi girî kir, kûr, kûr giriya…
Erzûhalcî matmayî ma, got:
-Ez xulam, te çi got min ew nivîsî. De îca tu çima digrî?
Yê gundi kesereke kûr kişand û got:
-Bi Xwedê min nizanîbû hewqas zulm li min kirine, hewqas tişt anîne serê min, min nuh fêmm kir. Lema jî ez li hale xwe digrîm…
Wek vê meselê, bi xwedê kurdan hîn fêm nekirine dewleta tirk çi anîye serê wan.
Dibê erzûhalciyek gilînameyekê binivîse û dû ra ji kurdan ra bixwîne. Wê demê ewê fêm bikin dewleta tirk ya faşîst çi aniye serê wan…

XXX
Bêhêvî nebin, Kurdistan ewê çê be
Emerîkayê jî û Ewrûpayê jî êdî baş fam kirine heta kurd jî wek ereb, tirk û frisan nebin xwedî dewlet li herêmê rehetî, îstîkrar û aştî ne mimkûn e. Sed salên borî îspata vê yekê ye.
Bindestiya kurdan berdewamiya şer û tevliheviyê ye. Kurdên bindest ewê tu carî nehêlin tirk, ereb û faris wek mîran bijîn.
Emerîkayê ev fam kiriye, lê tirkan hîn fam nekiriye. Lê ewê jî fam bikn, mecbûr in fam bikin.
Lema li Sûriyê jî kurd ewê wek kurdên başûr bibin xwedî federasyon. Kes nikane kurdan wek berê bindest bihêle.
Emerîka ewê kurdan mecbûrî yekîtiyê bike. Di pêşerojê da Kurdistana başûr û rojava ewê bibin yek û dû ra jî ewê perçên din tevê bibin.
Bêhêvî nebin, dujminatiya hev nekin, Kurdistan ewê çê be.


15 september 2016

Ev risim îspata faşîzma tirk e

Ev risim îspata faşîzima tirk e, îspata neyartiya miletê kurd e. Îspata bindestî û koletiya kurda ye...
Bi taynkirina qeyûman û li Kurdistanê daliqandina van alên bi paçeyên belediyên kurdan ve dewleta tirk ji me kurdan ra dibêje, Kurdistan mustemleka dewleta tirk e û hûn kurd jî koleyên me ne…
Erdogan, Yildirim û Soylu di heqê kurdan da çi difikirin vekirî dibêjin, fikir û hestên xwe yên di heqê kurdan da qet venaşêrin. Dibêjin kurd dijminên me ne û lema jî em muamela dijminan bi we dikin.
Û ji xwe rastî jî ev e, wan welatê me îşxal kirine û em jî ji xwe ra kirine xizmetkar, emele û kole.
Kurdê xwe jî wek tirkekî azad û dwleta tirk jî wek dewleta xwe bibîne xêv e, bêhiş e, kor e ya jî cahşekî dewletê ye….
Gava meriv bêdewlet be, ala meriv tunebe, xelk ala xwe wiha dike rohniya meriv...

XXX
-Dibê meriv ji ber şaşiyên xwe şerm neke. Biwêribe bibêje ez îro ji do biaqiltir im.


XXX
Ez dixwazim ji dil tiştekî ji te ra bibêjim: Ez ji te hez dikim û min gelkî bîriya te kiriye.
Ez bawer dikim tu jî zanî, haya te jî ji vî dilî heye.
Çimkî sal çuqasî derbas bûbin û mesafa nabêna me çuqasî dûr be jî, dîsa jî rê ji dila diçe dila…
Lê dîsa jî min xwest ya dilê xwe ji te ra bibêjim.

Birano kurd xayino !


Bilbilê Kurdistanê û şahê dengbêjan Kawis Axa, di naqarata dawî ya strana xwe ya li ser Şêx Mehmûdê nemir, Şêxê Zirav da dibêje, ”birano kurd xaiyno” !
Ji ber ku naçin gazî û hawara Şêx Mehmûd.
Di nava gel da jî gotina ”kurd xayin e” heye…
Bêguman di vê gotinê da qesta Kawis Axay ne ew e ku hemû kurd xayin in.
Na, di nava kurdan da xweşmêr û egîdên wek Şêx Mehmûd, Simko Axayê Şikakî, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî û bi hezaran yên weke wan egîd û kurdperwer jî hene.
Bi gotina ” birano kurd xayino”, Kawis Axa dixwaze bibêje di nava kurdan da xayin pir in.
Ev gotineke sedîsed rast e.
Li Kurdistana bakur bi hezaran kurd bûne paşmêr, şûrkêş û çaqokêşên dewleta tirk û hukûemta AKPê û her roj wek gurên har yên devbixwîn êrîşî kurdan dikin, şûrê dewleta tirk dikşînin.
Bi rastî jî xayinên kurdan pir in.
Û him jî ne li Kurdistana bakur tenê, li hemû beşên Kurdistanê heta hûn bixwazin pir in.
Ji xwe heger xayinên me hewqasî ne pir bûna nuha em ne bindest bûn, em ji zû da em xelas bûbûn.
Lê piraniya xayinan zora kurdperweran biriye, em dikin nakin, em nikanin wan ji nokeriya neyaran dûr xin.
Wê rojê şairê hêja Bedirxan Sindî got, di dema şoreşê da li hemberî her pêşmergeyekî 10 cahşên kurd hebûn û tivinga xwe dixistin sînga pêşmergeyan.
Ev yek îro li Kurdistana bakur jî wiha ye. Çimkî bindestiyan salan, asîmîlasyonê bi sedhezaran kurd kirine hevalên neyar û dijminên qewmê xwe.
Îro tu kîjan telewîzyona tirk vedikî miheqeq yek du cahşên kurd tê da xwe pik kirine û abûqatiya dewleta tirk dikin, ji tirkan bêtir êrîşî kurdan dikin.
Axir li gel hebûna gelek egîd û xweşmêran, çi heyf ku xayinên kurdan jî pir in. Ev jî rastiyek e.
Hema bîstekê çavên xwe li telewîzyon û rojnameyên tirkan bigerînin, hûnê bibînin bê çiqasî pir in…

XXX
Serokê, siyasetmedarê aqilê kesî neecibîne, xwe ji her kesî mezintir, jîrtir û biaqiltir bibîne û tim û tim bibêje ez û ez, ew serok û siyasetmedarekî ne baş e, xwediyê aqil û xusûsiyetên dîktatorekî ye.


XXX
-Fonksiyona lîderekî ya esasî, dibê hêviyê zindî bigre.
Ji me ra îro ew lazim e. Siyasetmedar û serokên me di van rojên giran da dibê gel bêhêvî nekin.
Helbet ez nabêjim bira derewan bikin û optumîstiyeke bêbingeh belav bikin.
Siyasetmedar û serokên mezin di rojên hertî teng da jî bêhêvî û qudûmşikestî nabin.

14 september 2016

Miletê bêdewlet wek bazê bêbask e


Miletê bêdewlet wek bazê bêbask e, erê baz e, lê wek hemû bazên din nikane bifire û per û baskên xwe bi asîmanan xe. Tim li erdê ye, wek kêzik û gêrikan di bin nigên xelkê da dipelixe…

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirm, ji walîyan, dadgehan û hêzên ewlekariyê ra gotiye:
”Tu îş bêyî çewtiyên usûlî û şiklî nabe, dibê hûn viya ji bîr nekin. Ez wek merivekî xwedî tecrûbe viya dibêjim. Heger hûn bixwazin her tiştî li gorî usûlê, şikil û bêkîmasî çêkin, hûnê nikanibin kar bikin. Hûnê tercîhekê bikin. Emê îş bikin, ya jî mewzûatê biparêzin? Heger mesele menfeeta gel e şaşiyê bikin lêbelê xayintiyê nekin.”
Mêrik ji dadgehan ra, ji hêzên ewlekariyê ra vekirî dibêje gava hewce be guh nedin qanûn manûnan, bêqanûnî be jî, sûc be jî netirsin bikin...
Û vê bêqanûniyê û sûcî jî bi ”menfeeta gel ve girê dide”, dibêje ”heger mesele menfaeta gel be” hertiştî, her sûcî, her bêqanûniyê bikin.
”Menfeeta gel”, yanî tiştê hukûmet dixwaze, emrê hukûmet dide, dibê meriv wer fêm bike…
Demakê ji merivên Gulen ra jî eynî tişt gotin, lê dû ra gotin we sûc kiriye, nuha hemû di zindanan da ne.
Bira şika kesî tunebe, rojekê ewê dor were ser Bînalî Yildirim jî…


13 september 2016

Xwedîdewletan nehîştin Hatîp Dîcleyê bêdewlet here şirnexê û cejna şirnexiyên di çandiran da pîroz bike…


Leşkerên dewleta tirk li Şirnexê riya hevseroka HDPê Fîgen Yuksedagê û serokê DTKê Hatîp Dîcle birîne û nehîştine herin cejna şirnexiyên li welatê xwe û li bajarê xwe bûne mahcir û di çandiran da dijîn pîroz bikin.
Fîgen Yuksekdag parlamenter e, lê leşkerek nahêle ew here Şirnexê.
Helbet tiştê leşkeran kirine teror û zorabtiyeke mezin e, meriv gelkî diêşîne.
Lê bi baweriya min baş kirine, çimkî Hatîp Dîcle û Fîgen Yuksekdagê ji zû da ye ev muamele, ev heqaret heq krine.
Çimkî ew dewleteke kurd naxwazin, dibêjin ji kurdan ra dewlet nelazim e.
Gava meriv dewletê nexwaze û ”fikrê dewleta kurd bavêje ser sergoyê dîrokê” ewê netîceya ev be.
Yên xwedî dewlet nahêlin yên bêdewlet li welatê xwe bigerin û cejna hev jî pîroz bikin.
Çimkî dewlet ya wan e.
Mafê yên bêdewlet tenê koletî ye.
Û kole jî mecbûr in rîayetî emir û fermanên kesên xwedî dewlet bikin, kesên bêdewlet dibê hedê xwe bizanibin.
Hatîp Dîcle wek tirkekî ne xwedî maf û azadî ye, ew wek merivekî bindest kole ye û lema jî dibê bindestî û koletiya xwe tu carî ji bîr neke û xwe wek tirkekî azad nebîne…
Heger piçek meju û xîret bi Hatîp Dîcle û hemû kesên dewleteke kurd naxwazin ra hebe, mabe, ev heqareta leşkerên tirk, ev çavsoriya tirkên xwedî dewlet besî wan e.
Dibê ji vê heqaretê, ji vê çavsoriya tirkan îbret û dersekê bigrin û careke din jî nebêjin ew dewleteke kurd naxwazin.
Ji ber ku nexwestina dewleta kurd qebûlkrina bindestiyê û koletiya tirka ye.
Yên dewleta kurd nexwazin û bibêjin ji kurdan ra dewlet ne lazim e, "me fikirê dewleta kurd ji zû da ye avêtiye ser sergoyê dîrokê", dibê xwe ji vê heqareta tirkên xwedî dewlet xwe aciz nekin.
Ev îş wiha ye, gava meriv bindest û bêdwlet be, azadiya meriv ne di destê meriv da ye, di destê kesên xwedî dewlet da ye
Diyar e Hatîp Dîcle îro ev qaîde ji bîr kiriye…


Dawiyê li vê komediya dewletê bînin


Piştî sal û nîvekê Erdogan destûr da malbata Ocalan here serdana Abdulah Ocalan.
Ocalan ji birayê xwe Mehmet Ocalan ra gotiye:
” Ew amadeye. Heger dewlet jî amadeye bira 2 mirovên xwe bişîne emê çareser bikin. Heger dewlet qebûl bike ezê di nava 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikim...”
Mesela kurd dozeke netewî ye, çareseriya wê daxistina mistewa du mamûrên dewletê şermeke mezin e. Meriv vê doza netewî hewqsî jî cilq neke û naxe bin nigan.
Dibê meriv xwe û hevalên xwe neke pêkenînên tirkan.
Bi rastî şerm e, dibê PKK êdî dawiyê li vê lîstik û komediya dewletê bîne. Hewqasî jî ne xweş e…

XXX
Bivik dîtin çerx kirin
Wezîrê karê hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu, li ser mesela daxistina tabeleya kurdî gotiye:
”Mesela me teror e. Wek tirkî, kurdî jî zimanê me ye. Tabeleya belediya Diyadînê tavilê ewê were bi dardekirin.”
A ev dîtin jî îspat dike ku tirk kurdî wek zimanê miletekî cihê qebûl nakin. Qey wek devokeke tirkî dibînin.
Mêrik gotiye, ”wek tirkî, kurdî jî zimanê me ye”!
Kurdî çawa zimanê we ye?
Hûn tirk, em kurd.
Zimanê we tirkî, yê me kurdî.
De îcar çima ewê kurdî jî wek tirkî zimanê we be?
Lê çerxkirina wan baş e. Diyar e bala xwe danê reaksiyon zêde ye lema gav paş da avêtin.
Desthilanîn tim fereca xêrê ye. Li hemberî tu neheqiyê û zulmê dibê meriv bêdeng nemîne.


12 september 2016

Qeyûmê dewleta tirk roja ewil û di karê xwe yê pêşî da tabeleya kurdî rakir

Qeyûmê dewleta tirk li Giyadînê roja pêşî û di karê xwe yê pêşî da tabeleya bi kurdî rakir
Dewleta Tirk do bi qeyûman yanî bi tayinkirina mamûrên xwe dest danî ser 24 belediyên kurdan.
Qeyûmê, yanî qaymeqamê belediya Giyadîna Agiriyê îro di karê xwe yê pêşî da tabelaya bi kurdî ya navê belediyê rakir û tabeleya tirkî tenê hîşt.
Yanî ji kurdan ra, ji kurdên dewletê û xulamên Erdogan ra, ji parlamenter û wezîrên xwedêgiravî kurd ra got, ”kurdî yasaxtir ulan !”
Li ser deriyê hewşa belediyê bi kurdî, ”Şarederiya Giyadînê” û bi tirkî jî ”Giyadîn Belediyesi” nivîsî bû.
Qaymeqamê dewleta tirk teksta kurdî rakir, da xerakirin.
Bi vê îcraeta qeyûmê Giyadînê jî xuya dibe dewleta tirk hîn ne hebûna kurdan qebûl dike û ne jî zimanê wan.
Di zanîngehan da beşên kurdî, di TRTê da programên kurdî hemû taktîkên xapandinê ne, sextekarî û durûtî ye.
Bi van tawîzên xapandinê jî armanca hukûmeta AKPê xapandin, serîlêgerandin û qezenckirina wextê bû. Gotin belkî bi van bertîlan PKK belav bibe û piraniya kurdan bibin zilamên dewletê.
Lê gava dîtin hesabê wan ev netîce neda, îcar dest bi şer kirin.
Di rojên pêş da ewê di zanîngehan da beşên kurdî jî bigrin.
TRT, ji xwe êdî ji kanaleke kurdî ya serbixwe derketiye, bi piranî bûye platformeke cahsan û neyarên kurdan. Yanî dewlet propagendeya xwe ya antî kurd bi kurdî dike.
Bi kurtî dewlet hebûna kurdan qebûl nake. Heger ne wisa bûya qeyûmê Giyadînê ewê di roja pêşî da tabelaya kurdî xera nekira.
Wê demê ev dewlet, ev hukûmet li dijî zimanê kurdî ye, hîn zimanê kurdî qebûl nake.
Dewleta zimanê kurdî qebûl neke, kurdan jî qebûl nake. Çimkî kurd bi zimanê xwe hene.
Wa ye dibêjin li belediya Culemêrgê jî  eynî tişt kirine, li wir jî tabeleya kurdî rakirine. Yanî mesele bêtehamuliya li hemberî kurdan û zimanê kurdî ye.


XXX
Serokwezîrê Tirkiyê yê xwedêgiravî serokwezîr û emirberê Erdogan, Bînalî Yildirim beg, li ser beyana konsulê Emerîka ya li ser qeyûmên ser belediyan xwe gelkî aciz kiriye û gotiye:
”Bira her kes li karê xwe binêre. Em zanin li welatê me qanûn û qaîde ewê çawa werin bicîanîn. Tirkiye dewleteke huqîqî ye. Di vî warî da hewcedariya Tirkiyê bi dersê tuneye!”
Ji bo ku meriv bibêje ”Tirkiye dewleteke huqîqî ye” yanî li Tirkiyê huqûq û edalet heye, dibê meriv virekekî rûşuştî be.
Tirk û huqûq?
Tirk û demokrasî?
Li Tirkiyê îro ne huqûq û demokrasî, rejîmeke îslamî-faşîst li ser hukim e, rejîmeke antî-kurd e.

Bi rexnekirina PKKê hûn tu havlê nakin

Kes û partiyên ji siyaseta PKKê nerazî pir in, hal û karê wan rexnekirina PKKê û HDPê ye.
Baş e PKK û HDP şaş e, êdî dev ji wan berdin.
Hûn xwe bidin ser hev, hêzên xwe bikin yek, yekîtiyeke netewî ava bikin û siyaseteke rast û baş bidin ber milet û bira milet bide dû we.
Li Kurdistana bakur bi dehan partî hene, hemû jî kêm zêde wek hev difikirin, di nabêna wan da tu ferqîyetên îdeolojîk yên mezin tunene.
Hemû jî partiyên welatparêz in û kanin bibin yek, kanin bi hev ra bixebitin û cepheyekê ava bikin.
Lê bi qasî ez dibînim bêyî PAKê yek jî naxwaze dev ji navê xwe û ji dikana xwe ya du qalib sabûn berde. PAK ji bo yekîtiyekê dixebete lê yekalî nabe.
Yê bixwaze bixebite ewê yekîtiyekê, hevkariyekê, cepheyekê ava bike.
Lê nakin, tenê PKKê û HDPê rexne dikin.
Ê heger ne derew e hûn bixebitin û tiştên baş bikin.
Hak-Par ji xwe partiyên din cidî nabîne, naxwaze wexta xwe jî bi wan ra bikuje.
Li gorî Kemal Burkay ne hêjaye meriv bi van partiyan ra bipeyve û xwe biwestîne. Yê bixwaze bixebite dibê her têkeve nava Hak-Parê.
Kemal Burkay ne îro, ji berê û berda ye wiha difikire, bêyî xwe, bêyî havalên xwe kesî cidî nabîne, hemûyan zarok marok dibîne…
Lê em bibêjin Hak-Par wiha ye, bira partiyên derî Hak-Parê yekîtiya xwe çêkin.
Ma hûn mecbûr in li bende Hak-Parê bimînin?
Bi baweriya min kes ne mecbûr li bende kesî bimîne. Yên bixwazin bixebitin ewê dev ji dikanên xwe yên biçûk berdin û yekîtiya xwe çêkin…

2016-09-11
XXX
Piştî sal û nîvekê Erdogan destûr da malbata Ocalan here serdana Abdulah Ocalan.
Ocalan ji birayê xwe Mehmet Ocalan ra gotiye:
” Ew amadeye. Heger dewlet jî amadeye bira 2 mirovên xwe bişîne emê çareser bikin. Heger dewlet qebûl bike ezê di nava 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikim...”
Mesela kurd dozeke netewî ye, çareseriya wê daxistina mistewa du mamûrên dewletê şermeke mezin e. Meriv vê doza netewî hewqsî jî cilq neke û naxe bin nigan.
Dibê meriv xwe û hevalên xwe neke pêkenînên tirkan.
Bi rastî şerm e, dibê PKK êdî dawiyê li vê lîstik û komediya dewletê bîne. Hewqasî jî ne xweş e…

2016-09-12

11 september 2016

Tirk ji me ra dibêjin ya hûnê koletiya me qebûl bikin ya jî emê çavên we derxin…


Dewleta tirk îro bi zorbatî dest da ser 24 belediyên kurdan. Desteserkirina 24 belediyan (tayinkirina kayûman) qebûlnekirin û binpêkirina îradeya miletê kurd e.
Tirk ev ne cara pêşî ye wiha dikin, berê jî gelek caran tiştên wiha kirine. Hîn do bû nûner û parlamenterên kurd ji meclîsa xwe qewitandin û bi salan zindan kirin.
Bi vê zorbatî û îşxala 24 belediyan, dewleta tirk ji kurdan ra dibêje li Tirkiyê hûn ne xwedî tu mafî ne.
Hûn ne xwedî îrade ne.
Tu qîmeteke rayên we tuneye.
Hûn kê hilbijêrin jî ne muhîm e, gava em bixwazin emê wan biqewitînin, bavêjin zîndanan û merivên xwe deynin dewsa wan.
Yanî tirk ji me kurdan ra dibêjin, dibê hûn fam bikin ev dewlet ne ya we ye, dewleta tirka ye.
Lema jî tenê tirk û heger em qebûl bikin caranan jî xulamên me yên kurd kanin bibin tişt.
Hûn kurd kole ne û mafê koleyan tuneye wek xwediyên xwe bibin xwedî maf û desthilat.
Bi kurtî tirk ji me ra viya dibêjin û lema jî dest datînin ser belediyan û ji meclîsê bera parlamenterên kurd didin.
Heta nuha tirkan bi derewan digotin ev dewlet bi qasî ya tirka ye, hewqasî jî ya kurda ye.
Lê bi îxrckirina 14 hezar mamosteyên kurd û desteserkirina 24 belediyan diyar bû ku kurd ne xwediyê deleta tirk in û bi qasî tirkan jî ne xwedî maf in.
Her kurd dibê êdî vê rastiyê bibîne.
Bi baweriya mayina di meclîda tirk da êdî pir vala û bêmane ye, dibê kurd dev ji meclîsa tirk berdin û meclîseke kurd û Kurdistanî ava bikin, êdî ji bo vê hedefê bixebitin.
Dibê êdî em têkiliyên xwe ji dewleta tirk qut bikin. Çimkî ew me qebûl nakin, îrada gelê me nas nakin.
Û dibê PKK û HDP jî hustiyê xwe zêde di kêrê nedin û dev ji partiya Tirk û siyaseta tirkîtiyê berdin.
HDP dibê kongreyeke îstîsna bicivîne û bibe partiyeke kurd û Kurdistanê û herî kêm federasyonê bike hedefa xwe.
Heta kurd ji bindestiya tirkan xelas nebin û li welatê nebin xwedî desthilat tirk tim ewê wiha pê li serê me kin…


Bêdewletiyê şexsiyeta mirovê kurd perçe kiriye

Bêdewletbûnê di hest û şexsiyeta mirovê kurd da,di mejuyê wî da çi tahrîbat çêkiriye?
Îro li Stockholmê li Kitêbxana Kurdî semînera şairê bi nav û deng Bedirxan Sindî hebû.
Di destpêkê da bêdewletiyê, di warê ekonomîk, psîkolojîk û rûhî da, di warê şexsiyetê da çi zirar daye mirovê kurd û civata kurd sekinî.
Û çima ji kurdan ra dewlet lazim e?
Kurd nebin xwedî dewleteke serbixwe ewê çi were serê kurdan?
Li gorî Bedirxan Sindî, perçebûna Kurdistanê û civata kurd di van sed salên dawî da kurd kirine biyaniyên hev û miletê kurd bûye çar civatên di her warî da ji hev cihê, çar civatên zêde ji hev fêm nakin. Miletek bûye çar ”milet”, çar ziman, çar kultur û her wekî din.
Bindestiya çar dewletan û bêdewletbûnê mirovê kurd kiriye xwediyê çar şexsiyetên cihê; kurdê Tirkiyê, kurdê Sûriyê, kurdê Îraqê û kurdê Îranê.
Hinek wek farisan, hinek wek tirkan, hinek jî wek ereban difikirin, ketine bin tesîra kultur û felsefeya van miletan.
Yanî îşxala Kurdistanê û bêdewletbûnê kurd şexsiyeta mirovê kurd perçe kiriye.
Ji bo ku kurd jî wek miletên din bibin xwedî îrade, xwedî şexsiyeteke kurdî û Kurdistanî, dibê kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Bi kurtî Bedirxan Sindî li ser zirarên bindestiyê û bêdewletbûnê, li ser tahrîbatên bêdewletiyê di dil û mejuyê mirovê kurd da çê kiriye gelek tiştên hêja gotin û gelek numûneyên balkêş dan.
Ji xwe ji sebebên kurd nikanin yekîtiyeke netewî ava bikin yek jî ev şexsieyta perçebûyî ye. Hemû kurd nikanin wek ferdên neteweyekî bifikirn û li gorî wê hereket bikin.
Li gorî dîtina Bedirxan Sindî, siyasetmedarê, rewşenbîrê dewleteke kurd nexwaze, bibêje îro ne dema wê ye ya jî li dijî dewleta kurd be ew sûcekî mezin dike, dibê kurd li dijî vê dîtinê derkevin vê dîtinê mahkûm bikin.
Û dû ra jî ji helbestên xwe yên kevn û nuh çend heb xwendin û bersîva pirsên guhdaran da.
Ez bi dîtin û guhdarîkirina şairê kurdperwer Bedirxan Sindî pir kêfxweş bûm.

Yê ji kurdan ra bibêje ji we ra dewlet ne lazim e, ya jî îro ne wexta xwestina dewletê ye ew ne dost û xêrxwazê kurda ye.
Bi dev dost xuya bike jî, bi dil dijmin e, ya jî kurdekî, dostekî kêmaqil e. Dibê meriv guh nede gotinên kêmaqilan.

10 september 2016

Îslamiyên tirk ji faşîstên MHPê jî xerabtir derketin

Ahmet Altan û Mehmet Altan jî girtin !
Polîsên AKPê îro herdu bira, rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan û Prof. Mehmet Altan bi hev ra girtin.
Rejîma îslamiyên tirk hêdî hêdî dibe rejîmeke nazî û kurd û muxalif jî dikevin dewsa yahûdiyan.
Li Tirkiyê di girtîgehan da cî nemaye, girtî bi dor radikevin. Wiha dom bike ewê stadyûman bikin kampên êsîran.
Hemû partî, hêz û kesên demokarat û azadîxwaz dibê di zûtirîn wextê da li hemberî vê rejîma faşîst cepheyeke antî-faşîst ava bikin.
Ewê bi sedhezaran însanî bigrin…
Ji ber ku ne li hundur û ne jî li der tirsa Erdogan tuneye. Bi saya Sûriyê û mahcirên Sûriyê Yekîtiya Ewrûpayê teslîm girtiye û heta xûgiyê jê digre. Lema jî newêrin dengê xwe bikin.
Erdogan viya dibîne û lema jî heta jê tê bêperwa hereket dike…

XXX
Kurdan bi çavên xwe dîtin îslamiyên tirk ji faşîstên MHPê jî xerabtir in, ji wan jî bêtir namerd û neyarên miletê kurd in.
Kurdên ji nuha û pê da bi AKPê ra bimîne bi qasî Erdogan û Bînalî Yildirim neyarê miletê kurd e. Û dibê êdî herkes bi wî çavî li wan kurdan binêre.
Kurdê li hemberî tasfiyekirina 14 hezar mamosteyên kurd bêdeng bimîne, vê zulma dûrî aqilan protesto neke ne însan e, cahş e, xayinê qewmê xwe ye.

XXX

Bi baweriya min dibê kurd êdî zarokên xwe neşînin mektebên tirkan. Dewleta mamosteyên kurd qebûl neke, dibê meriv jî wê dewletê û mektebên wê qebûl neke.

09 september 2016

Rojekê hûnê hesabê vê irqçîtiya xwe bidin


Mamoste Îlhamî Sîdar yek ji 11 hezar û 500 mamosteyên ji alî hukûmeta AKPê ve ji kar hatiye avêtin. Belgeya îxrackirinê di faca xwe da weşandiye.
Ji bo ku xemgîniya xwe bînim zimên gotinê nabînim…
Ez 4722 km ji Diyarbekrê dûr im.
Lê mamoste Îlhamî Sîdar û 11 hezar û 500 mamosteyên ji ber ku kurd in ji kar hatine avêrin li hemberî vê zulama nedîtî çi his dikin, ez jî eynî tiştî his dikim.
Li hemberî vê dewleta çete û faşîst di dilê min da kîn û nefreteke mezin serî hil dide û dixwaze ji sînga min derkeve der…
Bîna min teng dibe…
Lê ev zulm ewê ji wan ra nemîne, kurdên ji her fikir û baweriyê mecbûr in xwe bidin ser hev û bi hev ra li ber xwe bidin.
Ev êrîşê ji bo teslîmgirtina miletê kurd e.
Bi van îxracan dibêjin werin xwe bavêjin dest û nigên me û ji me efûyê bixwazin…
Wek xuya ye dibê em ji bin destên van faşîst û nazîstan xelas bibin.
Wekî din tu rê tuneye.
Ya na ewê halê me tim wiha me.
Zulm, neheqî, hefs û zindan ne bes bû, îcar dixwazin me, wek milet bi birçîbûnê terbiye bikin û bînin rê.
Yanî tiştê nikanîbûn bi zorê bi dest xin, dixwazin bi metodên wiha neînsanî û faşîzan bi dest xin.
Dixwazin me bi birçîhîştinê teslîm bigrin.
Lê çawa ku bi terorê, bi girtin û kuştinê negihîştin armanca xwe, bi van biryarên irqçî, faşîst û mafîawarî jî ewê bi ser nekevin.
Piştî her tarîtiyê ronahî ye…


Hûn çi bikin jî hûn nikane Îraqê û Sûriyê ji ber perçebûnê qelas bikin


Hûn hemû zamq, çîrêz û çîmetoyê dunyayê bi kar bînin dîsa jî hûn nikanin Îraqê û Sûriyê wek berê bi hev ve bizeliqînin
Serokê CIAyê John Brennan, li ser pêşeroja Sûriyê û Îraqê di hevpeyvîneke xwe da gotiye:
”Ez bawer nakim ji nuha û pê da yekîtiya axa Îraqê û Sûriyê were parastin. Ez texmîn nakim piştî vê saetê herdu welat jî ji alî hukûmetên merkezî ve werin îdarekirin…”
Tirkiye jî viya zane û dibîne û lema jî agir ketiya berpirsiyarên dewleta tirk û hukûmeta AKPê.
Ji bo ku Îraq û Sûriye perçe nebin û kurd li van herdu welatan nebin xwedî dewlet ya jî statu, tirk xwe davêjin nigên Esed, Abadî, bi şev û roj li ber Îranê û Rûsyayê digerin, dibêjin werin em li hev werin, werin em bi hevdu ra li dijî kurdan şer bikin û nehêlin Sûriye û Iraraq perçe bibin.
Lê Erdogan û Bînalî xwe biçirînin jî, cîmento, zamq û çîrêza dunyayê bi kar bînin dîsa jî nikanin Sûriya û Îraqa perçeperçeyî bûne wek berê bi hev ve bizeliqînin.
Li Îraqê û Sûriyê ereb di warê etnîkî û dînî da ji hev qetiyan e, bi sedhezaran însan ji hev kuştine.
Ne tenê zulm, bêbextityeke mezin jî bi kurdan ra kirine, li şengalê dest avêtine namûsa kurdan.
Kurd viya ne ji bîr dikin û ne jî efû dikin.
Lema jî êdî tu kes, ne bi zor û ne jî bi rehetî, nikane Sûriyê û Îraqê wek berê bi hev ve bizeliqîne û bike dewletên merkezî, dîsa her tiştî bibe wezna berê.
Erdogan û Bînalî dev li keviran kin jî, çi firladaqan bigerînin jî beyhûde ye, Sûriye û Îraq ewê perçe bibin û kurd jî li herdu welatan ewê bigihîjin azadiya xwe, Kurdistan ewê çê bibe…


Tirk dixwazin kurdan bi birçîhîştinê teslîm bigrin

Miletê kurd bi tevahî di bin êrîş û tearûzeke mezin ya dewleta tirk da ye. Bi biryareke siyasî jikarderxistina 14 hezar mamosteyên kurd bêqanûniyeke nedîtî, zulm û irqçîtiyeke mezin e.
Preîşankirin û birçîhîştina bi sedhezaran însanî ye…
Bêqanûnî û zorbatiyeke wiha li tu dera dinayyê nehatiye dîtin. Dewlet nikane bi sedhezaran însanî bi biryarekê ji karên wan biqewitîne.
Û berpirsiayrên hukûemtê dibêjin ev destpêk e, ewê hîn dom bikin…
Em çi bikin jî hukûmeta AKPê ewê van êrîşên xwe bidomîne. Çare yekîtî û liberxwedan e.
Hemû kurd, hemû partiyên kurd dibê vê rastiyê êdî bibînin û dev ji neyartiya hev berdin.
PKK û HDP dibê êdî dev ji siyaseta xwe ya ”cumhûriyeta demokratîk, civata demokratîk” û partiya Tirkiyê berde, tişt ji van tifaq û hedefên vala û bêbingeh dernakeve.
Tevgereke netewî dibê xwediyê program û hedef û daxwazên netewî be.
PKK û HDP dibê dev ji siyaseta ”demokratîkkirina” Tirkiyê û tirkan berde û bi programeke netewî û Kurdistanî berê xwe bide hêz û partiyên kurd û li hemberî van êrîşên dewleta tirk, bi hêzên kurd ra cepheyeke netewî ava bikin.
Bêyî yekîtî û liberxwedaneke netewî tu riyeke din tuneye…
Formulärets överkant

XXX
Dewleta tirk ji kurdan ra eşkere dibêje vî welatî terk bikin û derkevin serê çiyê.
Ji kar avêtina 11 hezar û 500 mamosteyên kurd bi îthama hevlên PKKê ne dînîtiyeke mezin e, ne karê aqilan e, birçîhîştina 100 hezar însanî ye.
Maneya vê biryarê, tirk û dewleta wan ji kurdan ra dibêjin ya hûnê teslîm bibin, ya emê we ji birçîna bikujin ya jî derkevin serê çiyan...


08 september 2016

Tirk dewleta xwe ji kurdan paqij dikin


Tirk bi lez û bez dewleta xwe ji kurdan paqij dikin. Li gorî xebera Haber Turkê, Wezareta Perwerdê tam 11 hezar û 500 mamosteyên kurd ji wezîfeyê avêtine û ev hejmar di nêz da ewê derkeve 14 hezaran.
Ev, operasyoneke irqçî û faşîst e li hemberî kurdan, mexdûrkirin û birçîhîştina bi sedhezaran kurdî ye.
Rejîma AKPê ji rejîmeke irqçî, faşîst, terfî rejîmeke nazîzt kir. Îxrackirina 11 hezar û 500 mamosteyî bi carekê da felaketeke pir mezin e, îlankirina cengekê ye li hemberî kurdan.
Aqilê meriv disekine…
Ev tê maneya dewleta tirk kurdan êdî wek hemwelatî jî qebûl nake, hemû kurdan êdî wek neyarê xwe dibîne û vê neyartiya xwe ya heta nuha bi dizî eşkere dike.
Ev îş ewê li vir nesekine, roj bi roj ewê pir berfirehtir bibe. Di vî warî da planên hukûmetê yên A, B, C, D hene.
Û hemû plan jî li ser tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî ye, li ser tunekirina kurda ye. Tiştên anîn serê ermeniyan dixwazin gav bi gav bînin serê kurdan jî, ji bo ku kurdan teslîm bigrin gelek planên hovane amade kirine.
Dewlet di rojên pêş da di her warî da ewê êrîşên mezin bîne ser kurdan. Ewê dehhezaran însanên din jî ji kar derxin, bigrin û perîşan bikin.
Hemû maf û azadiyên nuha hene ewê hemûyan rakin û hemû komele û partiyên kurd bigrin û berpirsiayrên wan bavêjin zindanan.
Belkî destpêkê ji HDPê, kes û rêxistinên nêzî HDPê dest pê bikin. Lê dû ra ewê hemû kurdan, her kesê doza kurdayetiyê dike bigrin û bavêjin zindanan, ceza bikin.
Bi kêmanî di plan û progrma hukûmetê da ev heye. Yanî çi anîn serê cimata Gulen ewê eynî tiştî û heta jê zêdetir jî bînin serê kurdan. Ev sedîsed e û haziriya vê dikin.
Lema jî dibê hemû partiyên kurd ji nuha da xwe bidin ser hev û li hemberî vê êrîşa dewletê ya irqçî, faşîst û antî kurd cepheyekê ava bikin û bala dunyayê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê û rêxistinên mafên mirovan bikşînin ser van êrîşên nîjadperest û hovane.
Li hemberî êrîşên dewleta tirk bêyî yekîtiyeke netewî tu tiştekî me yê din tunye em pê xwe biparêzin. Heger li hemû beşên Kurdistanê em vê yekîtiya netewî ava nekin dijminên me ewê bi ser kevin û emê têk biçin û ji vê fersenda dîrokî jî emê dîse sûdê negrin û dîsa bindest bimînin.
Yanî serketin girêdayî yekîtiye me ya netewî ye...
Ji bo ku him li Tirkiyê û him jî li Kurdistana rojava êrîşî kurdan bikin, tirkan qela xwe û hêzên xwe kirine yek. MHP, AKP, CHP û hemû partiyên din, civata tirk piştgiriyê didin siyaset û êrîşên hukûmetê. Di vî warî da di nabêna wan da tu gels û dubendï tuneye.
Li Sûriyê li hemberî êrîşên Tirkyê Emerîka ewê çi bike zêde ne diayr e. Erê êrîşîn Tirkiyê yên YPG bêdilê Emerîkayê ye û viya dibê jî. Lê Tirkiye ji ber ku zane Emerîka ewê ji bo kurdan bi wan ras ser neke, lema jî guh nade gotinên Emerîkayê.
Êrîşên Tirkiyê ji xwe bi dilê Esed, Îranê û Rûsyayê ye, ew jî dixwazin kurd werin basko kirin. Tenê Emerîka ji vê siyaseta Tirkiyê ne razî ye, lê nerazîbûn tenê nikane Tirkiyê rawestîne. Ji bo sekinandina Tirkiyê ne got û rexne û protestokirin, zor lazim e.
Heta tirk zorê nebînin, dunya jî xera bibe dev ji kurdan bernadin, cengeke mezin jî tê da ewê her tiştî bikin. Bi dîtina min cenga/heraba tirk û kurdan ji zû da ye dest pê kiriye.
Di rojnameya Washington Postê da rojnamevaneke bi navê Liz Sly gotiye Daîş ewê bibe sebebê 10 şerên/herbên din û Tirkiye ewê tevî sisiyên ji van cengan bibe. Û di hersê cengan da jî ewê bi kurdan ra şer bike.
Bi baweriya min jî ev texmîneke nêzî rastiyê ye û ji xwe heta nuha min çend caran bal kişand ser vê tahlûkeya êrîşkariya Tirkê
Bi baweriya min jî tirk ebeden bi rehetî ewê dev ji kurdên rojava bernedin, buhayê wê çi be jï ewê erîşî wan bikin. Tenê Emerîka kane Tirkiyê rawestîne. Lê Emerîka jî heta ku derê ewê piştgiriyê bide kurdan û PYDê ew jî ne diayr e.
Nuha YPG û kurdên rojava di rêza yekê da ne. Lê dû ra ewê dor were ser kurdên başûr jî. Bawer nekin Tirkiyê Kurdistana Federe qebûl kirye.
Na, bi baweriya min roja YPGê, PKKê û HDPê ji ber xwe da bixînin roja din ewê îcar bela xwe di kurdên başûr bidin. Çimkî di plana Tirkiyê da hîn jî têkbirina Kurdistan başûr heye.
Helbet ev texmîn e, ne rastiyeke mutleq e. Lê texmîn be jî ez dibêjim texmîneke cidî û gelkî nêzî îdeolojiya tirkan ya netewî ya antî-kurd e.

XXX
Helbet hemû tirk ne irqçî, faşîst, virek, bêexlaq û neyarên miletê kurd in.
Lê belê piraniyeke mezin ya tirkan irqçî, faşîst, virek, bêexlaq û neyarên miletê kurd in. Û ez dibêjim ev tespîteke rast e
XXX

Her kes nikane durust û rastgo be. Çimkî ”durustî mulkekî buha ye, li ba merivên erzan tuneye…”

07 september 2016

Hin kes wek kevokên teqlebaz in

Hin kes dişibin bukalemûnan(cinsekî gumgumokê ye), li gorî cî û şertan reng û dev diguherin. Geh rast lê dixin, geh çep, geh dibin dostê dewletê, geh xwe jê dûr nîşan didin. Wek kevokên teqlebaz hezar û yek teqleyî li xwe dixin...
Rojekê tu hew dinêrî di telewîzyonên dewletê da bi îftîxar aqil didin dewleta tirk û hukûmeta AKPê, şîretan li serok û berpirsiyarên hukûmeta AKPê dikin, bi deqîyan pesnê kirinên Erdogan yên ji bo Kurdistana başûr didin, lê piştî demekê gava hukûmet tezkereya wan tije dike û riya derî nîşanî wan dide, tavilê wek bukalemûnan reng diguherin, dev diguherin û îcar dibin antî AKP û kurdçî.
Îcar dest pê dikin di cimatan da ji kurdan ra qala xerabiya hukûmeta AKPê dikin, qala dijminatî, kîn û nefreta Erdogan ya li hemberî Kurdistana başûr dikin.
Wey roj baş !
Fena ku Erdogan berê dost bû, lê îro bûye dijmin.
Erdogan do çi bû îro jî ew e, îro çi be do jî ew bû.
Yê dev û reng guhertiye ne Erdogan e, hûn in.
Erdogan, tu carî nebûye dilxwaz û dostê kurdên başûr û Kurdistanê.
Erdogan, tu carî Kurdistana Federe qebûl nekiriye û navê wê negertiye devê xwe.
Erdogan, tu carî ala Kurdistanê li huzûra xwe qebûl nekiriye.
Erdogan, tu carî wek Mahmûd Ebbas pêşwazî li Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî nekiriye.
Erdogan, tu carî Mesûd Barzanî wek serokê Kurdistanê qebûl nekiriye û qîmeta serokekï nedayê.
Erdogan tim bi çavê neyarekî mezin li Mesûd Barzanî û hemû hemû kurdan nêrî ye.
Erdogan her tim gotiye wan bi qebûlnekirina Tezkereya 1ê Adara 2003a şaşiyek mezin kir. Heger Tezkere hatiba qebûlkirin û Tirkiye jî bi Emerîka ra têketa Iraqê, Kurdistana Federe çê nedibû.
Erdogan heta nuha bi sedan car ev yek gotiye.
Û îro li Sûriyê ewê tu carî vê şaşiyên nekin. Buhayê wê çi be jî ewê nehêlin li Sûriyê jî “bakurê Sûriyê” çê bibe.
Dema wan di telewîzyonên dewletê da ji kurdan ra pesnê hukûmeta AKPê didan jî Erdogan eynî tişt digot.
Yanî Erdogan û tirk viya ne îro, bi cêhêbûna PYDê ji muxalefeta Esed û bi çêbûna kantonan ra viya dibjêjin.
Lê hin kes wer bawer dikin ku ”Hafıza-i beşer bi nisyan malul” e yanî kêmasiya hafizeya însên jibîrkirin e, tiştan ji bîr dike.
Mixabin gelek îsan fena ku ji bîr kiribin hereket dikin, ev jî şêleke ne durist û exlaqekî ne baş e.
Lê hidik bin jî yên xwedî hafiyeke xurt, yên tiştan ji bîr nekin jî hene…

XXX
Erdogan gotiye, li Sûriyê şer ewê berî eydiyê rawest e. Mimkûn e, çimkî yê li Sûriyê bi navê Daîşê şer dike Tirkiye ye, lema jî kînga bixwze kane şer rawestîne.