06 augusti 2016

Hak-Par ji HDPê bêtir bûye partiyek tirk

Ji ber ku berpirsiyarên AKPê, Hak-Par venexwendiye mitînga sibe ya ewê li Stenbolê li Yenî Kapiyê çê bibe, cîgirê serokê Hak-Parê Abdulmenaf Kiran pir xemgîn bûye, gotiye ew berî her kesî li dijî darbeyê derketin, lê hukûmetê dîsa jî ew, ya jî HDP dawetî mitîngê nekiriye.
Û Kiran vê yekê jî wek kêmasiyekê, wek neheqiyekê dibîne. Ji berpirsiyarên mitîngê ra dibêje, hema we mafê 5 deqîqe axaftinê bida me kurdan, kes û partiyên din jî.
Û ew hêvî dike ku berpirsiyar vê kêmasiyê heta sibe serrast bikin û partiyek kurd jî dawet bikin. Yanî wan dawet bikin.
Erdogan bi vê mitîng û şovê hêza xwe û tirkan nîşanî kurdan dide û yê me jî ji bo ku nehatiye dawetkirin, ji bo li wir 5 deqîqeyan nepeyivî ye pir xemgîn bûye.
Bi xwedê Hak-Par ji HDPê bêtir bûye partieyeke tirk, di nivîsa A. Kiran da meriv yekê baş dibîne.
Cîgirê serokê Hak-Parê, xwestiye berpirsiyarên mitîngê dev ji şaşiya xwe berdin û wan dawet bikin, ”heger ev neyê kirin ez ditirsim şaş were famkirin, cudabûnên nuh çêbibin…”
Yanî camêr naxwaze kurd ji AKPê aciz bibin û dilê kurdan ji wan bimîne…
Lema jî wek xêrxwazekî AKPê aqil dide berpirsiyaran û dibêje heger hûn kurdan dawet nekin ji dewletê ra, ji AKPê ra xerab be.
Erdogan, AKP, tirk, kurdan ji xwe nabînin, dijminên xwe dibînin û bi çavê dijmin li hemû kurdên welatparêz dinêrin.
Lê cîgirê serokê Hak-Parê viya fam nake, hîn jî dixwaze bi zor xwe bi Erdogan û AKPê bide qebûl kirin.
Hîn jî gaziyê li berpirsiyarên mitîngê, li tirkan dike ji bo ku ban wan jî bikin. Ya na, kurd kanin vê yekê yekê ”şaş” fam bikin û ev jî ewê zirarê bide yekîtiya Tirkiyê.
Tirs û xemgîniya birêz Kiran tê vê maneyê…
Heta partî û serokên wiha rêber û serokên kurdan bin, kurd sed salên din jî micadelê bikin vala ye, tu havilê nakin.
Tirk, bi çavê dijmin li wî û li partiya wî dinêrin, ew hîn jî naxwaze viya qebûl bike, hîn jî li ber Erdogan û Yildirim digire, dibêje heger hûn wiha bikin kurd ewê şaş fam bikin, Tirkiye ewê zirarê bibîne. Û ji bo ku kurd ji AKPê û ji tirkan sar nebin dibê hûn mafê 5 deqîqe axaftin bidin Hak-Parê ya jî HDPê.
Ez çi bibêjim, Xwedê aqilekî bide van serokîên kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE