05 augusti 2016

Heger Îsraîl rojê çend ereb bi vîncan ve li ba bikirana welatên îslamî nuha dunya hejandibûn.

Heger Îsraîl rojê çend ereb bi vîncan ve li ba bikirana welatên îslamî û miletên musilman nuha dunya hejandibûn.
Lê ji ber ku yên tên kuştin kurd in kes dengê xwe nake. Hemû musilman bi qetla me kurdan kêfxweş in
Rejîma Îranê ya îslamî ya melayên destbixwîn di nava hefteyekê da 20 kurd bi namerdane îdam kirin.
Ev rejîma qatil, barbar tu carî ji xwîna kurdan têr nabe, rojê bedenên çend kurdan bi vîncan ve li ba dikin.
Ev wahşeteke nedîtî ye, hovîtî ye, jenosîd e, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Îslam, bi hemû mezheb û terîqetên xwe ve, bi şîîtî û sunnîtiya xwe ve dînekî barbaran e.
Heger ne wiha bûya Îranê ev zulm li kurdan nedikir.
Heger ne wisa bûya dewleteke musilman, Yekîtiya Îslamê, Yekîtiya Alimên Îslamê ewê li dijî vê wahşeta Îranê derketa.
Heger dewleta Îsraîl di nava hefteyekê da 20 filistînî bi darde kiribûna, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, medyaya dunyayê nuha qiyamet rakiribûn.
Heger Îsraîl tiştkî wiha kiribûya, dewletên musilman, Erdogan û Yildrim nuha hawar hawara wan bû, nuha bi milyonan tirk daketibûn kolanan û Îsraîl protesto dikirin.
Lê ji ber ku yên bi hovane tên îdamkirin kurd in ne kes dibîne ne jî qala vê wahşetê dike.
Hemû dunya îslam kerr û lal e.
Hemû alimên îslamê kerr û lal in.
Çimkî yên tên qetilkirin ne ereb in, kur din. Lema jî hemû musilman li hemberî vê zulmê, vê wahşetê bêdeng in.
Li hemberî zulmê û neheqiyê, li hemberî barbariyeke bi vî rengî bêdengmayin jî sûc e, şîrîkatiya zulmê û, zulimkaran û qatilan e.
Heger aqil bi me kurdan ra hebe emê bibînin û fam bikin ku dostê me tuneye, gunehê kesî bi me nayê. Dijminên me çi bînin serê me jî kes dengê xwe nake.
Ji ber ku em miletekî bêdewlet û bênasname ne. Lema jî kes zulma li me dibe protesto nake, kes kes qetilbûna me jî muhîm nabîne….



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE