24 augusti 2016

Mirîdên siyasî ji mirîdên şêxan xerabtir in

Do ji ber ku di hevdîtina serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û serokkomarê Tirkiyê Erdogan da ala kurd tunebû, min ev nîjadperestiya Erdogan rexne kir, min got ev zorbatî ye, irqçît û neyartiya kurda ye.
Û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî rexne kir, ji ber ku ev heqaret û zorbatiya Erdogan qebûl kir. Min ji Barzanî ra tiştekî xerab û ne li rê negotiye. Bileks min ev şêla Erdogan li hemberî wî wek heqaretekê dît û lema jî rexne kir.
Ji ber ku Meseûd Barzanî serokê Kurdistana Federe ye, ev statuya wî di qanûna esasî ya Îraqê da jî heye û dewleta Îraqê û hemû dinyayî jî wî wek serokê Kurdistanê qebûl dike.
Tenê Erdogan qebûl nake.
Erdoga, serokê filisîniyan Mahmûd Ebbas wek serok qebûl dike û di serdana wî da ala filistîn li kêlek ala tirk hildide.
Lê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî wek serok qebûl nake û lema jî di serdanê da ala kurdjî qebûl nekir.
Min ev irqçîtiya Erdogan rexne kir.
Ji dêlî ku her kurd jî wek min vê şêla Erdogan ya irqçî û antî kurd rexne bikin, ji do da ye êrîşî min dikin. Tew hinek peyvên ne xweş ji min ra dibêjin û bi kibarî min tehdît dikin…
Heft xwezî bi apociyan. Di minaqeşeyên wiha da meriv dibîne bê apocî li gorî vanên din çiqasî bînfireh û demokrat in…
Demokrasî, azadiya fikrî bi gotinê nabe, di rojên wiha da meriv dibîne kî çiqas demokrat e…
Hevalbendiyê, siyaseta terefgîr hiş ji serê însanan biriye…


Hin kes dibêjin efendim ez şaş im, di rexneya xwe xwe da neheq in, ji dîplomasiyê tiştekî fam nakim…
Em ferz bikin ez şaş im û neheq im.
Em ferz bikin ez ji dîplomasiyê fam nakim.
Lê bi vê rexneya min ya "şaş" û "neheq" dinya xera nebû, min rê li ber avabûna Kurdistanê negirt. Min têkiliyê serok Barzanî yên bi Tirkiyê ra sabote nekir.
Min li kesî heqaret nekiriye û gotineke tahl jî negotiye.
Min fikirê xwe gotiye, min gotiye dibê serok Barzanî tunebûna ala kurd qebûl nekira. Hûn normal dibînin, lê ez nabînim, ez wek teslîmiyetê dibînim.
Ma ev gotin sûc e ?
Ma serok Barzanî tabû ye, dibê kes wî rexne neke? Serok Barzanî çi bike dibê meriv tim jê ra li çepikan xe?
Ma hûn viya dixwazin?
Kî çi dike bira bike lê ez fikrê xwe dibêjim. Mimkûn e fikrê min ne rast be. Lê dibê azadiya fikrê ne rast, fikrê şaş jî hebe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE