27 augusti 2016

Reva ji kurdbûnê ne çareserî ye


Ji qetlîama Şengalê vir da ye di nava qismekî êzdiyan da minaqaşeyeke ”êzdî ne kurd in” ya jî dibê bibêjin ”em ne kurd  in” dest pê kiriye.
Minaqaşa  û demagojiya ”êzdî ne kurd in” ne nuh e, berê jî li Îraqê, li Ermenistanê hin kurdên cahil û pûlperest ji bo berjewendiyên şexsî tiştên wiha digotin.
Lê tenê çend kes bûn û lema jî kesî zêde guh nedida gotinên wan. Ji xwe di nava êzdiyan da tu îtîbar û giraniyeke wan jî tunebû.
Lê piştî qetlîama Şengalê ev minaqaşe him pir gur bû û him jî ne çend kesên cahil û pûlperest tenê, êdî gelek ronakbîr û kesên hemû jiyana xwe dana xebatên ji  bo kurd û Kurdistanê jî tiştên wiha dibêjin û bi sempatî li fikirên wiha dinêrin, heta heq didin kesên dibîjin ”êzdî ne kurd in.”
Lema jî mesele li gorî berê cidîtir e.
Du sê roj berê kekê Tosinê Reşîd, kurdperperê bi nav û deng jî li ser vê meslê nivîsek nivîsî.
Tiştê min ji nivîsa wî fam kir di mesela êzdî kurd in ya na, ew jî  ketiye taswasê, ew jî êdî li dijî îdîayên wiha dernakeve, ew jî êdî heq dide kesên dibêjin ”êzdî ne kurd in.”
Bi kêmanî dibêje sebebê vê yekê hene û li gorî wî ”kurdên êzdî û misilman êdî nikanin bi hev ra bijîn.”
Kekê Tosinê Reşîd nivîsa xwe wiha dest pê kiriye:
“Van demên dawî hevpeyvîneke min bi radio SBS, ya Australîya, hate belav kirin. Di wê hevpeyvînê de pirsek jî hebû, ka ji bo çi gelek êzdî dibêjin em ne kurd in. Ser vê pirsê jimarek dost û hevalan jî ji min re nivîsîn. Lê ez ê bersiva xwe ji pirseke mayîn dest pê bikim; gelo kurd bûne milet, gelo miletê kurd heye?”
Bêguman miletê kurd  heye û kekê Tosinê Reşîd bi xwe jî li ser edebiyat, dîrok, folklor û zargotina vî miletî gelek xebatên giranbuha kirine û gelek berhemên hêja nivîsîne; hemû jiyana xwe daye xebatên ji bo kurd û Kurdistanê.
Û helbet êzdî jî kurd in û him jî kurdên herî xalis muxlis in, qet dejenere û deform nebûne. Û zimanê wan jî kurmancî ye û welatê wan e jî Kurdistan e.
Êzdayî ne navê miltekî ye, ne navê qewmekî  ji kurdan cuda ye. Êzdayî, wek îslamê û elewîtiyê baweriyeke, dîneke.
Di nav miletê kurd da kurdên êzdî, elewî, musilman, yarsanî, îsewî û cuhû hene.
Lê hemû jî kurd in, tenê baweriya wan, dînê wan ji hev cihê ne.
Lê li gel vê rastiya tarîxî û sosyolojîk jî kes nikane kesî bi zor bike kurd. Heger êzdiyek, musilmanek, elewiyek bibêje ez ne kurd im, ne kurd e. Ne rast e meriv kesî bi zor bike kurd.
Û ji xwe îro li Tirkiyê û li Kurdistana bakur bi hezaran kurdên misilman û elewî dibêjin ew ne kurd in, ew tirk in.
Miheqeq li Îranê, li Sûriyê û Îraqê jî hin kurd dibêjin ew kurd in, ew ereb û fars in.
Bêguman êzdiyên bixwzin kanin viya bikin û bibêjin ew ne kurd in. Ev biryara wan e, ew ji xwe ra zanin.
Lê kes nikane hemû êzdiyan ji kurdayetiyê derxe. Ev xayelekî vala ye. Kî çi propagandeyê bike jî êzdî ewê kurd bimînin.

Ez êşa dilê êzdiyan baş fam dikim, lê li gel vê jî propagandeya, ”êzdî ne kurd in” tiştekî pir şaş e û ji bo êzdiyan jî ne çareseriye.
Redkirina kurdayetiyê ewê rehetiyê û azadiyê nede êzdiyan, ewê halê wan, rewşa wan baştir neke…
Nuha ji ber ku kurd in, xwe kurd qebûl dikin baş xerab kurd, bi kêmanî piraniya kurdan li wan xwedî derdikevin, di rojên teng da diçin gazî û hawara wan, destê biratiyê û alîkariyê dirêjî wan dikin.
Lê gava êzdî pir giştî bibêjin ew ne kurd in, ew êzdî ne, bi dîtina min ev yek ji fayde û alîkariyê bêtir, ewê zirarê bide wan, wan bi tenê bihêle.
Yanî dibê ronakbîr, zana û rîsipîyên êzdiyan mesela redkirina kurdayetiyê hewqasî sivik û basît negirin û bi hestên însanan nelîzin, hiş û mejuyên însanan neçelqînin.
Netîceyên minaqaşe û propaganedeyên “êzdî ne kurd in” ya jî dibê ji kurdayetiyê derkevin ji kurdên musilmanan bêtir ewê zirarê bide êzdiyan bi xwe, gelşên heyî ewê zêdetir bike.
Li Şengalê musilmanan zulmeke pir mezin li êdiyan kirin. Tiştê anîn serê êzdiyan barbarî û ne însanî û qetlîam bû.
Vê qetlîama hovana êzdî pir êşandin. Ez viya û êşa dilê êzdiyan fam dikim û wek kurdekî ez jî di dilê xwe da his dikim. Ji bûyerên qewimîn wek kurdekî şerm dikim.
Rast e, di qetlîama Şengalê da hin kurdên nêzî Daîşê, cahil, nezan û ji hestenên netewî bêpar jî bi êzdiyan ra bêbextî kirin, tevî êrîşên dijmin bûn ya jî li hemberî qetlîamê bêdeng man. Ev jî rast e û vê yekê dilê hemû kurdan êşandiye.
Lê ji ber ku hin kurdên nezan û bêûjdan wiha kirine meriv ji kurdbûnê dernakeve.
Wê demê kî li kê neheqiyê, zulmê bike dibê yê bi heq ji kurdayetiyê derkeve. Ev ne tu rê û ne çaresrî ye.
Ji dêlî wê, dibê meriv van kurdên nezan û fanatîk şiyar bike, di nava civatê da kultureke demokrat û  medenî belav bike.
Lê li alî din hemû kurd ne wek wan kurdên Daîşê, îslamî, nezan û xayin in.
Piraniya kurdan êzdiyan wek birayên xwe, wek ferdên ji qewmê xwe dibînin û bi qasî êzdiyan dilê wan jî dişewite.
Heta nuha bi hezaran pêşmerge û gerîlla di ber Şengalê û êzdiyan da, ji bo azadkirna canên xwe feda kirine û hîn jî ewê bikevin.
Piştî qetlîama Şengalê bi hezaran kurdên bakur deriyên mala xwe ji êzdiyan ra vekirin û destê biratiyê dirêjî wan kirin.
Dibê ev yek jî were dîtin û teqdîr kirin. Ev alîkarî bi saya hestên netewî û mensûbiyeta netewî dibe.
Ji ber ku êzdî kurd in dilê kurdan ji bo wan dişewte û piraniya kurdan li gorî îmkanên xwe çûn hawara wan.
Ya din kurdên li Şengalê bi êziyan ra bêbextî kirin û bi Daîşiyan ra êrîşî wan kirin, kanin êrîşî her kurdê ne ji xwe, kurdên çep, komunîst, ataîst û humoseksul jî bikin.
Em dibînin kurdên îslamî û nêzî Daîşê, yên Huda-Parê PKKê û kurdên elewî jî dijminên xwe dibînin, her roj êrîşî wna jî dikin, wan jî dikujin, qetla wan jî helal dibînin.
Kurdên li Şengalê malên êzdiyan talan kirin û bûn alîkarên Daîşê,  wek min got ji hemû kurdên çep, komunîst û ataîst jî nefret dikin, wan jî wek dijminên xwe dibînin û heger ji destê wan were tiştê anîn serê êzdiyan ewê bînin serê van kurdan jî.
Îcar ji ber ku kurdên Daîşê û îslamî êrîşî me dikin, me ji xwe nabînin ma qey emê ji kurdayetiyê derkevin?
Sûc ne yê kurdayetiyê yê însên e. Bi milyonan însanên me cahil, nezan û fanatîk in, dibê em vê rewşê biguherin. Yanî ev meseleyeke îdeolojîk e û gelşeke civaka kurd  ya mezin e.
Qismekî însanên me hîn medenî nebûne, hîn di bin tesîra neyarên xwe da ne. Lema jî neyartiya qewmê xwe, neyartiya merivên ji qewmê xwe dikin.
Ma bi hezaran qorîcî û cahşên bi dewletê ra îro li hemberî kurdan şer nakin, her roj zarokên kurdan nakujin?
Bêguman dikin û qet nafikrin kî çi ye…
Heger ji destê kurdên Daîşê û Huda-Parê were ewê hemû kurdên ne ji xwe qetil bikin. Û ji xwe li Îraqê, li Sûriyê he roj serê pêşmergeyan bi ”Elah û ekber” jê dikin.
Ji xwe Daîşê êrîşê êzdiyan tenê nekir, êrîşî kurdên misilman jî kir, bi hezaran kurdên misilman jî li Kobanê, li Helebê, li Hesekê û li gelek herêm din kuştin û hîn jî dikujin. Mal û milkên kurdên misilman jî talan kirin.
Ji ber ku ew kurd bûn.
Şerê îro li herêmê ereb û tirk li hemberî kurdan dimeşînin ne şerekî dînî ye, şerekî li ser axê ye, li ser Kurdistanê ye; şerekî li hemberî miletê kurd e.
Çi misilman, çi elewî û çi jî êzdî ji bo neyarên me yên ereb û tirk qet ferq nake. Kî doza kurd û Kurdistanê bike Daîş û Tirkiyê wan neyarê xwe dibînin û dikujin.
Yanî êzdiyên Şengalê ne êzdî, misilman bûna jî çeteyên Daîşî û dewleta tirk kêm zêde ewê eynî tişt bianiya serê wan. Wek li Kobanê, li Serê Kaniyê anî serê kurdên misilman.
Miletê kurd bi hemû dîn, mezheb û pêkhateyên xwe di bin êrîşeke mezin da ye. Reva ji kurdayetiyê, înkara aîdiyeta netewî him ne rast e, ne exalqî ye û him jî ne çareserîye. Roj roja hevkariyê û yekîtiya netewî ye. Ancax yekîtiya me bi me ra bibe alîkar û me ji binê vê zulmê xelas bike…





Inga kommentarer: